Li Nantesê meşa li dijî Komploya Navneteweyî: Azadî ji Rêber Apo re!
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi sedan kesî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meş û mîtîng lidar xistin.
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi sedan kesî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meş û mîtîng lidar xistin.
Bi banga Meclisa Gelê Kurd a Nantesê, bi sedan kes li bajarê Nantes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derketin qadan. Ji bilî Hevserokên Meclisa Nantesê, gelek Kurd û bi dehan enternasyonalîst jî beşdarî çalakiyê bûn.
Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Qada Place Royale berdewam kir. Di meşê de girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” azadiya Rêber Apo xwest.
Piştî meşê li Qada Place Royale mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştre Ezgî Elbistan li ser navê Meclisa Jinên Kurd a Nantesê axivî û destnîşan kir ku ew şopdar û pêşengên pêvajoya ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de dabû destpêkirin in û bang li tevahiya gel kir ku bi xurtî beşdarî pêvajoyê bibin.
Mîtîng bi dirûşmên azadiyê yên ku tim û tim dihatin avêtin, bi dawî bû.