Elyas Qasim yek ji şahidê komkujiya Şengalê ye. Qasim destpêka trajedî û firotina Şengalê ji bi firotina Mûsilê ve girê dide û dibêje, "Hin hêzên leşkerî û partiyên siyasî bi hev re tifaqe kirin, ew çekên Mûsil û gelê tê de firotin. Çawa ku Mûsil firotin Şengal jî bi tevahiya gelê Êzidî ve di 3'ê Tebaxê de firotin."
Elyas Qasim diyar dike, ew beriya 3'ê Tebaxê, roja ferman ê li ser sînorê Rojava û Iraqê bûye û behsa "ketina Mûsil'ê dike û wiha pê de çû, "Di 10'ê Hezîrana 2014'an de, dema ku Mûsil kete bin destê çeteyên DAIŞ'ê, wê demê 60 hezar leşker li wir hebûn. Sibehê zû telefonek ji min re hat û gotin ku xiyanetek mezin li Mûsilê hate kirin û ket bin destê çeteyan. Hin hêzên leşkerî û partiyên siyasî bi hev re tifaqe kirin, ew çekên Mûsil û gelê tê de firotin. Çawa ku Mûsil firotin Şengal jî bi tevahiya gelê Êzidî ve di 3'yê Tebaxê de firotin."
PIŞTÎ MÛSILÊ PDK'Ê ŞENGAL FIRTON
Şahidê Komkujiya Şengalê Elyas Qasim ji ANF'ê re ragihand, dema ku Mûsil ketiye bin destên çeteyên DAIŞ'ê, ew hemû ji ser sînorê û derdorê belav bûne û hatine mala xwe. Elyas, dibêje, piştî Mûsilê me dizanîbû ku dor wê were ser me û ji bo ku em Şengalê biparêzin wan çek jî bi xwe re birine lê belê PDK'ê çekên wan ji wan standine û wiha dibêje," piştî Mûsilê Hêzên PDK'ê Şengal firotibûn çeteyên DAIŞ'ê" û "xiyaneteke mezin li wan hatiye kirin."
Elyas, çavdêriyên xwe yên di dema trajediya Şengalê de wiha dibêje:
"Dema ku Mûsil ket bin destê çeteyan di rojekê de em hemû ji ser sînor û derdorê giştî belav bûn û hatin malên xwe. Dema em hatin me got em ê çekên xwe bi xwe re bibin; ji ber ku me dizanîbû dora me piştî Mûsil wê were. Me çekên xwe bi xwe re anîn ji bo em pê li ber xwe bidin, lê dema ku em gehiştin navçeya Sinûnê hêzên PDK'ê em rawestandin û çekên me ji me birin, bi henceta ku emê Şengal pê parêzin, eger tiştek bû û em ê xwîna canê xwe bidin em nahêlin ku kes ber bi Şengal were. Em bê çek hatin malên xwe û ji xwe pîştî demek kurt çeteyên DAIŞ'ê bajarê Tilafer'ê ji destê artêşa Iraqê girt û her wisa çend gund ji gundên me jî girtin derdore çiyayê Şengalê hêdî hêdî dikete dorpêçê de. Ev yeka hanê tektîk bû ji ber ku piştî Mûsilê Hêzên PDK'ê Şengal firotibûn çeteyên DAIŞ'ê. Lê me ev yeka hê nizanîbû û me bawer ne dikir ku Pêşmergên PDK'ê dev ji Şengalê berdin; me digot ku wê me bi ruh û canê xwe biparêzin lê mixabin di roja 3'ê Tebaxa 2014'an de, roja ku şer dest pê kir Pêşmerge bê ku li ber xwe bide reviyan û em di çeperan de bi tenê hiştin. Bi rastî di wê rojê de xiyanetek mezin li me hat kirin. Di wê rojê de bi hezaran ji gelê me ketin destê DAIŞ'ê û di çiyê de ji bê xwarin û av jiyana xwe ji dest dan."
PÊŞMERGE REVIYAN, GEL BI TENÊ HIŞTIN
Elyas Qasim behsa şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê kir û got heya ku cebilxaneya wan qediyaye wan li dijî DAIŞ'ê şerê xwe kirine û rewşa trajîk a dema şer wiha tîne ser zimên:
"Şer di saet 2:20'an de li Gir Zerik û Siba Şêx Xidir destpê kir. Pêşmerge reviyan û gel di çeperan de bi tenê hiştin lê gelê me şerê xwe bi çekên sivik wek kilaşînkof dewam kirin heta saet 7'ê sibê; lê cebilxana wan xelas û çeteyan bi ser wan de girt. Wê demê em li navenda Şengalê bûn. Di saetên berê sibehê de çeteyên DAIŞ'ê ketin gundê Til Izêr, Gir Zerik, Rembûsî û Siba Şêx Xidir. Piştî ku berxwedanî ji aliyê gel ve hatî kirin û ev gund ketin destê çeteyan bi saetekê bê ku şer di navenda Şengalê de bê kirin ketin navenda Şengalê jî de. Dema ku ketin Şengal, bi rastî demek pir nexweş bû. Bi hezaran keçên me û malbatên me ketin destê çeteyên DAIŞ'ê û bi hezaran ji gelê me yê li çiya de, ji neyîna xwarin û avê jiyana xwe ji dest dan. Me ji hin erzaq û tiştên dinê bi xwe re bi ser çiyê xist. "
ME NIZANÎBÛ PÊŞMERGE WÊ JI PIŞT VE LI ME BIXIN
Elyas Qasim, dibêje, wan hêvî dikirin ku pêşmerge li ber xwe bidin û di destê çeteyan de nehêlin. Lê pêşmergeyên PDK'ê li wesayitên xwe siwar bûne û reviyane.
Qasim wê rewşa revîna pêşmergeyan, bi awayekî şaşmayî wiha tîne zimên:
"Me digot em û peşmerge wê li ber xwe bidin lê me nizanîbû ku Pêşmerge ji pişt ve wê li me bixin û me bi tenê di destê çeteyên DAIŞ'ê de bihêlin. Em hatin navbera bajar û çiya ku jêre tê gotin Qendîl. Me li pêşmergeyan dinêrî ku çawa otombîlên wan ên mezin û biçûk tevî çekên wan danîne ser rê ji ber çeteyan direviyan û gel jî dida dû wan. Tevî ku Pêşmerge em firotin û xiyanet li me kirin jî, ji bo gel nikaribe xwe xelas bike rêyek tenê bi ser çiyayê Şengalê diket; jê re dibêjin rêya Lofa. Ji bilî wê tineyê Pêşmergên PDK'ê panzêrek xwe di rê de xerakirin. Gel di rê de ma û peya bi ser çiya ket. Dema ku em bi ser çiya ketin bi rastî zarokên me yên biçûk pir zehmet kişandin, me berê xwe da Çêl Mêra; bilintirîn cihê li çiyayê Şengalê. Piştre ji bo em bikaribin li ber xwe bidin û malbatên xwe xelas bikin Me malbatên xwe şandin Siba Xidir Tehla. Em nezî 20 kesan li wir man û piştre em çûn gel doşka ku anha jê re dibêjin doşka Qasim dirbo. Em çûne wir, me hin heval dîtin û me jî bi wan re nobet girt û li ber xwe da û heta roja îro em di vê rêyê de ne û em dev ji vê rê naberdin. Bi rastî beriya ku çeteyên DAIŞ'ê werin, me xwe wek niha birêxistin nekiribû û me hazirtiyên xwe nekiribûn. Ji ber ku di Şengal tenê de 12 hezar Peşmergeyên PDK'ê hebûn û her wisa Asayîş jî li Şengal hebû."
NE DAIŞ Û NE BARZANÎ BI SER NEKETIN
Elyas Qasim dibêje armanca DAIŞ'ê û Barzanî ew bûye ku qira Êzdiyan bînin; ji ber ku Êzdî bi koka xwe Kurd bûn, dixwestin vê kokê biqelîn.
Qasim wiha pê de diçe, "Bila her kes vê bi zanibe; ne DAIŞ ne jî Barzanî bi ser neketin ji ber ku armanca wan ew bû ku em bên dorpêçkirin û kesek ji me xelas nebe û navê Êzidiyan nemîne ji ber ku bingeha koka Kurdî Êzidî ne. Me gelek êşên û derdên giran dîtin, hetanî niha jî em nizanin ka çend hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan û çend hezar keçên me hatine revandin. "
ŞERVANÊN AZADIYÊ; GERÎLA PLANA WAN TÊK BIR
"Plan û armancên wan çawa di Şengal de bi ser neketin? Ji ber ku Şervanên Azadiyê Gerîla û YPG'ê bi me ve hatin plana wan bi ser neket. Heta ku Gerîla xwe ji çiyayên azad berda dem derbas bû û Şengal di dorpêçê de bû lê belê şervanên YPG'ê ji Rojava berê xwe dan Şengal û korîdor di milê Dûgûrê re ji gelê me re vekirin bi deh hezaran ji gel derbasî Rojava kirin.
Ji wê demê heta nihe em li ber xwe didin û heta xwîna me heye em ê li ber xwe bidin."