EWROPA
Hemû Nûçe
-
Komploya navneteweyî li Krasnodarê hat şermezarkirin
Li herêma Krasnodarê ya Rusyayê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin. -
Sendikayên Spanyayê banga ‘azadî ji Rêber Apo re û çareserî’ kirin
Konfederasyona Intersendikal a Spanyayê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bang li civaka navneteweyî kir. -
Ciwanên enternasyonalîst Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin
Bi pêşengtiya ciwanên enternasyonalîst li bajarê Antwerpen a Belçîka ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo mitîngek hat lidarxistin. -
KCDK-E komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo şermezar kir. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Hannoverê hate şermezarkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi pêşengiya Tevgera Jinê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de işaret bi bandora komploya navneteweyî ya li ser gelê Kurd hate kirin. -
Li Tambovê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li bajarê Mîçûrînsk ê herêma Tambovê ya Rûsyayê, gel ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist. -
MSD bi saziyên li Elmanyayê re civiya
Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSD'ê Hesen Mihemed Elî li Elmanyayê hin danûstandin kir. -
Li Elmanyayê krîza sektora otomotîvê
Li Yekîtiya Ewropayê, plana ku di sala 2035’an de wesaîtên bi benzîn û mazotê bên qedexekirin heye. Ev rewş di sektora otomotîvê yê Elmanyayê de krîzê çêdike. -
Li Kassel û Erfurtê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Kassel û Erfurtê yên Elmanyayê hatin protestokirin. -
Li pêşiya NY’ê çalakiya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’
Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de li Cenevreyê çalakî hate lidarxistin. Jin, Kurdistanî û dostê wan ên ku li pêşiya Ofîsa NY’ê bi pêşengiya YJK-S’ê li hev civiyan gotin, “Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re edalet.” -
Li gorî Leyen divê Yekîtiya Ewropa bersivê bide 'şerê hibrit' ê Rûsyayê
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku gelek bûyerên hefteyên dawî li seranserê Ewropayê qewimîn û Rûsya pê hate sûcdarkirin, 'tesadufî' nîne û destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropa bersivê bide vê yekê. -
Encamnameya civîna 31’an a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş
Encamnameya civîna 31’an a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku 4’ê Cotmeha 2025’an hate lidarxistin, hate eşkerekirin. -
Li Torontoyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û berxwedana gelê herdu taxan silav kirin. -
Li seranserê Swîsreyê çalakî: Êrîşên nijadperest rawestînin!
Li bajarên Swîsreyê bi hezaran kes êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin. Çalakvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku tekevin nava liv û tevgerê û gotin, "Ambargoya li dijî sivîlan sûcek li dijî mirovahiyê ye." -
Li Brûkselê mitînga piştevaniyê ji bo xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin
Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li paytexta Belçîka Brûkselê hatin gel hev û mitînga piştevaniyê lidar xistin. -
Li Ewropayê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan. Di çalakiyan de êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatin şermezarkirin û peyamên hevgirtina bi berxwedana gelê Rojava re hatin dayîn. -
Li Londonê xwepêşandan: Li Helebê êrişên li ser Kurdan bisekinînin
Kurdên ku li Londonê dijîn, ji bo şermezarkirina êrişên giran ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin kolanan. -
CDK-S û YJK-S’ê ji bo çalakiyan bang kirin
CDK-S- û YJK-S’ê, li dijî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga tevlîbûna çalakiyan kirin. -
KON-MED'ê li dijî êrîşên li ser Helebê bang kir
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li hemberî êrîşên rejîma HTŞ'ê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê banga lidarxistina çalakiyan kir. -
KON-MED’ê êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Kurdan şermezar kir
KON-MED’ê êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê li dijî Kurdan pêk anîne, şermezar kir û li dijî van êrîşan banga seferberiyê kir. -
KCDK-E ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga çalakiyên lezgîn kir
KCDK-E li dijî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê kir ku derkevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedanê. -
Ciwan di Nobeta Azadiyê de bang kirin: Divê barê Rêbertiyê hilgirin
Aram Kobanê yê ku yek ji sê ciwanên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, bang li ciwanan kir ku barê Rêber Apo hilgirin ser xwe. -
YJK-S bang li Kurdistaniyan kir ku 8’ê Cotmehê li ber NY’ê bibin
Bi pêşengiya YJK-S'ê wê di 8’ê Cotmehê de li Cenevreyê li ber NY'ê mîtîng bê lidarxistin û wê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê were protestokirin. Her wiha wê starta kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” jî were dayîn. -
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanyayê hate berdan
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku sala 2021'ê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê hate binçavkirin û girtin, piştî 3 salên girtîmayinê ji Girtîgeha JVA Heilbronnê hate berdan. -
Li Osloyê çalakiya ji bo piştevaniya bi gelê Belûc re
Li paytexta Norweç Osloyê roja 5’ê Cotmehê Komîteya Piştevaniya Belûc li ber Parlamentoya Norweçê çalakiyek lidar xist.