Li Silêmaniyê siberoja Sûriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin
Li Silêmaniyê konferansa ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Li Rohilata Navîn aştî û îstîkrar tê nîqaşkirin, dewam dike. Di roja 3’yemîn û dawiyê ya konferansê de Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin.
ANF
SILÊMANÎ
pêncşem, 21 tîrmehê 2016, 16:11
Di panelê de ku moderatortiya wê Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan kir, Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşîd, Ji Partiya Yekîtiya Sûriyeyê Elîzabeth Gewriye, Ji Akademiya Siyaset û Fikrên Demokratîk Rekawt Îsmaîl Îbrahîm û aktîvîstê Iraqî Esad Hamîd Riyad wek qiseker amade bûn.
REŞÎD: NETEW-DEWLETA ROJHILATA NAVÎN TEQLÎD E!
Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşîd wek alternatîfekê Konfederasyona Demokratîk a li Rojhilata Navîn nirxand, diyar kir ku tevahî Rojhilata Navîn ji zor û zehmetiyên mezin re dibihure. Reşîd îfade kir ku qetlîam, cinsiyetparêzî û mezhebparêzî her kû diçe kûrtir dibe, got dixwaze ku Ocalan wek ferdekî azad tevlî xebatên siyasî bibe. Reşîd wiha axivî, “Konfederasyona Demokratîk pêdiviya xwe bi ferdên zane û azad hene.” Reşîd ji şerê li Ewropayê mînak dan, piştre jî pêvajoyên wê yên reformên fikrî nirxand.
Reşîd netewe dewleta li Ewropayê pêş ketî vegot, got dîroka netew-dewlet a li Ewropayê heman demê dîroka reformê ye jî, lê ne têrker e.
Reşîd bi bîr xist ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn teqlîdên netewe dewletên li Ewropa ne, bal kişand ku fîlozof, rewşenbîr û ji gelek beşên civakê mirov tevlî netewe dewletên li Ewropa bûne. Reşîd anî ziman ku lê ev rewş li Rojhilata Navîn pêk nehatiye, behs kir ku li Rojhilata Navîn tenê demokrasiya sindoqê hatiye danîn. Reşîd têkîldarî vê demokrasiya sindoqê wek mînak Tirkiye nîşan da, got; “Li Rojava demokrasiya sindoqê heye, li Kurdistanê jî dagirkerî.”
Reşîd destnîşan kir ku di konfederalîzma demokratîk a Ocalan de civak, ekolojî, jin û xweza heye, îfade kir ku ji bo mirov rast nêzî vê tezê bibe, berfirehî gerek e.
GEWRIYE: JI BO AŞTIYA CIVAKÎ ME SÎSTEMEKE HEVPAR AVA KIR
Ji Partiya Yekîtiya Sûrî Elîzabeth Gewriye ku ji Qamişlo hatibû, der barê Sûriyeya demokratîk gotarek da. Gewriye ku di avakirina Rojava de xweyî roleke çalak bû, got, wan pêvajoya taloke ya li Sûriyê û Rojava dîtine û wan aştiya civakî ji xwe re kirine armanc. Gewriye got, ji bo aştiya civakî sîstemeke hevpar ava kirine ku her kes tê de cih digire. Gewriye diyar kir tecrûbeta Rojava li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku destekê ji hêzên herêmî distîne li ber xwe daye û çete hatine tertûbelavkirin û piştre behsa Projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê kir. Gewriya diyar kir, li Sûriyê îro trajediya herî mezin a vê sed salê tê jiyîn û rexne li helwesta hêzên Ewropî û neçareseriya civînên Cinêvê anî. Gewriye got, ‘’li Sûrî ji b civakeke demokratîk û azad ava bikin, ew ê sîstemeke ekolojîk ku hemû rengên van deran diparêze ava bikin.’’
Gewriye diyar kir xwedîderketina li projeya demokratîk a ku Sûriyê û Rojava di xwe de vedihewîne di berjewndiya gelan de ye û bang kir ku her kes li vê projeyê xwedî derbikeve.
BRAHÎM: PERGALA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIRSGIRÊK E
Ji Akademiya Raman û Siyaseta Demokratîk Rekawt Smaîl brahîm gotara xwe ya panêlê li ser siberoja Başûrê Kurdistanê da. Brahîm piştî ku dîroka nêz a Başûrê Kurdistanê da, diyar kir, ev herêm ji bo ku statûya ku heq dike bi dest bixîne hê jî di nav têkoşînê de ye. Brahîm diyar kir li Başûrê Kurdistanê federalîzm ji hêla partî û komikan ve tenê ji hêla formî ve tê fêhmkirin û rexne li vê anî û got Başûrê Kurdistanê hê ne xweyî zagonê xwe bi xwe ye jî. Li gorî Brahîm hê jî zagonên navendî yên Iraqê têne bikaranîn. Brahîm diyar kir li Başûrê Kurdistanê civak û fikrê siyasî yên cihê tevlî jiyana siyasî nabin û wiha got, ‘’cihêtiyên li Başûrê Kurdistanê êdî weke kêmaran têne dîtin. Sedema vê jî ew e ku li Başûrê Kurdistanê hê nasnameyeke netewî nehatiye avakirin. Ji ber wê sedemê ye ku hê jî nasnameyeke xwecih nehatiye avakirin.’’
Brahîm li ser qada ekonomiyê jî got, tenê ekonomiyeke li ser petrolê heye û wiha pê de çû, ‘’sîstema li Başûrê Kurdistanê jêderka pirsgirêkan e. Bersivê nade pêdiviyên îro yên civakê. Başûrê Kurdistanê xeleke herî zirav a şerê herêmê ye. Divê xebateke cidî ya federalîzmê û konfederalîzmê were kirin. Divê ji pergala navîndî were dûrketin.’’
SIBEROJA IRAQÊ DIVÊ AZAD BE
Muxalîfê Iraqî û parazvanên mafê mirovan Esad Hemîd Riyad ku ji Bexdayê hatî, der barê siberoja Iraqê de axivî. Riyad diyar kir heke hêzeke netewî ku bikaribe hemû gelên Iraqê temsîl bike dernekeve, Iraq wê ber bi parçebûnê ve biçe. Riyad got, divê îradeya siyasî ya azad were nîşandan, pirsgirêk bi awayekî objektîf werin dîtin, daxwaza aştiyê ya gelan were nirxandin û welatîbuna azad û wekhev divê were ewlekirin. Riyad bi bîr xist ku ew li ser xakên dewlemend dijîn û got gelên Iraqî ji bo guherîneke şoreşî di nav xwe de pêk bînin pêdivî bi xwerêveberiyan heye. Riyad bal kişande ser wê ku kaos weke realîteyekê li ser wan tê ferzkirn û got xwerêberî ji hêla hemû saziyên civakî ve weke modêlekê were hebandin. Riyad got, ‘’Bi vî awayî wê heqên me wekhev û barên me wekhev bin, em ê ne di jêrdestiya çi hêzekê de bin. Azadiya Ocalan wê giringtirîna zîvironeke dîrokî be.’’ Riyad xwest ku Kerkûk jî weke kantonên Rojava xweser be.