Di nava 6 mehan de li Kurdistanê çi qewimî?
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bûyer û qewimînên 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an bi raporekê eşkere kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bûyer û qewimînên 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an bi raporekê eşkere kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bûyer û qewimînên 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an bi raporekê eşkere kir.
Di raporê de hat ragihandin, ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve, ji ber şerê li hemberî Kurdan hatiye ragihandin bi sedan sivîl hatine qetilkirin û hat gotin, "Bi taybetî di nava salekê de, qedexeyên derketina derve yên li gelek bajaran, operasyonên leşker û polîsan ên hemû nirxên gerdûnî binpê dikin, nîşan didin ku dewletê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye."
'DIVÊ HEYETEK SERBIXWE BIÇE DÎTINA BIRÊZ OCALAN'
Di dewama daxuyaniya ÎHD'ê de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kured Abdullah Ocalan û hat xwestin, tecrîd bê rakirin, ji hewldanên Ocalan ên ji bo aştiya civakî sûd bê wergirtin û şert û mercên xebatê yên Ocalan bên sererastkirin.
Di raporê de her wiha îdîayên li ser gefên li hemberî ewlekariya Ocalan hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku daxuyaniyên rayedarên dewletê yên di vê der barê de têrker nînin. ÎHD'ê xwest heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê.
BÎLANÇOYA GIRAN
Di raporê de li ser bîlançoya 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an a li Kurdistanê ev agahî hatin dayîn:
"Li herêma me, piraniya wan di dema qedexeya derketina derve de; 296 kes ji ber guleyên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan, 110 kes jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê avêtin ser 1900 mal û kargehan.
Di nava 6 mehên destpêkê yên salê de 3 hezar 860 kes hatin binçavkirin, 112 ji van zarok in. hezar 45 kes hatin girtin, 34 hjê zarok in. Bi êrîşa zayendî û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li binê çavan, rûmeta mirovahiyê tine hat hesibandin. Herî kêm li 184 welatiyan di binê çavan de îşkence hat kirin. 85 welatî di dema serdegirtina malên xwe de û li kolanan bû hedefa şîdeta hêzên ewlekariyê.
Di nava 6 mehên destpêkê de herî kêm 450 girtiyên siyasî, bêyî sedemek bê nîşandan, sirgûnî cihên dûrî malbata xwe hatin kirin. 176 girtî di dema vê veguhastinê de bûn hedefa îşkence û pêkanînên xerab. 756 girtiyên nexweş, ku rewşa 300 ji van giran e, hê li girtîgehan tên ragirtin.
Di 6 mehên destpêkê yên salê de, ji ber şîdeta li nava malbatê û li qada civakî 20 jin hatin qetilkirin, 7 jinan întixar kirin.
Li herêma me, di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de 5 zarok hatin qetilkirin, 4 zarok ber bi întixarê ve hatin dehfdan, 67 zarok jî bûn hedefa îstîsmara zayendî.
683 siyasetmedar û xwendekarên zanîngehê, ji ber sedemên polîtîk ketin ber lêpirsînê, doz li wan hatin vekirin û 83 ji van bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
13 hezar kedkarên cemaweriyê ji ber grevên sendîkayî ketin ber lêpirsînê, li 77 ji van cezayên îdarî hatin birîn, 15 kes hatin sirgûnkirin û 904 bi rengekî neheqî ji kar hatin derxistin."
ÎHD'ê ji bo dawî li şer bê anîn û pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike, banga muzakereyê li her du aliyan kir.