BI DÎMEN

Li Moskowayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li Moskowayê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi civînek ji siyasetmedar û berpirsyarên saziyên gelê Kurd û neteweyên cuda yên li Rûsyayê hate şermezarkirin.

Civîn li avahiya Mala Çand û Hunerê ya Moskowayê bi tevlîbûna siyasetmedar û berpisên gelên Kurd û yên neteweyên cuda pêk hat. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre jî nirxandinan destpê kir.

Axaftvanan bal kişandin ser rola felsefî û siyasî a girîng a Rêber Apo ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û projeya wî ya "Neteweya Demokratîk" û banga ji bo jiyana hevbeş. 

Beşdaran ji rêxistinên civakî, çandî û mafên mirovan û her wiha akademîsyen û kesên taybet derbarê rolê Ocalan di çareserkirina krîzên siyasî û civakî ya Rojhilata Navîn de axivîn û daxwaza Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Beşdaran gotin, "Birêz Ocalan her tim hewl daye ku pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bike. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê şerm e."

Di dawiya civînê de hat xwestin ku hevgirtin û yekîtîya navneteweyî bi gelê Kurd re bê xurtkirin û banga li rêxistinên çandî û mafên mirovan hat kirin ku ji bo parastina maf û dîroka Kurdan di platformên navneteweyî de xebatên xwe berfireh bikin.