YRD'ê ji malbata Karasû re sersaxî xwest

YRD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji ber wefata Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, ji malbatê re sersaxî xwest.

Di mesaja YRD'ê de hat gotin, "Ji ber wefata welatparêzê hêja Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Birêz Mûstafa Karasû, em ji hevalê xwe Mûstafa Karasû û malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Bila rehma Xwedê lê be.

Hidir Karasû, ku Kurdekî Elewî hemû êş û azarên jiyanê kişand, welatparêziya wî jî mîna jiyana wî kûr, bi zanebûn û paqij bû.

Hidir Karasû, ku weke karker bi salan li Elmanyayê (derveyî welat) ma, bi ked, dilnizmî û jiyana xwe ya bi rûmet dihat naskirin. 

Hidir Karasû, ku felsefeya însanî ya Elewîtiya Kurd ji xwe re kir rêber, kevneşopiya civaka Kurd li navenda kapîtalîzmê jiya û parast. Bi vî rengî her tim hurmet dît. Weke zanyarekî jiyanê Hidir Karasû tecrûbeyeke hînkar li dû xwe hişt. Wefata wî em gelekî êşand. Em careke din ji gelê Kurd, gelê Sêwasê, malbata arasû, heval û dostan re sersaxiyê dixwazin. Rehma Xwedê lê be."