Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Cenevreyê panela ”Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de berpirsiyariya civakî û hayjêbûn” hat lidarxistin.
Hevseroka Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ya Swîsreyê Songul Aslan û siyasetmedar Fatma Şik beşdarî panelê bûn.
Hevseroka FEDA’yê Songul Aslan bandora newekheviya zayendî ya li ser jiyana jinan nirxand û encamên tundiya li ser jinan vegot.
Siyasetmedara Kurd Fatma Şik li ser pêşketinên di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de axivî. Fatma Şik bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinên Kurd û got, "Têkoşîna jinên Kurd pêşketinek girîng bi dest xistiye. Îro cîhanê têkoşîna jinên Kurd dizane. Di encama van hewldanên mezin de gihîştiye vê astê. Hîn jî her cûre tundiya li ser jinan didomin.”
Piştî pêşkêşiyan, beşdaran mafê axaftinê girtin. Bi taybetî ji mêran hat xwestin ku ramanên xwe li ser vê mijarê parve bikin. Beşdaran ji jiyana xwe mînak dan û paş plana civakî ya tundiya li ser jinan destnîşan kirin. Di panelê de li ser sedemên çima civak li dijî tundiya li ser jinan li ber xwe nade nîqaş kirin.
Panel bi nîqaş û nirxandina mijaran bi dawî bû.