BI DÎMEN

Li Freiburgê ji bo meşa li Kolnê amadekarî didomin

Meclîsa Jin a Nûda û Meclîsa Gel li Freiburgê beriya meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin serdana esnaf û malbatan kirin û bang li hemû hewirdorên demokratîk û alîgirên azadiyê kirin ku beşdarî meşê bibin.

Meclîsa Jin a Nûda û Meclîsa Gel li Freiburg a Elmanyayê ji bo meşa ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bi daxwaza ‘azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo’ bê lidar xistin, amadekariyên xwe didomîne. Endamên meclîsê li bajêr çûn serdana esnaf û malbatan û banga tevlîbûna meşê kirin.

Di hevdîtina bi gel re ku tevahiya roj dewam kir de, endamên meclîsê diyar kirin ku meş ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku piştgiriya demokrasî, azadî û aştiyê dikin, daxwazek hevpar e.

Nûnerên meclîsê, anîn ziman ku amadekariyên meşê bi dawî bûne, otobus amade ne û ji gelek welatên Ewropayê beşdarbûnek mezin tê hêvîkirin. Wan bang li hemû hewirdorên demokratîk û kesên ku piştgiriya azadiyê dikin kirin ku beşdarî meşê bibin.