Roja ku agirê şoreşê li Dêrikê geş bû: 21'ê Tîrmehê

Çîka pêşî ya Şoreşê 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê pê ket. Şoreşa Rojava 21’ê Tîrmehê bi Dêrik, Efrînê dewam kir. 21’ê Tîrmeha 2012’an wekî roja azadbûna Dêrikê kete nav dîroka Şoreşa Rojava.

Endamê Meclîsa PYD’ê ya Herêma Dêrikê Hecî Çeto, ku ew bi xwe jî tevlî pêngava şoreşê ya li Dêrikê bûbû der barê 21’ê Tîrmehê de çavdêriyên xwe bi me re parve kir.

ŞOREŞ LI SER ZEMÎNA XEBATÊN OCALAN PÊK HAT

Çeto da xuyakirin, ku der barê Şoreşa Rojava û rizgarkirina Dêrikê de wan herî zêde ji perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd wergirtine û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re bûye zemînek. Çeto wiha pê de çû, "Li nav gelê Rojava, ev xebat li ser esasên xebatên Rêbertiyê hişmendî û kultureke tekoşînê çêbûbû. Xwe tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistanê kiribûn û şehadet çêbûbûn. Li Rojava bi sedan malbatên şehîdan hebûn. 2003’an bi damezirîna PYD’ê re, li gel zext û zordariya rejîmê jî girse zêdetir birêxistin bû û tevgerek lê peyda bû. Ev li Dêrikê jî wiha bû. Di pêvajoya Serhildana Qamişlo de yek ji raperîna herî girseyî li Dêrikê pêk hat û me du şehîd dan. 2004’an jî rejîmê polîtîkayên pir taybet meşandin. Zextên pir giran li ser me çêbûn. Bi sedan mirov hatin girtin, hatin kuştin."

BI 'BIHARA EREBAN' RE XEBATÊN ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR

Endamê Meclîsa PYD’ê yê Herêma Dêrika Hecî Çeto diyar kir ku wan bi perspektîfa Ocalan û bi dema 'Bihara Ereban' dest bi amadekirina zemîna şoreşê kirine û got, "Di paraznameyên Rêbertiyê de perpektîf zelal bûn. Di texmînkirina geşedanan de û rênîşandanê de gelek rê ber bi me dixist. Wê demê me jî pêşî bi malbatên şehîdan re civînek li dar xist. Di wê pêvajoyê de yên ku herî pir girêdayî têkoşînê û taloke didan ber çavan ew bûn. Wê demê Dêrik, Girkê Legê û Rimêlan wekî 'Eyaleta Dêrikê' dihate binavkirin. 2010’an li Sûrî, civîna herî berfireh li herêma Koçera ya Dêrikê me Konferansa 1. ya Saziya Malbatên Şehîdan pêk anî. Di vê civînê de me wekî PYD’ê bi gel re ser rewşa Rojhilata Navîn, Sûriyê nîqaş kir û em pê de çûn bê ka geşedan dikarin çi bi xwe re bînin û neyînin. Me diyar kir ku em weke gelê Kurd bibin aliyek van geşedanan wê ti sûde ji bo me nebe. Saziya  Malbatên Şehîdan li her deverê xwe birêxistin kir. Rêxistinbûyina Yekîtiya Starê hate berfirehkirin. A rast em dikarin bibêjin ku bi vê konferansê re TEV-DEM êdî hêdî hêdî ava dibû. Êdî ji bo ku sîstemeke domdar were avakirin, li taxan, gunan civîn hatin kirin. Bi şev û roj rawestan ji bo me nebû."

TI HELWESTEKE ENKS’Ê JI BO KURDAN NEBÛ, DIXWESTIN ME BIÇEWISÎNIN

Çeto behsa 15’ê Adara 2011’an dike ku xwepêşandanên pêşî yên li dijî rejîmê wê demê dest pê kiribûn. Çeto diyar kir ku wê demê serê gelê Dêrikê tevlîhev bûye û got ji ber ku PYD ji 2010’an ve haziriya şoreşê dikir girseya herî rêxistinbûyî û serê wê zelal a PYD’ê bûye.

"Wê demê PDK’ê û hêzên girêdayî wê xwe wekî parçeyek ji muxalefeta Sûrî didîtin. Me jî dixwest ku em Kurdan re bibin xweyî ramaneke hevpar û bi hev re tevbigerin. Pir baş bi bîra min tê, di çalakiya me ya pêşî ya Dêrikê de em 73 kes bûn. Em her în derdiketin derve û me çalakî dikirin. Me dirûşmên ji bo Rêbertî, şehîdan û azadiya Kurdan û têkildarî Şoreşa Rojava berz dikirin. Dema ku em derdiketin kuçeyan rêxistinên ku ji hêla PSKS û ENKS ve hatibûn avakirin lê weke ku serbixwe bin tevdigeriyan, derdiketin derve. Lê têkildarî Kurdayetiyê ne xwedî ti bîr û bawerî û dirûşmekê bûn. Dirûşma 'Artêşa Azad' berz dikirin. Li me ferz dikirin ku em jî têkevin nav muxalefeta Sûrî. Carinan hin ciwan birêxistin dikirin. Van li dijî çalakiyên me dixwestin provakasyonan çêbikin û dixwestin me bikişînin nav şerekî rejîmê ku em hêj ne hazir bûn û bi vî awayî me biçewisînin û bi vî awayî jî girseyê têxin nav muxalefeta Sûrî. Di wê pêvajoyê de herî pir wan zor li me dikir."

HÎMÊ YPG’Ê

Çeto diyar dike li gel hemû hewldanên partiyên girêdayî PDK’ê û ENKS’ê jî wan haziriyên xwe yên şoreşê berdewam kirine û roj bi roj rêxistinbûyin hatiye mezinkirin û dibêje ji 2011’an ve wan dest bi avakirina yekîneyên parastinê kirine:

"Ji sala 2011’an ve li gel rêxitinbûyinên din me dest bi avakirina yekîniyên xweparastinê kir. Ango êdî em li bendê bûn ku dewlet jî û hêzên din jî tevlîheviyekê, provakasyonekê bikin. Me digot, dibe ku kuştinên nediyar û êrîşên cihê pêk werin. Êdî li taxan û gundan yekîneyên xweparastinê dihatin avakirin û van yekîneyan parastina taxên xwe dikirin. A rast ev hîmê YPG’ê bû. Em dikarin wiha bibêjin."

Çeto dema ku çavdêriyên xwe par ve dike, dibêje, beriya ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê bike bi 15-20 rojan ew ji şoreşê re hazir bûne. Çeto bi berdewamî dibêje, ‘’di vê pêvajoyê de em weke rêveberiya TEV-DEM’ê em hemû li hev civiyan û di vê mijarê de me civînek li dar xist. Dîsa bi hêzên YPG’ê re me civîneke dî kir."

Çeto behsa Huseyîn Çawiş dike û dibêje di nav xebatan, civînan de rola Huseyîn Çawiş pir bûye û dibêje li gorî van plansaziyan, girseya me ya rêxistinbûyî wê dora hemû saziyên sivîl bigirta û bixwesta ku hêzên dewletê ew vala bikirana û li şûna leşkerên rejîmê jî wê YPG’ê û rêxistiniya me ya milîs bigirta.

21’ê TÎRMEHÊ: ŞOREŞA GEL

Hecî Çeto diyar dike 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava pêşî li Kobanê dest pê kir û 21’ê Tîrmehê saet 07:30-08.00 wan palana xwe daye şixuladnin û girseya xwe ya rêxistinkîrî xistine tevgerê û şoreşê weke Şoreşa Gel bi nav dike:

"Me li bajêr plansaziya xwe girêda. Her komek wê 2-3 navendên rejîmê dorpêç bikirana û bixwestana ku dewlet jê derbikeve. Me weke muxalîfan nedixwest ku hilweşînin û bişewitînin û xwînê birijînin. Me tenê dixwest ku herêma xwe biparêzin û azad bikin."

'ME PAQIJKIRINA REJÎMÊ JI QONAXA DAWÎ RE HIŞT'

"Me rejîm dorpeç kiribû lê dîsa jî me av û nan ji ser wan nebirî. Lê me ji wan xwest kesên ku derkevin derve xwarin û pêdiviyên wan pêk bînin bila diyar bin. Ji ber ku me wiha nekiriba dibû ku îsttîxbarata wan biketa nav me û provakasyona bikirana. A rast di hemleya pêşî de dewlet nema. Tenê di şeş xalan de hatibûn hepskirin."