EWROPA
Li Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê ji bo 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bîranîn hatin lidarxistin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê di civîna xwe ya li Dortmundê de xebatên xwe yên komunbûnê di qada çand û hunerê li Ewropa de nîqaş kirin û bi daxuyaniyekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtirina yekîtiya neteweyî kirin.
Di bîranîna li Cenevreyê de, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi rola dîrokî ya Zindana Amedê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de hat kirin.
34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad re, Civaka Demokratîk Ava Bikin” li Dortmundê were lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, di bîranîna Alî Haydar Kaytan de hate destnîşankirin ku Kaytan fîlozofekî mezin ê daye pey şopa heqîqetê û şoreşgerekî nayê jibîrkirin e ku bi baweriya azadiya jinan û hevrêtiyê emrê xwe fedayî têkoşînê kir.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Freiburgê ji bo meşa li Kolnê amadekarî didomin
Meclîsa Jin a Nûda û Meclîsa Gel li Freiburgê beriya meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin serdana esnaf û malbatan kirin û bang li hemû hewirdorên demokratîk û alîgirên azadiyê kirin ku beşdarî meşê bibin.
-
Li Parîsê civîna gel hate lidarxistin
Di civîna ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sirri Sakik beşdar bû de li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tecrîda Îmraliyê nirxandin hatin kirin.
-
Li Luzernê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê hate kirin
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê banga tevlîbûna meşa navendî ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, kir. Hevserokan gotin, “Bêyî azadiya Rêber Apo, rêya aştiyê venabe.”
-
-
-
-
Li Ewropayê alarma Bahoza Benjamin
Ji ber bahoza bi navê Benjamin ku bandor li Fransa û Belçîkayê kiriye, li Fransayê li 19 herêman di asta rengê pirtiqalî de alarm hate dayin.
-
Çalakvanên Cenevreyê: Em ê li Kolnê azadiya Rêber Apo biqîrin
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê tê dewamkirin, ket hefteya xwe ya 248’an. Çalakvanan banga tevlîbûna xurt li meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk were, kirin.
-
-
-
-
Li Liverpoolê civîna gel a berfireh
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk beşdarî civînê bû got, "PKK'ê dest ji çekan berda, êdî li ber destê wê ji bilî aştiyê tiştek nîne" û destnîşan kir ku divê kes nefikire ku karibe gelê Kurd bixapîne.
-
-
-
-
-
-
Li Hamburgê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê
NCDK'ê Hamburgê, beriya meşa ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê were lidarxistin, li hev kom bû û civîna amadekariyê li dar xist. Di civînê de peyama "Divê her welatparêz, her dostek 8'ê Mijdarê li Kolnê be. Azadiya Rêber Apo azadiya gel e" hat dayîn.
-
Banga KOMAW’ê ji bo 'Meşa Azadiya Rêber Apo'
KOMAW, piştî kongreyê di yekem civîna xwe ya meclîsê de banga beşdarbûna xurt li "Meşa Azadiya Rêber Apo" ya ku wê 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin kir û peyama, "Xwedîderketina li mîrateya şehîdan, bi li dora rêbertiyê kombûnê pêk tê" da.
-
Li Heilbronnê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Jînda Nûrhaq ku di bîranîna şehîdan a li bajarê Heilbronnê de axivî, di şexsê Bêrîtan de îşaret bi rola hemû Şehîdên Meha Cotmehê ya di têkoşîna azadiyê de kir û got, “Xwedîderketina li şehîdan erka herî girîng ê şoreşgerî û mirovî ye.”
-
-
Li Viyanayê Konferansa Civaka Demokratîk hate lidarxistin
Li paytexta Awistirya Viyanayê, di konferansa hat lidarxistin de hat nîqaşkirin ku modela Civaka Demokratîk dê li qada Awistiryayê çawa were şênberkirin. Her wiha destnîşankirin ku "modernîteya demokratîk ne tenê teoriyek e, sîstematîkeke jiyanî ye.