EWROPA
Hemû Nûçe
-
Federasyona Futbolê ya Swîsreyê xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne
Federasyona Futbolê ya Swîsreyê ji ber werzişvanî û berpirsiyariya wê ya civakî xelata Fair Playê da FC Kurde Lausanne. -
FKDK-BF’ê serdegirtina polîsan a li Draguignanê şermezar kir
Federasyona Komûn a Demokratîk a li Başûrê Fransayê (FKDK-BF), serdegirtina polîsan a li dijî xebatkarên Meclîsa Gel a Kurd yê li Draguignanê bi tundî şermezar kir. -
Li Fransayê di serdegirtina komele û malên Kurdan de derî hatin şikandin
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, di serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û gelek malan de 3 kes hatin binçavkirin, bang li 3 kesan jî hate kirin ku îfadeyê bidin. -
Li Fransayê polîsan avêtin ser komeleya Kurdan: 6 binçavkirin
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. -
Omer Ocalan: Çareseriya pirsgirêka Kurd gav bi gav tê avakirin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk gav bi gav tê avakirin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê Rêber Apo di şertên azad de siyasetê bike. -
Li Liverpoolê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn
Ji bo Dîcle Arya, Dengtav Amed, Devran Mizgîn, Gulnaz Karataş û Welat Gever li Liverpoolê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin û fedakarî û mîrateya têkoşîna wan hate bibîranîn. -
Li Torontoyê protestoya li dijî Colanî: NY divê ji vê şaşîtiyê vegere
Serokê Demkî yê Sûriyê Ahmed eş-Şara (Colanî), ku ji bo beşdarbûna 80. Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bû, li bajarê Toronto yê Kanadayê ji aliyê Kurd, Erebên Elewî û Durziyan ve hate protestokirin. -
Li Stuttgartê jinên şoreşger ên şehîd hatin bibîranîn
Li Stuttgartê jinên şoreşger ên şehîd hatin bibîranîn û çîrokên jiyana wan hatin parvekirin. Di bîranînê de wiha hate gotin: “Divê jin û civaka Kurd xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derkevin.” -
Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Lahrê hatin bibîranîn
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar ê di 25’ê Tebaxê de, Zîn Zagros, Ekîn Amara Toldar, Emîne Erciyes û Zenda Bermal ên di demên dawî de şehadeta wan hate eşkere kirin, li Lahrê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Azadiyê li Baselê hatin bibîranîn
Gerîlayên ku di dîrokên cûda de şehîd bûne li Baselê hatin bibîranîn. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Cahîde Goyî got, "Ger em bibin yek, em ê xwedî li felsefeya Rêbertiyê derkevin û hêjayî şehîdên xwe bin." -
Li Nantesê civîna gel: Yekîtiya neteweyî yekane çare ye
Şêx Murşîd Xeznewî di civîna gel a li Nantesê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî ye û got: “Yekane çare yekîtiya neteweyî ye.” -
Sînan Çîftyurek: Divê gelê Kurd bi destûrî bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek li Bernê beşdarî panelê bû û xwest ku hebûna Kurdan bi Destûra Bingehîn bê naskirin û zimanê Kurdî bibe fermî. -
Li balafirgehên Ewropayê krîza êrîşa sîber
Di serî de Bruksel, London-Heathrow û Berlîn li gelek balafirgehên Ewropayê ji ber êrîşa sîber di dawiya hefteyê de pirsgirêkên cidî qewimîn. Bi sedan rêwitî ji ber êrîşa sîber hatin betalkirin. -
Li Den Haagê xwepêşandana li dijî koçberan veguherî tundûtûjiyê
Li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di 20’ê Îlonê de li dijî koçberan xwepêşandaneke hate lidar xistin. Çalakî bi tevlîbûna komên rastgir ên tund veguherî tundûtûjiyê. -
LI Brukselê salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ hate silavkirin
Li Brukselê Kurdistaniyan şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi çalakiyekê silav kirin. -
Durziyan bi dirûşma 'Kujer Colanî' li Strasbourgê HTŞ şermezar kirin
Durziyên li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşên li Siwêdayê li hev kom bûn. -
Li Klotenê çalakiya salvegera 'Jin, Jiyan, Azadî'
Li bajarê Kloten ê Zurichê bi çalakiyê işaret bi asta gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinê hate kirin. -
Şehîd Têkoşîn li Mannheimê hate bîranîn
Şehîda Heftanî Têkoşîn li bajarê Mannheimê hat bîranîn. -
Li Helsînkî ji bo salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ mitîng hate lidarxistin
Li Helsînkî bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ mitîng hate lidarxistin. -
Zubeyde Zumrut: Em beşdarî Festîvala Şehîd Sînan Dersim bibin
Ji Hevserokiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bang li gelê Kurd kir tevlî 5’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Şehîd Sînan Dersim bibe ku sibe wê li bajarê Marsîlya yê Fransayê were lidarxistin. -
Li Londonê darizandina aktîvîstên Kurd destpê kir
Doza aktîvîstên Kurd ên ku bi “endamtiya PKK’ê” tên sûcdarkirin, li Dadgeha Old Bailey a ewlekariya bilind a Londonê destpê kir. Tê plankirin ku darizandina esas di Çileya 2026’an de bi juriyan pêk were. -
Li Parîsê Zenda Bermal hate bibîranîn
Gerîlaya HPG’ê Zenda Bermal ya ku di sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Parîsê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn. -
Nobeta Azadiyê di hefteya 692’an de ye: Divê dewleta Tirk ji bo aştiyê gavan bavêje
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku zêdetirî 13 sal in li Strasbourgê didome, vê hefteyê koma Hannoverê dewr girt. Komê xwest ku dewleta Tirk ji bo aştiyê gavên şênber bavêje. -
Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) hate damezrandin
Konferansa Êzidiyên li Dîasporayê bi beşdariya gelek kesan li Hannoverê hate lidarxistin. Di encama nîqaşan de Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) hat damezrndin. -
KCDK-E: Mafê hêviyê nayê paşxistin, ew mafek esasî ye
KCDK-E'yê têkildarî biryara ‘mafê hêviyê’ ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxuyanî da û diyar kir ku mafê hêviyê nayê paşxistin, divê prosedura binpêkirinê destpê bike.