EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Baselê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn: Her yek ji wan xetek afirand
Li Baselê di şexsê jinên ku bingehên têkoşîna azadiya jinê avêtin de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Şîlan Karakoçan li ser navê YJK-S’ê axivî û diyar kir ku her şehîdên jin di têkoşîna azadiyê de xetekî afirandin. -
Li Stuttgartê amadekariyên ji bo meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê dewam dike
Li Kolnê wê bi meşa ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were kirin. FED-Gel’ê bi meclîsên xwecihî û saziyan re xebatên bikoordîne dimeşîne. -
Li Helsingborgê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn
Li Helsingborgê ya Swêdê, di şexsê şehîd Bêrîtan de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Şehîd Bêrîtan li Ermenistanê hate bîranîn
Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 33'yemîn salvegera şehadeta xwe de, li herêma Armavîrê ya Ermenistanê, di civîneke gel de hate bîranîn. -
Li Freiburgê ji bo meşa li Kolnê amadekarî didomin
Meclîsa Jin a Nûda û Meclîsa Gel li Freiburgê beriya meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin serdana esnaf û malbatan kirin û bang li hemû hewirdorên demokratîk û alîgirên azadiyê kirin ku beşdarî meşê bibin. -
Li Parîsê civîna gel hate lidarxistin
Di civîna ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sirri Sakik beşdar bû de li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tecrîda Îmraliyê nirxandin hatin kirin. -
Li Luzernê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê hate kirin
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê banga tevlîbûna meşa navendî ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, kir. Hevserokan gotin, “Bêyî azadiya Rêber Apo, rêya aştiyê venabe.” -
FEDA li Swîsreyê xwe ji bo kongreya xwe ya damezrîner amade dike
Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) a Swîsreyê piştî xebatên xwe yên rêxistinbûnê, vê hefteyê xwe amade dike ku damezrandina xwe bi fermî îlan bike. -
Li Awustralyayê piştgirî ji bo vekirina nûnertiya daîm bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Şandeyek bi pêşengiya Senatorê Partiya Kesk a Awustralyayê David Shoebridge piştî serdana hefteyekê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegeriya welêt û daxwaza avakirina navendek nûnertiya daîmî li herêmê kir. -
Li Dublînê bûyerên tundiyê yên li dijî koçberan: 23 kes hatin binçavkirin
Li Dublîna paytextê Îrlandayê protestoyên li dijî koçberan di şeva xwe ya duyemîn de rê li ber bûyerên tundiyê vekir. Polîsan da zanîn ku wan di bûyerên şeva Çarşemê yên li pêşiya Otêla Citywestê de 23 kes binçav kirine. -
Li Ewropayê alarma Bahoza Benjamin
Ji ber bahoza bi navê Benjamin ku bandor li Fransa û Belçîkayê kiriye, li Fransayê li 19 herêman di asta rengê pirtiqalî de alarm hate dayin. -
Çalakvanên Cenevreyê: Em ê li Kolnê azadiya Rêber Apo biqîrin
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê tê dewamkirin, ket hefteya xwe ya 248’an. Çalakvanan banga tevlîbûna xurt li meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk were, kirin. -
Rojnamevanên Belarûsî û Gurcî Xelata Sakharov a PE’yê wergirtin
Rojnamevanê Belarûsî Andrzej Pozcobut û rojnamevana Gurcî Mzia Amaghlobeli Xelata Azadiya Fikir a Sakharov a sala 2024’an wergirtin. -
Li Belçîkayê xebatkarên rêyên hesinî ji bo 3 rojan biryara grevê dan
Li Belçîkayê, sendîkayên ku xebatkarên rêyên hesinî temsîl dikin li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê diyar kir ku wê di navbera 24-26'ê Mijdarê de sê rojan greva birçîbûnê bikin. -
CDK-S û YJK-S’ê ji bo meşa mezin a Kolnê bang kirin
Amadekariyên meş û mitînga ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin bi hemû leza xwe berdewam dikin. -
Li Liverpoolê civîna gel a berfireh
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk beşdarî civînê bû got, "PKK'ê dest ji çekan berda, êdî li ber destê wê ji bilî aştiyê tiştek nîne" û destnîşan kir ku divê kes nefikire ku karibe gelê Kurd bixapîne. -
Nobeta Azadiyê di hefteya 696’an de ye: Azadî ji Rêber Apo û ji hemû girtiyan re!
Nobeta Azadiyê ku ji 2012’an ve ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê didome, ket hefteya 696’an. Welatparêzên ku ji Hamburgê hatin nobetê dewr girtin û bang li Parlamentoya Ewropayê û Tirkiyeyê kirin ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî werin berdan. -
Rêveberiya PYD Ewropayê civîna asayî lidar xist
Li bajarê Essen ê Elmanyayê Rêveberiya PYD Ewropa û Meclîsa Jinan a PYD Ewropayê civîna xwe ya asayî lidar xist. -
Ji bo Şehîd Delîla Dêrsim li Liègeyê sersaxî û bîranîn hate lidarxistin
Welatparêzên Kurdistanî bi awayekî girseyî beşdarî sersaxî û bîranîna ji bo Şehîd Delîla Dêrsim bûn ku li bajarê Liège yê Belçîkayê hat lidarxistin. Malbat û hevalên wê yên têkoşînê gotin ku Delîla vîna jina Kurd û lêgerîna azadiyê temsîl dike. -
FCDK-KAWA banga seferberiyê ji bo meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ kir
FCDK-KAWA’yê banga tevlîbûna meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” kir. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî wiha got, “Em ê nîşanî cîhanê bidin ku dema em dibin yek dikarin çi bi ser bixin. Divê her kes cihê xwe di vê roja dîrokî de bigire.” -
Civîna Gel li Londonê: Civaka Kurd ya li Ewropayê divê bi hêza rêxistinbûna xwe tevlî pêvajoyê bibe
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk ku di civîna gel a li Londonê de axivî, destnîşan kir ku pêvajoya diyalogê ya bi Rêber Apo re bingeha aştiya mayînde pêk tîne û got: "Divê civaka Kurdî bi hêza xwe ya rêxistinbûyî destwerdanê di pêvajoyê de bike." -
Li Hamburgê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê
NCDK'ê Hamburgê, beriya meşa ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê were lidarxistin, li hev kom bû û civîna amadekariyê li dar xist. Di civînê de peyama "Divê her welatparêz, her dostek 8'ê Mijdarê li Kolnê be. Azadiya Rêber Apo azadiya gel e" hat dayîn. -
Banga KOMAW’ê ji bo 'Meşa Azadiya Rêber Apo'
KOMAW, piştî kongreyê di yekem civîna xwe ya meclîsê de banga beşdarbûna xurt li "Meşa Azadiya Rêber Apo" ya ku wê 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin kir û peyama, "Xwedîderketina li mîrateya şehîdan, bi li dora rêbertiyê kombûnê pêk tê" da. -
Li Heilbronnê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Jînda Nûrhaq ku di bîranîna şehîdan a li bajarê Heilbronnê de axivî, di şexsê Bêrîtan de îşaret bi rola hemû Şehîdên Meha Cotmehê ya di têkoşîna azadiyê de kir û got, “Xwedîderketina li şehîdan erka herî girîng ê şoreşgerî û mirovî ye.” -
Li Mannheimê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn: Xeta Bêrîtan şoreşa jinê mezin kir
Zîlan Serhed ku li ser navê TJK-E’yê di çalakiya bîranînê ya li bajarê Mannheim ê Elmanyayê axivî, Bêrîtan û Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anî û got, “Ev xeta ku ji çiyayan heta qadên bajêr mezin bû, îro ji jinên cîhanê re dibe hêvî.”