Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku Hevriyê wan Agir Şervan ê bi eslê xwe ji Emerîka ye, di Sibata 2015’an de cara yekemîn hat Rojava û tevlî refen YPG’ê bû û got; “Hevrê Agir di pengava Şehîd Rûbar Qamislo de cihê xwe di eniya pêş de digirt, piştî di rizgarkirina çiyayê Kezwanê de cih girt û şûn de Hevrê Agir vegeriya welatê xwe. Di Çileya 2016’an de hevrê Agir dîsa hat Rojava û cihê xwe di nav refên YPG’ê de girt û li Kantona Cizîre û Kantona Kobanê tevlî xebatên parastina şoresê bû. Herî dawî hevrê Agir tevlî pengava Şehid Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê bû.
Hevrê Agir di jiyana xwe de bi disiplîn û berpirsyartiyeke mezin dihat naskirin. Kesayet û terzê wî her tim ji bo hemû hevrêyan bû sedema moralê. Di serî de hevrê Agir bi cesaret û fedekarî dihat naskirin.”
YPG’ê destnîşan kir ku Şehîd Agir biratiya gelan xurt kir û asta azadiya gelên bindest bilind kir û got, “tekoşîna hevrê Agir û berxwedana wî şoreşa Rojava hîn bêtir dewlemend kir û navê xwe li dîroka biratiya Gelan neqişand.”
YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Agir Şervan re û tevahî malbatên şehîdan re xwest.
Nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Agir Şervan
Nav û Paşnav: Levî Jonathan Shîrley
Navê Dayikê: Sûsan
Navê Bav: Rûss
Cihê Jidayikbûnê: Emerîka/ Nevada
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic /14.07.2016