Beriya meşa mezin a ku wê di 8’ê Mijdarê de li Koln a Elmanyayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo were lidarxistin, li bajarên Fransayê û li seranserê Ewropayê xebatên rêxistinkirin û amadekariyê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a paytexta Fransa Parîsê civan gel hate lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirî Sirri Sakik, hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Azad Dogan û Fevziye Erdemîrcî, nûnerên saziyan û gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn.
Hevserokê CDK-F Azad Dogan di civînê de axivî û diyar kir ku stûna herî bingehîn a pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk azadiya Rêber Apo ye û got, “Rêber Apo di rewşa azad bijî û bixebite de be ev ji bo têkoşîna aştî û azadiyê ya gelê me de pir girîng e. Ji ber vê yekê meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî vê meşê bibin."
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku divê hikûmet di mijara çareseriyê de gavên şênber bavêje û got, "Divê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bêtir neyê paşxistin. Divê gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin û van daxwazan biqîrin."
Beşdaran diyar kirin ku ev meş ji bo azadiya Rêber Apo û aştiya gelan xelekek dîrokî ye.
Civîn bi dirûşmeya "Werin em di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin - ji Rêber Apo re azadî, ji gelê Kurd re aştî!” bi dawî bû.