Meclisa Gelê Kurd li ser navê dîasporaya Kurd a Ewropayê beşdarî civîna vekirina Your Party a ku çegir e û di demek nêz de ji hêla Zarah Sultan û Jeremy Corbyn ve li Brîtanyayê hat damezrandin, bû.
Rêberên partiyan û nûnerên meclisê do vekirinê de hatin ba hev û peyamên hevgirtinê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dan.
Corbyn di civînê de axivî û got, "Ez dixwazim tekez bikim ku ez her gav li kêleka gelê Kurd û têkoşîna wan a mafdar im." Corbyn diyar kir ku ew ê di demek nêzîk de serdana saziyên Kurd bike û ji ber beşdarbûna civînê spasiya Meclisa Gelê Kurd kir.
DERBARÊ YOUR PARTY DE
Corbyn dibêje ku di serdema serokê niha yê Partiya Karker Keir Starmer de, partî ber bi navendîbûnê û navendî-rastgir çûye û kevneşopiya çepgir temsîl nake. Ji ber vê yekê, armanca Your Party ew e ku nirxên çepgir ji nû ve vejîne.
Di rojeva partiya nû polîtîkayên çepgir ên radîkal ên wekî têkoşîna li dijî xizanî û newekheviyê, dijberiya polîtîkayên şer, ji dewlemendan bêhtir bac wer stendin, cemawerî û dewlemendî ji nû ve bû belavkirin, derdikevin pêş.
Tê gotin ku hevgirtina Corbyn bi gelê Filistînî û têkoşîna azadiya Kurdan re di partiya nû de jî bidomîne.
Tê payîn ku Your Party wê di hilbijartinên herêmî yên sala bê li Londonê û piştî pêvajoya Partiya Karkeran wê pêşketinên girîng bi dest bixe.