Leşkerên Tirk gorên Tûnç, Demîr, Nayir û Ûyar şewitandin

Hêzên dewleta Tirk, goristana ku gorên şehîdên xwerêveberiyê Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî lê ne, şewitandin.

Goristana Nalarû ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hat şewitandin. Li vê goristanê, gorên Mehmet Tûnç ê li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan jî hene.

Ji ber guleyên ji maşînên zirxî yên li Fermandariya Jendermeyan a Çakir Sogut û yên li ser rêya Sêrtê bi cih bûbûn hatin reşandin, Goristana Nalarû ya li taxa Bahçelîevlerê, dehl û rezên li derdora goristanê şewitîn.