EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Viyanayê çalakiya ‘Aştî û Azadiyê’
Li paytext Viyanayê bi sedan kes di çalakiyê de li hev kom bûn, xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin û diyar kirin ku wê heta azadiya Rêber Ap têbikoşin. -
Li Marsîlyayê Emîne Erciyes û hevalên wê hatin bibîranîn
Di çalakiyeke li Marsîlyayê de, fermandara YJA-Starê Emine Erciyes û şervanên bi nasnav Zîn Zagros û Ekin Amara Toldar hatin bibîranîn. Meclîsa Jinan a Arîn Mirkan got: Em soza xwe ya pêkanîna xwestekên şehîdan dubare dikin. -
‘Ji bo 'mafê hêviyê' yê Rêber Apo ber bi Strasbourgê ve biherikin!'
Komîteya Amadekar a Meclisa Gelê Kurd a Strasbourgê ji bo çalakiya rûniştinê ya çar rojan wê di navbera 15-19’ê Îlonê de pêk were ev bang kir: "Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber ve girêdayî ye; divê her kes beşdarî çalakiyê bibe." -
Du şehîdên QSD’ê li Draguignanê hatin bibîranîn
Li Draguignanê di şexsê şehîdên QSD`ê Diyar Xemgîn û Brûsk Firat de şehîdên meha îlonê hatin bibîranîn. -
KCDK-E'yê ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E diyar kir ku ew ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di navbera 15-19’ê Îlonê de li Strasbourgê çalakiya rûniştinê ya aştiyane ya çar rojî lidar bixe û banga tevlîbûnê li saziyên demokratîk, tevgera jinan, ciwan û rêxistinên civaka sivîl kir. -
Li Osloyê ji bo 3’yemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî çalakî: Serhildan jiyan e!
Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 3'yemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyek hevpar li dar xistin. -
Li Bernê bi hezaran kes bang kirin: Em xweza û jiyanê radestî sermayê nakin
Li paytexta Swîsreyê Bernê bi hezaran kes li dijî krîza avhewayê û talankirina xwezayê ya ji aliyê sermayeya global ve derketin kolanan û daxwaza “Dadmendiya avhewayê” bilind kirin. Tevgera Jinên Kurd û rêxistinên koçberan piştgirî dan çalakiyê. -
33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi coşeke mezin bi dawî bû
Festîval bi cilên rengîn, govend û performansa ser dikê veguherî mozaîka Kurdistanê û bi coşî qediya. Ciwanan peyama “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê heta azadbûna wî bidome” dan. -
Festîval bi coş didome: Her bihostek axa me şahidê berxwedana me ye
33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku civaka demokratîk derket pêş, bi hemû coşa xwe didome. Şêx Xeznewî banga berfirehkirina dozê li ciwanan kir û got, "Ji Amed heta Duhokê, ji Şengal heta Kobanî, her bihostek axa me şahidiya berxwedana me di -
Li Bordeauxê şehîd Egîd Zagros hate bibîranîn
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê şehîd Egîd Zagros û gerîlayên ku ji Bordeauxê tevlî refên PKK’ê bûbûn û şehîd bûn, bi merasîmekî hatin bibîranîn. -
33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
Îsal 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê Dortmund ê Elmanyayê ku mezintirîn çalakiya Kurdan a li Ewropayê ye bi dirûşmeya “Rêbertiya azad û Civaka Demokratîk” dest pê kir. -
33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê tê pîrozkirin: Kurdistanî daketin qadê
33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê merasîma şahiya herî mezin a Kurdan e, îsal bi şîara “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” li bajarê Dortmund ê Elmanyayê tê pîrozkirin. -
Karamûs: Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hember Rojava herêmê ber bi kaosê ve dibe
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs zextên Tirkiyeyê yên li ser Şamê weke “sabotajeke stratejîk” binav kir û got: “Tirkiye dixwaze Şamê bike pêleyistik û Kurdan tasfiye bike. Ev ne tenê Rojava, lê hemû Sûriyeyê bêîstîkrar dike.” -
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo di roja sêyemîn de ye
Meşa Dirêj ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo bi beşdariya ciwanên ji welatên cuda yên Ewropayê destpê kir, di roja sêyemîn de li Dortmundê dewam dike. -
MAF-DAD’ê bang li endamên Konseya Ewropayê kir: Şopdarê ‘Mafê Hêviyê’ bin
MAF-DAD'ê têkildarî bicih anîna 'Mafê Hêviyê' ji endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa û Komîteya Wezîran re nameyek şand. Di nameyê de ji parlementeran re pirsên nivîskî şand û hat xwestin ku bibin şopdarê mijarê. -
Sendîkayên Spanyayê banga ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo li Konseya Ewropayê kir
Saziyên civaka sivîl ên li Spanyayê nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re şand û bang li Tirkiyeyê kirin ku ji bo bicîhanîna erkên xwe yên di çarçoveya “mafê hêviyê” yê Rêber Apo de bilez gavên lezgîn bavêje. -
CÎK’ê ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bang kir
CÎK’ê diyar kir ku tevlîbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî mezintirin kombûna gelê Kurd e û pêwîstiyekî ji bo xwedîderketina li nirxên çandî û azadiyê ye. -
KOMAW’ê êrîşên li ser gorên gerîlayan şermezar kirin
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) êrîşên dewleta Tirk ên li ser gorên gerîlayên şehîd şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş bes ne wijdana gelê Kurd, di heman demê de wijdana hemû mirovahiyê ya hevpar birîndar dikin. -
Meşa azadî ji Rêber Apo re di roja 2’yemîn de ye
Meşa bi dirûşma “Israra li ser mirovbûnê israra li ser sosyalîzmê ye, Azadî ji Ocalan re” ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir, di roja xwe ya duyemîn de li Dusseldorfê dewam kir. -
Sendîkavanên Brîtanî: Piştevaniya bi Kurdan re ne xêrxwazî ye, peywir e
Mezintirîn tevgera karkeran a Brîtanyayê TUC’ê di konferansa xwe ya salane de li ser azadî û ramanên Rêber Apo nîqaş kirin û destnîşan kirin ku piştevaniya bi Kurdan re ne xêrxwazî ye, peywir û çalakî ye. -
Xeznewî: Xewn û xeyalên Ehmedî Xanî li Rojava pêk hat
Li bajarê Draguignan ê Fransayê bi beşdariya Şêx Murşîd Xeznewî civîneke gel hate lidarxistin. Xeznewî anî ziman ku yekîtiya Kurdan ku xewn û xeyala bi sedan salan a Ehmedê Xanî bû, li Rojava pêk hatiye. -
Şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa li Helsînkî hatin bîranîn
Şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û cangoriyên tevgera azadiyê li Helsînkiyê hatin bîranîn. -
Li Lefkoşayê çalakiya ji Kenan Ayaz re azadî hat lidarxistin
Li hemberî girtina siyasetmedar Kenan Ayaz ê ji Elmanyayê radestî Qibrisê hat kirin û girtin, li ber Girtîgeha Lefkoşa ya Girtî çalakî hat lidarxistin. -
Li Swîsreyê banga ji bo mihrîcana mezin: Azadiya xwe û pêşeroja xwe ya demokratîk biparêzin
CDK-S’ê û YJK-S’ê banga tevlîbûnê ji bo 33’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê were lidarxistin, kir. Dîlan Çetînkaya wiha got, “Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe werin bi hev re li Dortmundê bicivin.” -
Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 242’an de bi biryardarî dewam dike
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemê didome û gihişt hefteya 242’an, daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bi raya giştî re parve dike.