BI DÎMEN

Nûrê Alkiş: 8’ê Mijdarê em dengê xwe ji bo Rêber Apo bilind bikin

Cîgira Hevseroka KNK’ê Nûrê Alkiş bang li hemû gelên Kurdistanê kir û got, “Di 8’ê Mijdarê de em li Kolnê dengê xwe bilind bikin, ji bo ku bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin, em mil bi mil bimeşin.”

23’yê Cotmeha 2023’yan ji welatên cuda nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, fîlozof û hiqûqnasan bi daxuyaniyên hemwext pêngava ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî dan destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de li Elmanyayê bi tevlîbûna Kurdan û dostên wan, du meşên mezin hatibûn lidarxistin ku ji gelek welat û bajarên Ewropayê bi deh hezaran kes beşdar bûbûn. Meşa mezin a sêyem, 8’ê Mijdarê wê li navnîşana Deutzer Werft a li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin. Meş wê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd were lidarxistin.

Cîgira Hevseroka KNK’ê Nûrê Alkiş beriya meşê daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got, “Mîmarê aştiyê 27 sal in li zindana Îmraliyê girtî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca herî esas a pêvajoyê ye. Bi vê armancê wê li Kolnê meşek were lidarxistin.”

Nûrê Alkiş ev bang kir: “Banga me ji bo ciwanan, jinên ciwan, jinan, demokratan, gelê Kurd, gelên Kurdistanî û gelê Êzidî ye. Em 8’ê Mijdarê dengê xwe bilind bikin, ji bo ku bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin, em mil bi mil bimeşin.”