Di 24-25'ê Tîrmeha 2015'an de, artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke mezin a hewayî kir û bi vî rengî şerekî topyekûn hat ragihandin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di salvegera vê êrîşê de ji ANF'ê re axivî û got, ji ber ku tifaqa faşîst dest li hewldanên destpêkirina muzakereyan werda, pêvajo têk çû.
NEÇARESERÎ JI BER AKP'Ê YE
Em dixwazin ewilî li ser pêvajoya beriya pêlên êrîşan ên 24'ê Tîrmeha 2015'an baxivin. Li vir tê zanîn yek ji xala girîng a Mutabeqata Dolmabahçeyê ye. Di 28'ê Sibatê de di navbera Şandeya Îmraliyê û rayedarên hikûmeta AKP'ê de metna Mutabeqatê hate eşkerekirin. Serokkomar Tayyîp Erdogan mutabeqat red kir û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve bi rêzdar Ocalan re hemû têkilî hatin birîn. Di navbera 28'ê Sibatê û 5'ê Nîsanê de çi qewimî ku lêgerîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate birîn?
Beriya her tiştî dixwazim vê bibêjim; ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û heya niha çi kesê ku li hemberî faşîzma AKP'ê, êrîşên şerê taybet ê giştî, li hemberî êrîşên qirqer ên faşîst li ber xwe dayî, têkoşiyayî slav dikim. Têkoşîna ku dayin teqez wê bi ser bikeve. Ez dixwazim hêviya xwe bînim zimên.
Dîsa li hemberî vê êrîşa qirker a faşîst hemû şehîdên qehreman ku li ber xwe dayin; li ser navê şehîdên Cîzrê û Sûrê, Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Pakize Nayır şahsında, Baran, Azad, Çekdar, Şervan, Reber , Ekin, Seve, Fatma, Zamanî hemû hevrêyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ez soza xwe careke dî dubare dikim ku em armancên wan pêk bînin, bîranînên wan bidin jiyîn, Kurdistanê û jiyana azad ku di ber de jiyana xwe dane û şert û mercên ku Rêber Apo bi azadî tê de bijî, pêk bînin.
Bi taybetî pêkanîna şertên ku Rêber Apo bi azadî tê de bijî û bixebite mifteya çareseriyê ye, rêya çareseriyê ronî dike, dibe çareserî bixwe. Dibe derfet her tiştê ku weke pirsgirêk derketî holê û bûye komkujî çareser bike. Ji bo vê jî, ku bala we kişandibe ji bo ku pêvajoyeke wiha ya şer û komkujiyê pêk neyê û zemîna wê pêk were yê ku herî pir xebitî Rêber Abdullah Ocalan e.
Li Îmraliyê jî bi rastî ji keda însanî zêdetir ked hate dayin. Li gel her cure hîle, derewan bi vîn û sebrekê xebat kir. Rêyên çareseriyê ava kir, li rêyeke maqûl a çareseriyê geriya. Li ser vê zemînê hewl da ku pirsgirêkan bi rêya siyaseta demokratîk, muzakereyan çareser bike.
Lê ev hemû xebatên wî encamên ku armanc dikir bi dest ve neanî. Sedema ku ji hevdîtinên Imraliyê çareserî pêk nehatiye AKP ye, Erdogan û TC ye. Ji ber ku hişmendiyeke vê dewletê û rêveberên wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ne xweyî hişmendiyekê ne.
Hema bibêje her roj Erdogan weke dubareyekê dibêje, ‘'yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman.'' Van hemû tiştan ji bo ku hebûna gelê Kurd înkar bike û daxwazên wan ên azadiyê biçewisîne dibêje. Ev yekparêzî gotineke wiha ye ku li dijî hebûn û azadiya Kurdan bûye dûbare. Nîşan dide bê ka çendî dijminê Kurdan in û li dijî Kurdan in. Nîşana redkirina hebûna Kurdan û mafên wan ên demokratîk e.
DAXUYANIYA DOLMABAHÇEYÊ DI ENCAMA HEWLDANÊN OCALAN DE HAT DAYÎN
Di navbera 28'ê Sibatê û 5'ê Nîsanê de pêvajoya Newrozê hate jiyin. Di Newrozê de Rêber Apo piştevaniya xwe ya ji bo 28'ê Sibatê diyar kir. Wiha ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li nav Kurdan, Tirkan, di raya giştî ya navnetewî de, di çareseriya pirsgirêka Kurd de bihistyarî, bendewarî û hêvî çêkir. Hate dîtin ku xebatên Rêber Apo bi bendewariyên gel re dibe yek, deriyê çareseriyê vedike. Hikûmeta AKP'ê nikare vê bigire. Desthilatdarî ji ber lêferzkirinan neçar dibîne ku ji meyla siyasî re derî veke.
Di hikûmeta Ahmet Davutoglu de bi rastî jî meyleke wiha hebû. Rêveberiya Davutoglu ji hêla hişmendî û siyasetê ve pir ketûm û xweyî îradeyeke qels bû. Lê ji ber ku hevdîtin ji berê ve dest pê kiribû, ji wan weye ku wê piştgirî bidana wan. Pêvajoya çareseriyê bi rastî jî ji AKP'ê re dibû destek, dibû sedem ku piştgiriya siyasî jê re çêbibe. Weke partî û hikûmetê ji civakê bersiva vê distandin. Her çendî ne pir bi xwestk bûn û ne zêde bi vîn û program jî bûn meyla çareserkirinê nîşan didan. Ji ber ku li ser desthilatdariyê bimînin hêdî hêdî gav diavêtin. Daxuyaniya Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê bi vî rengî bû.
Têkildarî daxuyaniya Dolmabahçeyê divê raya giştî baş bizanibe ku ev hem li gel me û hem jî gel hikûmeta AKP'ê hate kirin. Bi temamî berhema Rêber Apo ye. Hin metirsiyên me hebûn. Ji ber ku liv û tevgerên hikûmeta AKP'ê û yên ku li ser navê wan tevdigeriyan ti bawerî nedidan. Bi temamî xwe ferz dikirin. Bêyî ku ji me agahiyan bistînin diçûne cem Rêber Apo weke ku PKK'ê fikra xwe gotî şiklê dawî didanê. Me ev kire mesele û me wek hevnegirî û talokeyekê dît. Ji bo vê jî me xwest midaxele bikin. Pirsgirêk çû heya cem Rêver Apo.
Rêber Apo hay ji van hemû tiştan hebû. Li gel ku bi van dizanîbû jî ji bo ku gavan bide avêtin israr kir. Hem jî got, ‘' Wê roja 28'ê Sibatê be. Li hemberî muxtireya 28'ê Sibata 1997'an wekî helwesteke demokratîk wê were daxuyandin.'' Di vê rojê de dane daxuyaniyê xweyî wateyeke wiha bû. Bi vî awayî li hemberî hemû meylên darbekaran dixwest pêvajoya demokratîkirina Tirkiyê ku êdî veger jê nîne pêk bîne. Hikûmeta AKP'ê belgeya mitebaqata navborî ji bo ku li gorî xwe biniqirîne dixebitî. Hevdîtarên wan ji bilî tiştên ku Rêber Apo gotî dixwestin hin tiştan têxin metnê. Dixwestin biawiqînin. Bi eşkere dixwestin hîleyan bikin.
Hem li gel wan û hem jî gel metirsiyên me, Rêber Apo her çendî kêmasî hebûn jî, bawerî pê anî ku wê bi nîqaşan werin çareserkirin, bi israr xwest ku pêşnûmeya 10 xalî ya muzekereyan di 28'ê Sibatê de bi hikûmetê re were ragihandin.
Hikûmetê jî ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne di vê xebatê de diviya gav biavêtana. 28'ê Sıbatê bêyî dilê wan jî be gavek avêtin. Ango mudaxele nebûna, pir ne pêşveker û bilez jî bûya hikûmeta AKP'ê hêdî hêdî wê gavên wiha bavêtana. Ji ber ku ji civakê bersiv distanin, didîtin destek û deng girêdayî vê ne.
Gelek hêzên navneteweyî jî gotin ew piştgirî didine vê pêvajoyê…
Belê, dinyayê jî destek dida. Yanî pêvajoya çareseriyê wekî polîtîkaya herî girîng a AKP'ê didîtin. Raya giştî di nav bendewariyekê de bû. Ji bo vê jî neçar bûn ku gavekê bavêjin. Mudaxele li vê hate kirin.
DEWLETA KÛR Û HÊZÊN NETEWEYÎ YÊN YEKPARÊZ MUDAXELE KIRIN
Hûn dibêjin mudaxeleya li pêvajoya çareseriyê, gave ku hindik mabû derbasî muzakereyan bibe, pêk hat?
Belê. Hêzên faşîst ên netew dewletê dîtin ku piştî 28'ê Sibatê gaveke dî were avêtin û dest bi muzakereyan were kirin vegera wê êdî wê ne pêkan be û hikûmeta AKP'ê wê neçar bimîne ku gavan bavêje, mudaxeleyê vê kirin. Di xala herî krîtîk de, di arîfeya wê de ku êdî veger wê ne pêkan bûne, mudaxele kirin.
Rêber Apo AKP anî wê rewşê ku êdî nikaribe lîstik û hîla xwe domîne. Heke gaveke dî bihatana avêtin, wê vegera wê nîn bûya. Ji bo vê jî maskeya wan derxist. Helwesta xwe nîşan dan û rûyê wan ê rasteqîn derkete holê. Helwesta ku Rêber Apo nîşanda dayî maskeya wan daxist.
Ji ber ku gotinên wan cuda û kirinên wan cuda bûn. Durû bûn. Demogojî, hîle û lîstik dikirin. Helwesta wan bi mebesta xapandinê bû. Rêber Apo xwest ku vê zelal bike.
Ev rewş bi deklarasyona 28'ê Sibatê gihaşte sînorê dawî. Heke gaveke dî bihatana avêtin ev ê bibûya muzakere. Diviyabû muzakere bidana destpêkirin. Heke ev bi hîleyan û derewan bikarbianîna jî wê maskeya wan biketa û rûyê wan ê rasteqîn diyar bibûya û ya dawî pêk hat.
Daxwaza Rêber Apo û PKK'ê jî û bendewariya raya giştî jî ne ev bû. Hemû bendewarî û daxwaz ew bûn ku AKP çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêş bixîne û çareser bike. Lê bi AKP'ê û Erdogan re ev helwest nebû.
Tişta ku jê re dewleta kûr dibêjin, hêzên dewlet-neteweya yekparêz mudaxele kir. Bi îhtîmaleke mezin bi Erdogan re hevdîtin kirin. Dengê xwe lê kirin, gef lê xwarin û li hev kirin. Bi vî awayî jî kirin ku Erdogan mudaxele bike.
ERDOGAN BERDEVKIYA DEWLETA FAŞÎST KIR
Ango hûn dibêjin helwesta Erdogan a li dijî mitebeqata Dolmabahçeyê û dijderketina wî ne helwesteke şexsî bû?
Min ti caran ev weke mudaxeleyeke takekesî nedît. Ew, wekî Serokkomarekî diviya berdevkî bikira û ew kir. Ji bo vê jî berdevkiya hişmendiyê û siyasetê bi Erdogan dane kirin. Wî jî dît ku ji bo ku bikaribe li desthilatdariyê bimîne divê bi wan hêzan re tifaqê bike û bi wan re ya xwe kire yek. Tevlî wan bû û berdevkiya wan kir. Bi vî awayî bû xweyî helwest. Bi vî awayî Erdogan piştî Newrozê hevdîtinên 5'ê Nîsanê qedand, ev helwest bi vî awayî derkete holê.
Ev helwest li dijî hemû pêvajoyê, Rêber Apo û hewldanên PKK'ê bû. Helwesteke li dijî daxuyaniya hikûmeta AKP'ê ya li Dolmabahçeyê bû. Got, ‘'we zêdegavî kirin, ez mitebeqata Dolmabahçeyê nas nakim.'' Erdogan bi vê helwesta xwe ji hikûmeta Davutoglu re got: ‘'Belê, me dixwest li Imraliyê hin hevdîtin pêk werin, lê ne ku ji vir mitebeqatek derkeve, me got Kurdan biawiqînin. Me bi hîleyan û xapandinê didomand, ji we weye ku em bi rastiyê dimeşin.''
Têkoşîna esil piştî ku hikûmet bi cidî nêzî meselê bû hate kirin. Tirsiyan û gotin, ‘'gelo hikûmet, dewlet wê gavên ku me girêbidin bavêjin, hîleyên ku bi navê hevdîtinên li Imraliyê dibin fêhm nekirine?''
ERDOGAN HEMÛ KESÊN MUTABAQAT AMADE KIR, JI PARTIYÊ AVÊT
Tam jî dema wê bû ku dihate nîqaşkirin bê ka Şandeya Çavdêrîkirinê wê pêk were yan na, ku pêk were di şandeyê de wê kî hebe?
Êdî muzekere wê dest pê bikirana. Ji ber ku li Imraliyê mase hatibû danîn. Biryar hatibû dayin ku şandeyên muzekereyan werin avakirin û nav hatibûn nîqaşkirin. Du alî jî wê biçûna, şiklê dawî bidana, şande wê bihatana çêkirin û muzekere dest pê bikirana. Di rewşeke wiha de muhahele kirin.
Ji bo vê jî i hevdîtinên 5'ê Nîsanê de Rêber Apo şert danî: ‘'Ku careke dî hûn ê werin, bila şandeya muzekereyê were avakirin û ji bo muzekereyan werin. Naxwe bila kes neyê. Ji niha û şûn ve ti wateya hevdîtinên ku veneguhere muzekereyan nîne .'' Di vê rewşê de hêzên netew-dewleta faşîst bigirin ta bi Ergenekoniyan, MHP û CHP hemû hêzên faşîst mudaxele kirin.
Erdogan wê demê ji bo ku bi hêsanî dengan bi dest bixe hîle dikir, wext bi dest dixist. Dema ku dît wê nikaribe wiha bike, divê bibe xweyî helwesteke zelal, bi hêzên netew-dewletê yên navborî re bû yek û dawî li pêvajoyê anî. Jixwe ew jî xweyî hişmendiyeke faşîst û yekparêz bû. Bi vî awayî li dijî pêvajoya muzekereyê bû xweyî helwest û her tişt red kir. Got, ‘'li Imraliyê hevdîtin nîn in, ti mutabeqat nîn in. Ew ên ku daxuyanî dayin şaş kirin û bi ser ê xwe kirin. Pirsgirêka Kurd nîn e û me ew çareser kiriye.''
Jixwe hemû kesên ku ew hevdîtin kirin û mutabeqat hazir kirin ji partiyê avêtin. Ji ber ku nikarîbûn siyaseta bi hîle ya Erdogan bimeşînin ji peywirê hatin dûrxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kêm jî be tiştin kirin lê berdêla vê dan.
Û pêvajoya hate 7'ê Hezîranê. Hilbijartin bi serketina mezin a HDP'ê bi dawî bû. Sedî 13 standin û 80 parlamenter derxistin. Lê ew meclîs nexebitî. Çi têkilî di navbera serketina HDP'ê û êrîşên 24'ê Tîrmehê de heye?
Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê pir hatin nîqaşkirin, careke dî hewceyî pê nîn e ku were dubarekirin. Serkeftiyê hilbijartina 7'ê Hezîranê bê şert û merc HDP bû. Tê zanîn, ê têkçûyî AKP bû. AKP ji desthilatdariyê ket. Di hilbijartina 3'yê Kanûna 2003'an de bi serê xwe bû desthilatdar. Piştî wê heya 7'ê Hezîrana 2015'an tim bi tena serê xwe bû desthilatdar. Di hilbijatina 7'ê Hezîranê de gelek deng winda kirin ku bi tena serê xwe êdî nikarîbû hikûmetê ava bike.
AKP'Ê DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE JI BER HELWESTA ERDOGAN WINDA KIR
Baş e, sedema kir ku HDP bi ser bikeve û AKP ji desthilatdariyê bikeve çi bû?
Ev pir bi hev ve girêdayîne. Bi eşkere dikarim bibêjim ku, ya ku rê li ber vê vekirî nêzîkatiya li pêvajoya çareseriyê bû. Ji ber ku HDP li hemberî hemû êrîşan jî bi israr li pêvajoya çareseriyê xwedî derket, di vê mijarê de gotin û kirinên wê hevgirtî bûn, kir ku di 7'ê Hezîranê de sedî 13 bistîne. Sedema kir ku AKP ji desthilatdariyê bikeve jî nêzîkatiya bi hîle hevneger a li pêvajoya çareseriyê bû. Helwesta Erdogan a li dijî pêvajoya çareseriyê, helwesta wî ya ku dawî li pêvajoyê anî, rê li ber vê vekir. Tekane sedema ku AKP di hilbijartinê de têk biçe mudaxeleya wî ya li pêvajoyê bû. Redkirina pêvajoya çareseriyê, rawestandina wê û înkara wê bû.
Tenê nehate gotin, ‘'pêvajoya çareseriyê qediyaye.'' Piştî wê HDP kirin hedefa sereke. Nehiştin ku mîtîngan bike, ji hêla polêsan di bin rêveberiya AKP'ê de buroyên HDP'ê hatin bombekirin, mîtîng hatin qedexekirin. Herî dawî di mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê de komkujiyeke mezin hate kirin. Ji ber ku di mijara pêvajoya çareseriyê de hevgir bû. Pêvajoya çareseriyê ferz kir û li pêvajoyê xwedî derket.
Ev helwesta HDP'ê ji civakê destek stand. Çawa ku gelê Kurd destek dayê, ji civaka Tirk jî destek dît. Di rêjeya sedî 13 de tevlîbûneke xurt a civaka Tirkî jî hebû. Meyla Tirkiyê nîşan da, bi rastî jî civakê piştgirî da pêvajoya çareseriyê û xwedî derdikeve. Dixwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkî demokratîk bibe.
AKP jî bi mîsogerî ji ber helwesta Erdogan têk çû. Li şûna ku vê wiha binirxînin, mudaxeleya piştî ku Dolmabaçeyê çêbû, piştî 7'ê Hezîranê kûr kirin û domandin. Hin derdoran, piştî 7'ê Hezîranê xwestin ku AKP pêvajoyê ji nû ve bi awayekî rast binirxîne.
BIRYARA ŞER JI ALIYÊ HIKÛMETA JI DESTHILATDARIYÊ KET VE HAT GIRTIN
Bi awayekî rast û ji nû ve nirxandin dihate çi wateyê?
Diviya sedemên têkçûna 7'ê Hezîranê rast bihatana tespîtkirin. Derkete holê, sedema ku rê li ber vî tiştî vekirî qedandina pêvajoya hilbijartinê bû. Naxwe, ji bo ku AKP rastiyê bibîne, diviya dîsa li pêvajoya çareseriyê xwedî derbiketa û çareseriya pirgirêka Kurd li ser bingehê demokratîk kirina Tirkiyê pêk bianiye, li vê siyasetê xwedî derbiketa.
Di nav AKP'ê de û li derdora wê hinan ev fikir diparastin. Di nav AKP'ê de tevgerek çêbû. Hêzên ku piştî 28'ê Sibayê mudaxele li AKP'ê kirin, piştî 7'ê Hezîranê jî mudaxeleyeke bi vî rengî kirin. Li ser îhtîmala ku wê dîsa li pêvajoyê vegerin, mudaxele li AKP'ê kirin.
Ev mudaxele mudaxeleya hemû hêzên faşîst bû. Hemû hêzên faşîst ên hundir û derve ku ji demokratîkbûna Tirkiye ditirsiyan, mudaxele li AKP'ê kirin. Û piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rê li ber avabûna hikûmeteke wiha girtin ku dîsa pêvajoya hilbijartinê dest pê bikin. Dibe ku bi hikûmeteke ji AKP, HDP, CHP'ê pêk hatî siyaseta ku pirsgirêka Kurd çareser bikin ava bibûna. Siyaseta ku AKP bikirana hêza demokratîk, ji civakê destek bigirta ev bû. Ji vê tirsiyan û mudaxele kirin.
Davutoglu şeva 7'ê Hezîranê got ew ê hikûmeta koalîsyonê ava bikin. Lê Erdogan peywir da Davutoglu ku qet hikûmetê ava neke. Di hevdîtinên du alî de got, ‘hikûmetê ava bike an, ‘'hikûmetê ava neke, biawiqîne''? Erdogan û hevalpiştên wê bûne asteng ku bi HDP'ê re hikûmeta koalîsyonê were avakirin. Devlet Bahçelî rasterast ev asteng kir.
Bi vî awayî meclîsa ku di 7'ê Hezîranê de derketî hê roja pêşî de kuştin. Anîne rewşeke wiha ku nikaribe siyasetê bike, hikûmetê ava bike. Diyar bû meclîseke ku nikaribe hikûmetê ava bike wê temenkin be û di demeke kurt de ji hev bela wela bibe. Jixwe meclîsa ku bi 7'ê Hezîranê re derketî holê li dijî PKK'ê şer ragihand.
Hikûmeteke ku ji desthilatdariyê ketî û hikûmeta hilbijartinê bû biryara şerekî mezin da. Nikarîbûn asteng bikin hikûmeteke bi vî rengî êrîşên 24'ê Tîrmehê dest pê bike. Nikarîbûn bibêjin, ‘'Hûn hê ne hikûmet in, ti berpirsyariyeke we ya siyasî nîn e, peywira we nîn e. Hûn nikarin welêt û civakê bixin şerekî ev çend taloke.'' Hikûmeta ku bi wekilî li ser rêveberiyê bû, Tirkiye kire nav şerekî giran.
AKP ya piştî 7'ê Hezîranê, wê siyaseta xwe wiha ava bikira ku li çareseriya pirgirêka Kurd digere û li gorî vê jî wê ji xwe re şi hevkaran û hêzan bigeriya. Lê mudaxele li ve hate kirin û xwestin ku pêşî li vê bigirin.
VEGERA JI XETA POLÎTÎKAYA DERVE JÎ DESTWERDANEK E
Ev mudaxele weke ‘darbe''yê hatibû binavkirin. Ji nirxandinên we derdikeve ne tenê darbeyek rêze-darbeyên ku li zemên belav bûyî hatin kirin?
Belê ev hemû darbe bûn. Rêber Apo ev wekî mekanîka darbeyê nirxand. Darbeyên rojana bûn û siyaset bi darbeyan dimeşiya. Bi geşedanên rojane darbe dihatin kirin. Mînak li hemberî mutabeqata Dolmabahçeyê helwesta Erdogan darbe bû. Dîsa li hemberî encamên 7'ê Hezîranê helwesta Erdogan darbe bû. Hemû hêzên faşîst a xwe kirin yek û bûne asteng ku meclîsa ji hilbijartinê derkekî hikûmetê ava bike. Bi vî awayî êrîşên 24'ê Tîrmehê dane destpêkirin. Bi vê êrîşê re jî çûne hilbijartina 1'ê Kanûnê.
A rast di hilbijartina 1'ê Kanûnê de ne hilbijartin bû û ne jî AKP hate ser desthilatdariyê. Tiştên ku hatin kirin ti têkiliya xwe bi avaniyên demokratîk re nebûn. Ev jî darbeyeke hilbijartinê bû û xespkirina desthilatdariyê bû. Ev hemû darbeyên di nav darbeyan de bûn. Êrîşa 24'ê Tîrmehê darbe bû. Kê wêrekî kir ku Tirkiyê têxe nav şerekî wiha? Hilbijartinên 1'ê Kanûnê darbe bû û heya niha weke darbeyekê meşiya.
Herî dawî dibêjin, Erdogan di polîtîkaya derve de fetlek da xwe. Ev jî mudaxele bû. Gotin, ‘'Helwesta xwe biguherîne, şêwaza xwe rast bike, ziyanê dide'' Di cih de miçiqî. Erdogan niha berdevkiya hêzên faşîst dike ku pergala netew-dewletê di destê wan de ye. Ew hêz daxwaz dikin û mudaxele dikin. Erdogan ji mêj ve ye radestî wan bûye.
Tê zanîn ku di navbera Erdogan û Artêşê de lihevkirineke heye. Gulana 2007'an bi Yaşar Buyukanit re tiştekî weke mutabeqata weke ya Dolmabahçeyê bû. Guherîneke cidî ya polîtîkayê nebû lê ji bo ku civakê bixapînin şêwaza xwe diguherînin. Li hemberî hin derdorê dî xwe ditewînin.
We got, Erdogan, Ergenekon û faşîstên netew-dewlet bûne yek. Li cem van blokên faşîst ên xwecih piştgiriyeke navnetewî hebû ji bo vê şerê ku hatî destpêkirin? Bi vê ve girêdayî peymana Tirkiyê û DYA'yê ya 22'yê Tîrmehê di pêşketina vê pêvajoyê de roleke çawa lîst?
Têkiliyên derveyîn yên van derdoran heye ku li Tirkiyê înkar û qirkirina Kurdan ji xwe re esas digirin û dixwazin statûkoya netew-dewletê li ser vî esasî bimeşînin. Ji vê re têkiliyên bi Super Gladîo re tê gotin. Dikare weke têkiliyên bi hêzên modernîteya kapîtalîst re jî were gotin. Lê li gel ku navendên ku siyaseta dinyayê bi rê ve dibin hene jî, heya rêjeyekê siyaseteke eşkere jî heye. Ji bo vê jî siyaseteke guherbar e.
Di mudaxelya mutabeqata 28'ê Sibatê de piştigiriyeke kêm hebû ya wan hêzên ku Erdogan berdevkiya wan dike. Pir qels bûn.
Pêvajo bi vî rengî hêzên faşîst ên nav Tirkiyê bi rê ve birni. Faşîzma Sipî, Reş, Kesk a Tirkparêz bûne yek, 24'ê Tîrmehê û 1'ê Kanûnê ava kirin. Lê derdorên derve ku ji çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengê ku PKK diyar dike, ditirsin, piştgirî dane Erdogan û Bahçelî. Ji ber ku ji demokratîkbûna Tirkiyê tirsiyan wiha tevgeriyan.
Gotin, şerê AKP-PKK'ê were afirandin, ‘'her du alî jî wê qels bibin, wê li têkilîdanînê bigerin û hewceyî hev bin'' û bi vî awayî hinan piştgirî dane êrîşên 24'ê Tîrmehê. Rola DYA'yê ya di vir de beloq bû.
KOMKUJIYA PIRSÛSÊ JI ALIYÊ MÎT'Ê VE HAT KIRIN
Wekî din, di heman rojan de li Pirsûsê komkujî hat kirin. Eleqeya qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst li Pirsûsê, bi vê pêvajoyê ve çi ye?
Belê, em di yekemîn salvegera vê komkujiyê de ne. Ez hemû ciwanên di wê komkujiyê de şehîd ketine bi rêzdarî, bi minetdarî bibîr tînim. Ev saleke, ji bo hilanîna tola wan, weke gel û tevger li ser bingeha dayîna bi sedan şehîdan me şer kir, li ber xwe dan. ew hêzên gelekî rêzdar bûn. Mirovên ku Tirkiyeya demokratîk temsîl dikirin bûn. Mirovên biratiya Kurd û Tirkan temsîl dikirin bûn û li Pirsûsê bi xwîna xwe mayînde bûn.
Eger îro, tevî vî şerê giran jî şerê Kurd-Tirkan naqewime, nakokiyên neteweyî rû nadin, di vir de rola yên Pirsûsê xwîna xwe rijandin, diyarker e. Hebûna wan, civakê bi hev digire. Yên ku biratiya Kurd û Tirkan temsîl dikin, ew in. Wê bi vî rengî werin bîranîn. Armancên wan wê bên biserxistin. Vê yekê careke din bi zelalî bilêv dikim.
Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê berhemeke MÎT'ê bû; ji vê komkujiyê Hakan Fîdan berpirsyar e. Di vî warî de em hîç ne şaş in. Komkujiya Pirsûsê, bi navê DAIŞ'ê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Lê di çarçoveya ku min bilêv kir de, desteka DYA jî hebû. AKP qels bû û xwest ji vê qelsiyê sûdê werbigire. AKP tevlî koalîsyona navneteweyî bû. Hewl da nîşan bide ku ew jî li dijî DAIŞ'ê şer dike û bi vî rengî jê hebû ku wê karibe PYD'ê tesfiye bike. AKP'ê ev meyl dît û xwest jê sûdê werbigire. Xwestin AKP a qelsbûyî, li Rojhilata Navîn di pozîsyoneke xizmetê ji siyaseta wan re dike, bigirin.
Helwesta Erdogan li polîtîkayên DYA nedihat. Xwestin AKP'ê bînin ser rêya xwe. PKK jî gelekî xurt bûbû û îtibara xwe zêde bûbû. Berjewendiyên DYA di şerê AKP-PKK'ê de hebû. Hesabê, 'Wê AKP bibe hewcedarê DYA û dest ji helwestên xwe yên li dijî DYA berde. Eger PKK jî qels bibe wê îtibara ji ber serketina Kobanê, hilbijartinên 7'ê Hezîranê û şerê li dijî DAIŞ'ê bi dest xistiye, winda bike, kêm bike.'
PKK di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'an de veguherî hêzeke mirovahiyê li dijî faşîzmê diparêze. Li çar aliyên cîhanê, gelan, kedkar, jin û ciwanan, rastiya Kurdan li ser vê bingehê nas kirin û destek dan. Vê yekê DYA tirsand. Tirsiyan ku PKK wê li Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinên nû veke. Pratîka xwezayî ya feraseta pêşîgirtina li vê yekê, afirandina şerê navbera AKP û PKK'ê bû.
AKP jî di 7'ê Hezîranê de ji desthilatdariyê ketibû. Ji bo careke din bibe desthilatdar, wê bi desteka DYA şerekî bi vî rengî bimeşanda. Li ser vê bingehê dest bi êrîşa 24'ê Tîrmehê kir. Polîtîkayên DYA û AKP'ê hinekî li hev hatin û bi vî rengî rûreşiyek qirkirinê, ku ketiye sala xwe ya yekemîn, pêk hat.
Bûyerên ku li Cizîr, Sûr û çar aliyên Kurdistanê diqewimin, ne kêmî tiştên beriya sed salî, di sala 1915'an de li hemberî Ermeniyan, Rûman û Kurdan hatin kirin e. Ya ku di nava sala bihurî de faşîzma AKP'ê li Kurdistanê kir, tehcîr û komkujî bû. Bûyerên ku niha qewimîn ancax bi bûyerên beriya sed salî qewimîn karibin bên vegotin. Ji wan bêhtir, hovîtî hat kirin.
Êrîşên 24'ê Tîrmehê li salvegera Peymana Lozanê ya 24'ê Tîrmeha 1925'an rast hat. Gelo ev yek rasthatinek bû? Ev şer di nava şerê li Kurdistanê tê meşandin de xwedî cihekî taybet e?
Dibe ku li salvegera Peymana Lozanê rast anîne. Dewleta Tirk bi hesasî nêzî tiştên bi vî rengî dibe. Mesela, dema komploya navneteweyî li hemberî Rêbertî hat kirin, cezayê îdamê di roja îdamkirina Şêx Seîdan de da. Êrîşa sala 1996'an a li hemberî Rêber Apo, di 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîzan de kir. Nêzîkatiyên bi vî rengî yên dewleta Tirk hene. Dixwazin mesajê bidin.
24'ê Tîrmehê jî dibe ku di vê çarçoveyê de hatibe hilbijartin. Lê belê, rewşa siyasî û leşkerî ewçend dagirtî bûn, ku li dû hev gelek bûyer qewimîn. Dibe ku ev dem rasthatinek jî be. Ji ber ku di 20'ê Tîrmehê de komkujiya Pirsûsê û nîqaşên li ser wê zêde bûn. Eger pêşî lê nehatibûya girtin, wê hikûmeta AKP'ê bibûya berpirsyar. Dema êrîşên 24'ê Tîrmehê destpê kirin, nîqaşên li ser komkujiya li Pirsûsê hatin nixumandin.
Li aliyê din bi DYA re peyman hat morkirin. Xwedêgiravî tevlî koalîsyona şer a li dijî DAIŞ'ê dibû û wê mîna hêzeke ku li dijî DAIŞ'ê şer dike, bihata nîşandan. Lê armanca xwe lêdana li PKK'ê bû. Lewma balafirên rabûn, yekser li PKK'ê dan.
Pêvajoya 7'ê Hezîranê çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dikir, ji bo vê jî pêwîstî bi guhertin û ji holê rakirina Peymana Lozanê hebû. Di her firsendê de digotin, 'Em nahêlin Lozan were têkbirin'. Li dijî yên hewl didin Peymana Lozanê têk bibin, dibe ku pêngava parastina Lozanê dabin destpêkirin. Ev nirxandinên teorîk in.
ŞER JI ALIYÊ PKK'Ê VE NEHAT DESTPÊKIRIN
Mijarek heye ku hê tê nîqaşkirin û hewl tê dayîn bê xumamîkirin: Tê îdîakirin ku beriya 24'ê Tîrmehê PKK'ê bajar tijî bombe kiriye. Dema ji aliyê dewletê ve were nirxandin, gelo êrîşeke bi vî rengî berfireh, dikare bê amadekariyeke cidî were kirin? Yanî amadekarî û planeke dewletê ya di vî warî de hebû?
Eşkere ye amadekariya dewletê hebû; li ser vê yekê pêwîstî bi şîroveyê jî nîne. Gelek belgeyên di vî warî de derketin holê. Xwestin vê pêvajoyê bi êrîşên li hemberî Kobanê re bi hilweşandina şoreşa Rojava bidin destpêkirin. Xwestin li ser vê bingehê, bi êrîşên topyekûn ên li Bakurê Kurdistanê re, Tevgera Azadiyê bi temamî tesfiye bikin.
Li ser vê bingehê di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de, biryar li ser lingê Bakur ê plana çalakiyan a têkbirinê hat standin. Êrîşa li hemberî Kobanê bi destê DAIŞ'ê, çêkirina planên hevpar ên êrîşê yên li hemberî Rojava û Bakur, hewldan û projeyên hêzên veşartî ne. Piştre di bin navê 'qanûna ewlekariya hundirîn a li dijî terorê' qanûn derxistin.
Li aliyê din, ji bo girtina sînoran, qereqol û kalekol jî di nav de bi her awayî amadekariyên şer kirin. Piştî wê civîna MGK'ê me ev tespît kirin: 'Dewleta Tirk amadekariya êrîşeke topyekûn dike û eger firsendê bibîne wê vê bixe meriyetê'. Li gorî vê amadekarî jî kirin.
Li hemberî vê yekê, weke tevgerê me rewşa xwe nirxand. Em dikarin hin tiştan bi awayekî vekirî bêjin. Em hêzeke ku bi rengekî vekirî siyasetê dikin e. Mesela, di wê demê de me didît ku aliyê din bi rengekî şaş nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û me hewl da wê teşhîr û pûç bikin. Em gihaştin wê encamê ku biryarên di civîna MGK a 30'ê Cotmehê de hat standin, biryara êrîşek dişibe êrîşa li hemberî Tamîlan. Li gorî van hemûyan me polîtîkayek destnîşan kirin.
Tevî van hemûyan, tevî ku me hin îtirazên xwe di sala 2013'an de nîşan dan jî, dema ku ji Îmraliyê hin belgeyên weke 'Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd plana çalakiyê ya ji 3 gavan' derket holê, ji bo pêkhatina van her sê gavan, me hevkarî kir û di vî warî de bûn xwedî yek nêrînê.
Me got, 'Rêber Apo veguherandiye belgeya nivîskî, fermî dibe, çareseriyê dixwaze, nabe ev hemû lîstik û xapandin be'. Ji ber ku hewldanên bi belge hebûn, li binê her rûpelî îmze hebû. Ev belge di destê me de ne, kî bixwaze em dikarin biweşînin. Ev hemû, ji Îmraliyê bi destê hikûmeta AKP'ê gihaştin ber destê me. Dewletê anî. Niha dibêjin HDP'yî, çûne û hatine. Na, ne welê ye. HDP'ê di navbear me û hikûmetê de navbeynkarî kir. Navbeynkariya bi Rêber Apo re, ji aliyê AKP'ê ve hat kirin.
Li aliyekî hevdîtinên Rêber Apo yên li Îmraliyê hebûn, li aliyê din jî di çarçoveya biryara 30'ê Cotmehê de amadekariya şer a TC hebû. Diviyabû me jî êdî polîtîkayek dualî bimeşanda. Rêber Apo 'pêşnûmeya aştî û pêvajoya çareseriyê' afirand. Me got, eger ev bi ser bikeve wê biryara şer a 30'ê Cotmehê pûç bibe, eger muzakere bi ser nekeve wê biryara şer a 30'ê Cotmehê bikeve meriyetê. Li ser bingeha vê nirxandinê, me helwesta xwe ji bo serketina pêşnûmeya aştî û çareseriyê diyar kir. Tevî ku me hin nîqaş têrker nedîtin jî, dema Rêber Apo dixwest, bêyî li ser nîqaş bikin me destek dan.
Ji vê rewşê, divê mirov vê bikin; şer ji aliyê PKK'ê ve nehat destpêkirin?
PKK ji bo pêşî li şer bigire hewl da. Daxwaza rêveberiya me ew bû, ku pirsgirêk bi muzakereyan bê çareserkirin. Lê belê eger hewldanên me bi ser neketibûya, wê êrîş bihata kirin. Wê demê diviyabû me jî xwe biparasta.
Bêguman di vê çarçoveyê de gelek tişt hatin kirin. Ji me dixwestin em gerîla vekişînin, çekan deynin û nehêlin tevlîbûn li nava refên gerîla çêbibe. Me nîqaşên bi vî rengî danîn aliyekî. Nedibû me çek danîna û xwe bidana aliyekî. Bêguman me pêşî li tevlîbûnan negirt. Dem û firsend hebû, me jî dikarîbûn ji aliyê leşkerî ve gelek amadekariyên berfireh bikira. Vekirî dibêjim, me nekir. Lê me pêşî li tevlîbûnan negirt û yên tevlî bûn jî perwerde kir. Li ser vê bingehê me gerîla perwerde kir û nû kir. Gerîla hêzeke tedbîrê bû. Li dijî biryara şer a MGK a 30'ê Cotmehê, diviyabû hêza me ya xwe, gelê xwe û Rêberê xwe biparêze, amade bûya.
Lê belê, ji bilî vê yekê îdîayên dibêjin, 'me çek û şervan li hin cihan bicih kirine' ne rast in. Yên digotin 'her cih bi teqemeniyan dagirtine', di dawiyê de firotina amonyûm nîtrat asteng kirin. Hewl dan dînamîtan kontrol bikin. Yanî hewl dan malzemeyên li Tirkiyeyê tê firotin, bi sînor bikin. Madem ji derve dihatin, wê demê we ew biryar çima girtin? Pêwîstiya me pê nîne em tiştekî ji cihekî bibin cihekî din.
Li çiyê gerîla hebûn û çekên wan ji xwe li gel wan bû. Pêwîstiya me pê tinebû ku em derdorê bi teqemeniyan dagirin. Gerîla li cihê lê ye dikare bike, em dikin jî. Niha jî çiqasî hewl bidin asteng bikin jî nikarin asteng bikin. Eger yekê asteng bike, em ê bi madeyeke din çêbikin. Ji aliyê teknîkê ve ew potansiyela me heye.
Dema mirov li şerê sala dawî dinêrin, em ber nekirina amadekariyeke têrker a leşkerî em xwe rexne dikin. Eger me amadekarî kiribûna, wê êrîşên AKP'ê bi vî rengî bi rehetî nebûya. Gerîla nedihişt artêş gavekê jî bavêje. Hemû hewldanên me ji bo siyaseta demokratîk bû.
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, em di 10'ê Hezîranê de li hev civiyan û me ev tespît kir: divê bloka demokrasiyê ya berfireh ava bibe, hikûmeteke ji çar partiyan bê damezrandin, eger MHP tevlî nebe jî bi hikûmeteke ji sê partiyên din dikare meclîsê veguherîne cihê qanûnîkirina guherîn û veguherîna demokratîk.
Me hewl dan vê yekê ji HDP'yiyan û raya giştî re ragihînin. Bi hemû hêza xwe me hewl dan propaganda pêwîstiya vê bikin. Ji ber ku me hemû derfetên xwe ji bo vê seferber kirin, li hemberî êrîşeke gengaz me amadekariyên me qels man.
Nêrîna rêveberiya me di roja 24'ê Tîrmehê de jî bi vî rengî bû. Li benda avabûna hikûmetê bû. Li ser mijara demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi hikûmeta nû re, radiwestiya. Dema em di nava avan nîqaşand e bû, di 24'ê Tîrmehê de êrîşên topyekûn li hemberî me hatin destpêkirin. Di nava şevekê de bi balafirên şer 400 sortî kirin, avêtin ser bi sedan malan û operasyonên qirkirinên siyasî dan destpêkirin.
Ji bo rastî bê zanîn dibêjim; armanca min propaganda nîne. Me, li gorî teoriya "biryara şer girtine, divê em li hemberî vê amade bin' helwesta pêwîst nîşan nedan. Ev yek ji aliyê me ve mijara rexnedayînê ye. Em vê venaşêrin.
ÊRÎŞA SERÊKANIYÊ BI AGAHIYA ME NEHAT KIRIN
Beriya 24'ê Tîrmehê li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin û rayedarên hikûmetê ev bûyer ji xwe re kirin hincet. Tevgera we ev bûyer çawa nirxand?
Ji bûyera Serêkaniyê me tiştek fêm nekir. Ne biryareke bi vî rengî ya rêveberiya me hebû, ne jî bûyereke bi vî rengî bi agahiya rêveberiya me hat kirin. HPG'ê da xuyakirin, ku çalakiyek ji aliyê hin hêzên welatparêz ve hatiye kirin, ragihand. Ev hêzên welatparêz kî ne, ew jî eşkere nebû. Yanî eşkere nebû bûyereke çawa ye. Ev polîsên li Serêkaniyê kî bûn, çi kar dikirin? Kê ew kuştin, çima kuştin? Bila dewlet van hemûyan eşkere bike û her kes pê zanibe. Li gorî wê biryar were dayîn.
Ji bo rastî eşkere bibe, me bang kir. Ji vê bûyera di nava tarîtiyê de ma, her kesî li gorî berjerwendiyên xwe hewl dan sûdê werbigirin. Ev lîstikek e, komployek e.
Em li vê jî bifikirin; Di 22'ê Tîrmehê de li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Lê di 20'ê Tîrmehê de Pirsûs bû gola xwînê. 33 ciwan hatin qetilkirin.
Di rewşeke ku bûyerek bi vî rengî qewimiye de, kuştina 2 polîsan tê nîqaşkirin. Dibêjin, bi şev di nava nivînan de hatine kuştin. Bir astî jî hatine kuştin, çima hatine kuştin? Ez jî dibêjim: 'MÎT, Hakan Fîdan ew kuşt'. Bila îspat bikin. Bi rastî jî bûyereke bi vî rengî heye yan na. Eger hebe, çawa qewimiye? Ev hemû nediyar in. Bi xumamîkirinê re berevajî kirin. Pêvajo bi bûyera Serêkaniyê destpê nekir. Eleqeya xwe bi 22'ê Tîrmehê re nîne. Pêvajo bi Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê re destpê kir. Ew jî komkujiyek ji aliyê MÎT'ê ve hat kiribû.