FEDA û YJAD: Elewîtiyê pênase nekin, mafên me nas bikin!

FEDA û YJAD'ê destnîşan kirin ku daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên ku Elewîtiyê dixe nava "potaya tirk-îslamê" destwerdaneke eşkere li hemberî azadiya baweriyê ye û gotin, "Bila dewlet dev ji pênasekirina Elewîtiyê berde; bila mafên Elewiyan nas bike."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJED) bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dan, ku Elewîtiyê dixe "potaya tirk-îslamê".

Daxuyaniya hevpar a saziyên Elewiyan wiha ye:

"Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên ku Elewîtiyê dixin nava "potaya Tirk-Îslamê" destwerdaneke eşkere li hemberî azadiya baweriyê ye. Elewîtî, ne nasnameyeke ku dewlet yan jî avaniyeke serdest wê pênase bike. Weke ku em bi salan e dibêjin; dewlet nikare me pênase bike!

Li ser van axan polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li hemberî Elewiyan, ji Gurgumê heta Çorûmê, ji Madimakê heta Gaziyê, êşên mezin dane jiyîn ji gelê me re. Îro jî heman hişmendî, bi gotinên nû dixwaze bê domandin.

Elewîtî ne dikare ji "sentezeke Tirk-Îslamê" re bê kêmîkirin, ne jî hewcetî bi rizaya desthilatdariyan heye. Elewîtî, di rê û rêbaza xwe de heye.

Bratiya rastîn; bi rûbirûbûna komkujiyên hatine kirin, bi pejirandina rastiyê û bi hemwelatîbûna wekhev pêkan e. Zimanê asîmîlasyonê ne aştiyê, şer û pevçûnê mezin dike. Îro gel dema ku bi Pêvajoya Aştiya Demokratîk li aramiyê digerin, em van gotinên cudaker û înkarker ên ku vê pêvajoyê jehrî dikin, napejirînin. Elewî baweriya xwe pir baş dizanin û nas dikin. Kes nikare nasnameyeke din bide me.

Daxwaza me eşkere ye: Divê dewlet dev ji pênasekirina Elewîtiyê berde; bila mafên Elewiyan nas bike. Cemxane îbadetxane ne, divê cemxane û baweriya me bikevin bin ewlehiya zagonî. Divê mafên me yên wekhev ên destûrî bêne ewlekirin û zemîna biratiya di navbera gelan de bê xurtkirin.

Elewî, çawa ku duh stûyê xwe xwar nekirin, îro jî dê stûyê xwe xwar nekin; tu înkar dê nikaribe me tine bike.

Ji ber ku em dizanin: Rastî zû yan jî dereng dê cihê xwe bibîne."