BI DÎMEN

19'ê Tîrmehê li Dirbêsiyê bi heybetî hat pîrozkirin

Li Dirbêsiyê, salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin.

Bi tevlîbûna şêniyên Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê û Amûdê, salvegera Şoreşa Rojava li Dirbêsiyê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi beşdariya bi hezaran kesî de bal hat kişandin ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di destpêkê de ji aliyê hêzên YPG/YPJ, Asayîş, HPC û Xweparastinê, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê, nûnerên TEV-DEM û YPG'ê axivîn. Qisekeran işaret bi keda bîst salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn û Rojava kirin.

Di axaftinên li pîrozbahiyê de ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî yên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin bîranîn û hat gotin, "Eger em îro li vir bin, ev yek bi saya ked û têkoşîna şehîdên me ye."

Di pîrozbahiyê de komên koro û govendê yên ser bi TEV-ÇAND'ê jî derketin ser dikê. Li ser dikê, wêneyê Ocalan hat berzkirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.

Di dawiya pîrozbahiyê de komek ji ciwanên ser bi Ciwanên Şoreşger ên Rojava derket ser dikê û soza tevlîbûna li nava refên YPG'ê da. Beşdaran jî bi tilîlî û çepikan destek dan vê biryara ciwanan.

...