BI DÎMEN

Li Parîsê civîna gel hate lidarxistin

Di civîna ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sirri Sakik beşdar bû de li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tecrîda Îmraliyê nirxandin hatin kirin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê ya Fransayê civîna gel hate lidarxistin. Civîna ku bi sedan kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Parlamenterê Mûşê yê DEM Partiyê Sirri Sakik beşdarî civînê bû. Sakik pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn, rewşa Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hûrgiliyên li ser pêvajoya aştiyê parve kir. Sakik li ser hevdîtinê yên bi dewletê re agahî da û bersiva pirsan da.

Civîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû. Di civînê banga beşdarbûna ji bo meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, hate kirin.