Kara: Rewşa Awarte ne kêmî darbeyê ye

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir, biryara Rewşa Awarte ya ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin ne kêmî darbeyê ye û hişyarî da, ku wê aboriya welêt têk biçe.

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara nerazîbûn nîşanî qanûnîkirina Rewşa Awarte da û anî ziman, ku li Êlihê piştî pêvajoya aştiyê, ji aliyê bazirganî û aboriyê ve rewşeke têkçûyî rû daye.

Kara da xuyakirin, biryara Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya leşkerî ji aliyê siyasetê ve hat girtin, ne kêmî darbeyê ye û got, "Pêkanîna Rewşa Awarte mîna bicihhatina darbeyê ye. Êşên ku me berê ji Rewşa Awarte kişandin, hê zindî ne. Rewşa Awarte awarte zerareke cidî li aboriya herêmê dike. Ji ber vê yekê, ji berê ve bazirganên me, esnafên me, karsazên me nikarin razemeniyekê li herêmê bikin. Di ser vê rêveçûna nebaş a aboriyê, niha jî Rewşa Awarte hatiye zêdekirin. Ev yek tê vê wateyê; werîs dixin stuyê karsazan. Weke Yekîtiya Esnafên Êlihê em dibêjin, biryara Rewşa Awarte biryareke rast nîne."

Kara destnîşan kir, ku bandora biryara Rewşa Awarte hê ji ser gelê herêmê ranebûye û got, "Dixwazim bêjim, li herêmê niha krîzeke cidî ya aboriyê heye. Piştî bidawîkirina pêvajoya aştiyê aboriya herêmê têk çû. Ez bang li kesên biryara Rewşa Awarte girtine dikim; divê zanibin ku Rewşa Awarte bi ti awayî bi kêrî vî welatî nayê. Em dizanin, wê ji niha û pê ve pêkanînên antî demokratîk derkevin asta herî bilind."