Şandeya DEM Partî li KE’yê ye: Divê şertê xweseriya demokratîk were pêkanîn
Şandeya şaredariyan a DEM Partiyê li Strasbourgê tevlî rûniştinên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KE) bû û hevdîtinên dîplomatîk pêk anî.
Şandeya şaredariyan a DEM Partiyê li Strasbourgê tevlî rûniştinên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KE) bû û hevdîtinên dîplomatîk pêk anî.
Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan serokatiya rûniştinên 4 rojî kir. Kader Uzun, Faîk Yagizay û akademîsyen Sarah Glynn di şandeyê de cih girtin.
Şande bi endamên Koma Sosyalîst, Keskan û Demokratên Pêşverû, Serokê Kongreyê Marc Cools, raportorê Tirkiyeyê David Eray û Bryony Rudkin û nûnerên paye bilind re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de berpirsyariyên Tirkiyeyê yên ji bo demokrasiyê, pêkanînên qeyim, girtî û çareseriya pirsgirêka Kurd bû rojev.
Hevşaredar Abdullah Zeydan li Desteya Giştî ya Kongreyê axivî û destnîşan kir ku sîstema navendperest a tund a li Tirkiyeyê demokrasî û xweseriya rêveberiyên xwecihî ji holê rakiriye.
Zeydan got, “Polîtîkaya qeyim li dijî îradeya gelê Kurd mudaxileyek e û îro bûye amûreke dewletê ya totalîter ku li dijî hemû muxalefetê tê bikaranîn.”
Zeydan bang li saziyên Ewropayê jî kir û xwest ku biryarên DMME’yê bên bicihanîn. Zeydan diyar kir ku divê astengiyên ku Tirkiyeyê daniye pêşiya Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bên rakirin û bal kişand ser rola Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de.
Zeydan destnîşan kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dewlet jî gavan bavêje û got, divê dawî li polîtîkayên qeyim were.
Ji şandeya DEM Partiyê Kader Uzun jî di Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreyê de axivî û bal kişand ser berpirsyariya rêveberiyên xwecihî ya ji bo afirandina qadên jiyana bi tendurist.
Kader Uzun got, “Hikûmeta navendî ya li Tirkiyeyê ewqasê zextkar e ku şaredarî nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî pêşwazî bikin.”