BI DÎMEN

'Divê jin felsefeya Ocalan ji xwe re esas bigirin'

Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Ocalan de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Silêmaniyeyê di roja sêyemîn de ye. Di panela destpêkê ya roja dawî ya konferansê de, pirsgirêka azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin.

Moderatoriya vê panelê ji aliyê Hîndekara Zanîngeha Bexdayê Ferah Sabir ve hat kirin. Ji Koordînasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik, ji Koalîsyona Jinê ya Tûnisê Saloûa Gûîga, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Enwer Muslim bi sernavê "Serdestiya mêr a bi şoreşê re guherî" pêşkêşiyek kir. Muslim bal kişand ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û got, "Îro hemû nirx tên rizgarkirin." Muslim işaret bi rola jinê kir û destnîşan kir, azadiya jinê azadiya civakê ye, têkçûna jinê jî têkçûna civakê ye.

Enwer Muslim diyar kir, jiyana hevpar, jiyana wekhev û azad rêya yekane ye û da zanîn, aktora herî çalak a şoreşa Roajva, jin e.

Muslim got, "Jina azad, li ser vî parçeyê biçûk ê xakê, li dijî kevneperestiyê mirovên azad afirand. Ev yek jî li ser bingeha jiyana hevpar pêk hat."

Muslim ragihand, jin li her qada civakê bi pêşengiyê radibe û di dawiya axaftina xwe de got, ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

GÛÎGA: DIVÊ JIN FELSEFEYA OCALAN JI XWE RE ESAS BIGIRIN

Ji Koalîsyona Jinê ya Tûnisê Saloûa Gûîga dûre mafê axaftinê wergirt û li ser mijara "Li cîhana Ereb, lêgerîna li azadiyê û tecrûbe" pêşkêşiye kir.

Gûîga da xuyakirin, ku Ocalan ji bo aştî were Rojhilata Navîn û hemû parzemînên din ên cîhanê têdikoşe û destnîşan kir, divê li ser bingeha felsefeya Ocalan li dijî lîberalîzm, koledarî, kapîtalîzmê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Aktîvîsta Tûnisî diyar kir, li Rojhilata Navîn a şer lê giran e, mafên jin û zarokan tine tên hesibandin û bal kişand ser firotina jinên Êzidî û zewaca zarokan. Gûîga destnîşan kir, ku ev yek bi ti awayî li rûmeta mirovan nayê û got, "Ev pirsgirêkên em di sedsala 21'an de li ser daxivin nîşan didin, ku neheqiya navbera jin û mêr çiqasî mezin e."

Gûîga ragihand, sedema bingehîn a nedîtina jinê li Rojhilata Navîn, Îslama siyasî ye û anî ziman, ji bo bicihbûna aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo pêkhatina wekheviya jin û mêr divê felsefeya Ocalan bê xwendin.

Endama Koalîsyona Jinê ya Tûnisê Saloûa Gûîga got, "Ji bo aştiya civakî, divê her kes li ser bingeha nêrînên Ocalan têbikoşin. Bi vê yekê ve aştî dikare bê herêmê. Girîng e felsefeya têkoşîn û jiyanê ya Ocalan bibe bingeha têkoşîna azadiya mirovahiyê û jinên cîhanê."

Parêzvana mafên jinê ya Tûnisî Gûîga herî dawî destnîşan kir, ku divê jin têkoşîna xwe ya li meydanan mezin bikin.

BAGRIYANIK: ŞOREŞA CIVAKÎ DIVÊ BI AZADIYA JINÊ PÊK WERE

Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik jî bi sernavê "Rastiya şoreşê ya di nava şoreşê de" pêşkêşiyek kir û qonaxên têkoşîna dîrokî ya jinê vegot.

Bagriyanik diyar kir, civakîbûn li dora jinê pêk tê û da zanîn, pirsgirêkên civakî xwe dispêrin koledariya li jinê hatiye ferzkirin. Bagriyanik destnîşan kir, eger şoreşa civakî wê pêk were, divê di bingeha vê de azadiya jinê hebe.

Bagriyanik xebatên tevgera jinê yên li Bakurê Kurdistanê vegot û herî dawî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Bagriyanik got, ji bo azadiya Ocalan ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

ABDULLAH: JIN LI ROJAVA BI SER KETIN

Herî dawî Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah mafê axaftinê wergirt û bi sernavê "Di demokratîkkirina siyaset û civakê de şoreşa jinê" pêşkêşiyek kir.

Abdullah şoreşa Rojava vegot û got, "Weke jin, em ne mecbûr in ne ji bo zilaman bijîn ne jî bimirin. Jin li Rojavayê Kurdistanê li qadên siyaset, jiyan û leşkerî bûn pêşeng."

Abdullah diyar kir, ji bo ji holê rakirina pirsgirêkên cidî yên serdestiya mêr derdixîne pêşiya jinê, li Rojavayê Kurdistanê qanûnên xwe dispêrin mafên jinê hatine derxistin û destnîşan kir, şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye.

...