Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, got; “Hêzên ku li Tirkiyeyê vê pêvajoyê rawestînin, pêşî li darbeyan bigirin û demokratîkbûna wê pêk bînin wê hêzên demokrasiya radîkal bin ku civakê dixin tevgerê. Li Tirkiyeyê, bendewariyek demokratîkkirin û çareseriya pirsgirêkan a ji olîgarşiyên partiyên heyî, wê bê wateya ku her tim temaşekirina Tirkiyeyê di nav krîzên siyasî, sosyal û aborî û darbeyan de û her wiha li gel van pirsgirêkan jiyanek di bin zext û zilmê de.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de got, “Di salvegera Şoreşa Rojava de li ser esasê bîranîn û dilsoziya bi tevahî şehîdên Rojava re, li ser bingehê xeta Rêbertî em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn ji niha û şûn de jî bidomînin. Her wiha, têkoşîn û bîranînên 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, di çarçoveya demokratîkkirina Tirkiyeyê de li ser bingehê dilsoziya bîranînên şehîdên xwe em careke din îrade û biryardarbûna xwe ya mezinkirina têkoşînê di asta herî bilind de datînin holê” û diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê dîroka darbeyan e ku di ti welatî de ewqasî nehatine dîtin.
PKK’ê destnîşan kir ku ev rastî datîne holê ku li Tirkiyeyê sîstemeke siyasî, sosyal, aborî û kulturî heye ku darbeyên li Tirkiyeyê dixe hereketê û wiha pê de çû: “Bê guman, darbe ji hêla pêkhateyên olîgarşîk ên ne demokratîk pêk tên. Rastiyek din jî ew e ku darbe li welatên ne demokratîk pêk tên. Ji ber pirsgirêkên siyasî, dîplomatîk, sosyal û aborî di çarçoveya demokrasiyê de nayên çareserkirin, hin beşên birêxistinkirî van pirsgirêkan dikin hincet û berê xwe didin darbeyan.
‘NEDEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ ZEMÎNÊ DIDE DARBEYAN’
Sedema ku li Tirkiyeyê demokratîkbûyin pêş nakeve û zihniyet û tarzeke siyasî ya demokratîk ku karibe pirsgirêkan çareser bike dernakeve, neçareserkirina pirsgirika Kurd e. Ji ber ku li Tirkiyeyê li ser Kurdan polîtîkayên mêtinger qirker di meriyetê de ne, olîgarşiya partiyên siyasî ji bo Kurd jê sûdê wernegirin di milê demokratîkbûnê de gavan navêjin. Lewre, Tirkiye demokratîk nabe, ev jî her tim bingehek siyasî ya ku darbe pêk tên dafirîne.
Rêber Apo, di çareseriya pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyên herî maqûl nîşan daye, hedef kiriye ku Tirkiye demokratîk bibe; li ser vî bingehî jî xwestiye Tirkiyeyek darbe lê çênabin biafirîne. Dema li Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin, hem ji heyeta dewletê hem jî ya HDP’ê re hate gotin ku eger li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd pêk neyê wê mekanîka darbeyê bikeve praktîkê.
Dema di pirsgirêka Kurd de gav nehatin avêtin jî, mekanîka darbeyê xebitiye û darbe li pey hev hatine. Bi redkirina mûtabaqata Dolmabahçeyê, redkirina encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê, Tayyîp Erdogan, gladyoya Qesrê û mutefîkên wê li hember meşa demokratîkkirina Tirkiyeyê ku bi hewldanên Rêber Apo û têkoşîna hêzên demokrasiyê di encama têkoşînek salên dûvdirêj de pêk hat, darbeyek siyasî pêk anîne. Tifaqa Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê, MHP, netewperestên wek Ergenekon tên zanîn û bi dijminên din ên Kurdan re kiriye, şerê ku ji bo pelçiqandina tevgera azadiyê û hêzên demokrasiyê xistiye meriyetê mekanîka darbeyeke nû xistiye hereketê. Beşeke artêşê ya li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd şer dikir, bi şer re dema dît ku li beramberî blokên din ên desthilatdariyê xurttir bûne ketin nav hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê.
Ev hewldana darbeyê têk çûye. Her çiqasî sedemên din hebin jî, ya ku darbe bêencam hiştiye têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya li dijî darbeyê ye, li ser esasê vê helwest û têkoşînê jî di mijara ku darbe li dijî demokrasî û gel e nêrînek û zihniyetek civakî ava kiriye. Bi taybet, ji ber darbeya faşîst leşkerî ya 12’ê Îlonê êşên mezin daye civakê û têkoşîna di encama texrîbatên wê yên piralî hate meşandin de, di pêşkistina dijberiya darbeyê de bûye sedema gelekî girîng.”
RAGIHANDINA REWŞA AWARTE NE LI DIJÎ DARBEYÊ YE
Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir, piştî vê darbeyê hate dîtin ku darbe ji nebûna demokrasiyê û çaresernekirina pirsgirêkan a bi rêyên siyaseta demokratîk e û ji bo ku darbe ji qurm ve werin rakirin divê ji hêla demokratîkbûnê ve gav werin avêtin û wiha pê de çû, ‘’Lê bi berfirehkirina helwesta li dijî darbekaran ya bi ser mixalifan û beşên civakî ve, ji hêla dîktatoriya Erdogan û hikûmeta AKPê ve ragihandina rewşa awarte, ne helwesteke li dijî darbeyê ye. Berevajî vê domdarkirina hişmendiya siyasî û pergala wê ye ku zemîna darbeyê domdar dike û xurt dike. Bi ragihanina rewşa awarte ya ji hêla AKP’ê û hevkarên wê yên faşîst ve tê armanckirin bajarên Kurdistanê werin kavilkirin û şewitandin û polîtîkayên zext û zordariyê yên li ser gelê Kurd werin zêdekirin.
Piştî ku ev darbe bi ser neke li şûna ku ev fersend di serî de meseleya Kur hemû pirsgirêk werin çareserkirin, AKP dixwaze pergala xwe ya yekparêz, hegemonîk û otorîter li hemû saziyên dewletê, li avaniyen civakî û siyasî serdest bike.
Li Tirkiyê ti caran demokrasiyeke rasteqîn pêk nehatiye. Berevajî vê sîstemeke şerê taybet yê bi navê xwe demokrasî ku zext û zordariya li ser Kurdan dinixumîne û civak û dinyayê dixapîne hatiye avakirin. Li ser vî bingehî hatiye armanckirin ku qirkirina Kurdan bi rehetî were kirin û pergala çewisandina bi hêsanî were şixulandin. Bi vê darbeyê re li şûna ku ber bi demokrasiyê ve gav werin avêtin, tê armanckirin ku pergala şerê taybet ê ku teşhîr bûye û desthilatdariya AKP’ê ya yekparêz û hegemonîk weke rêbazeke demokratîk nîşan bidin û bi rakirina astengên li pêşiya pergala hegemonîk, hewl tê dayin ku qirkirina Kurdan di atmosfera şerê taybet de ku xweyî rûpoşa demokrasiyê ye, were kûrkirin.
Ev rewş barekî dîrokî li ser milên hemû hêzên demokrasiyê û kesên ku dibêjin, em li dijî darbeyê ne, datîne. Êdî têkoşîna avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku darbe lê nîn in û hemû pirsgirêk bi rêyên demokratîk têne çareserkirin bûye lezginî. Ji ber ku sîstema heyî pirsgirêk çareser nekirine, pêdivî bi pêngaveke demokratîk a radîkal a civakî heye ku hemû pirsgirêkan çareser bike. Pêdiviya Tirkiyê bi sîstemeke demokratîk heye, da ku Tirkiye careke dî bi darbeyan, rêveberiyên jidiyayî û rewşên awarte neyên birêvebirin.
7’ê Hezîranê atmosfereke siyasî û hêvî çêbûbû ku zemîneke demokratîk pêk were. Lê hem ji berk u hêzên siyasî yên demokratîk e rih û zemîna ku derketî holê baş nexabitandin û hem jî şerê giştî yê bi tifaqa faşîst ku li dijî Kurdan û li dijî hêzên demokratîk ava bûbûn û 24’ê Tîrmehê dabûn dest pê kirin, rê li ber vê geşedana dîrokî girt. Darbeya siyasî ya Tayîp Erdogan û gladyoya qesrê û hevkarên wan kirin, plana tekbirinê, darbeya 15’ê Tîrmehê encama zext û zordarî û şerê qirkirinê yê ji ber çaresernekirina meseleya Kurd e. Rewşa Awarte ne rawestandina vê pêvajoyê lê kûrkirina vê pêvajoyê ye.’’
Komiteya Rêveber a PKK’ê diyar kir, yên ku li Tirkiyê wê pêvajoya darbeyê bidin rawestandin, pêşî li darbeyan bigirin û demokrasiyê pêk bînin, hêzên demokrasiya radîkal in ku wê bi xwe re hêza civaka demokratîk têxin tevgerê û wiha pê de çû, ‘’Li Tirkiyeyê ji ji partiyên siyasî yên heyî olîgarşîk hêvîkirina demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêkan wê were wê wateyê ku Tirkiyê di nav krîzên siyasî, sosyal û ekonomîk ên domdar de temaş bikin û jiyana di bin zext û zordariyê de.’’
Ji bo bê jî bi bayê bezê divê hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl ku nûnertiya beşên civakê yên demokrasîxwaz dikin, nivîskar, rewşenbîr û hunermend werin ba hev û bloka demokrasiyê pêk bînin. Bloka demokrasiyê bi bernameyeke ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe mijarên ku bivê nevê divê werin çareserkirin di xwe de vehewîne, divê çalakiyên ku demokratkirina Tirkiyê hedef digirin werin birêxistinkirin û civakê bixin nav tevgerê.
‘HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YÊN TIRKIYEYÊ JI BO DEMOKRASIYA RASTEQÎN DIVÊ TÊBIKOŞIN’
Gelê Kurd di vê sala dawî de bi êrîşên pir giran re hevrû bûye. Hemû gelê me bi armanca ku van hilweşînan bicebirîne divê têkeve nav rêxistinbûyinê û piştevaniyê û ji li Kurdistanê careke din êrîşên bi vî rengî pêk neyên, demokrasiya xwecih pêk were û li Tirkiyê demokrasiya rasteqîn pêk were, divê bi hemû hêzên demokrasiyêre bikeve nav têkoşîneke hevpar.
Desthilatdariya heyî li şûna ku istîkrar û aştiyê saz bike, bi polîtîkayên xwe yên hundir û derve, bi van polîtîkayên xwe yên di vê hêlê de û rewşa awarte ya niha, bi hişmendiya rêveberiya dewleta sedsala 20. ku pirsgirêkan giran dike, israr dike. Ev rasteqînî, berpirsyariya avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku divê bikaribin ji vê hişmendiya dewletê û rêveberiyê ku pirsgirêkan girantir dike, biqevizin, li hemû hêzên demokrasiyê bar dike.
Em weke tevgera azadiya Kurdistanê çareseriya hemû pirsgirêkan û pêşîlêgirtina darbeyan bi wateya rastîn di demokratîkirina Tirkiyê de dibînin. Em wekî PKK’ê, weke ku duh me kirî, îro jî ji bo ku gelên Tirkiyeyê jiyaneke azad û demokrat bijîn û li derve bibin xweyî polîtîkayeke xweyî karekter berpirsyariya li ser xwe em ê pêk bînin. Çawa ku em li dijî her cure darbeyê dibine xweyî helwest û têdikoşin, li dijî polîtîka û sepanînên bi rewşa awarte zext û zordariyê zêdetir dikin û zemîna darbeyê domdar dikin jî, em ê têbikoşin.
Rêber Apo ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe û di serî de meseleya Kurd çareseriya hemû pirsgrêkan û ji qurm ve tinekirina darbeyê ji xwe re kiriye hedef. Ji bo ku Tirkiye di hêla demokratîk de xurt bibe û di pirsgirêkên Rojhilata Navîn de bibe hêza çareseriyê gelek xwêdan rijandiye.
Têkoşîna wî ya ji ber demokratîkirina Tirkiyê û bi temamî ji holê rakirina mekanîka darbeyê, Rêber Apo di çav gelên Tirkiyê de kiriye nirxekî girîng ê siyasî. Rêber Apo her carê ji bo demokratîkirina Tirkiyê û her cure darbeyê wê bibe hêza çareseriyê. Tendiristî û ewlekariya Rêber Apo hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê têra xwe girîng e. Ji bo vê jî hemû gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê divê azadî, tendiristî û ewlekariya Rêber Apo divê wekî parçeyek ji têkoşîna demomratîkirina Tirkiyê bibînin û di vê hêlê de bihistyariya xwe, helwesta xwe û çalakiya xwe nîşan bidin.
Em pê bawer in ku têkoşîneke hêzen demokrasiyê yên li derdora blokekê wê Tirkiyê demokratîk bikin û li ser vî esasî em serkeftinê ji bo hêzên ku di nav têkoşîna demokrasiyê de ne, dixwazin.’’