BI DÎMEN

Li Hamburgê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê

NCDK'ê Hamburgê, beriya meşa ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê were lidarxistin, li hev kom bû û civîna amadekariyê li dar xist. Di civînê de peyama "Divê her welatparêz, her dostek 8'ê Mijdarê li Kolnê be. Azadiya Rêber Apo azadiya gel e" hat dayîn.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Hamburgê (NCDH), beriya "Meşa ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêbertî" ku dê di 8ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, civîna amadekariyê li dar xistin.

Beşdaran destnîşan kirin ku meşa nêzîk ne tenê çalakiyek e, meşa rûmetê ya neteweyê ye.

Di civînê de, armanca ku hemû komûn û komîteyên li Hamburgê bi hêza rêxistinî ya gel bên seferberkirin û li Kolnê tevlîbûneke bi heybet were misogerkirin, hat ziman. Beşdaran bang kirin, "Pêwîst e her mal, her kolan û her dil ji bo meşa Kolnê bikeve tevgerê."

‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTIYA ME NAYÊ TALOQ KIRIN’

Boksor Îsmaîl Ozen, Siyasetmedar Nîhat Akdogan û Nivîskar Cafer Tar ên ku beşdarî civînê bûn, di axaftinên xwe de bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan kirin. Axaftvanan bi balkişandina li ser "Êdî azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me erkek e ku nayê taloqkirin" ji bo meşa 8ê Mijdarê banga tevlîbûneke xurt kirin.

Beşdaran gotin, "Cihgirtina her welatparêzekî di vê meşa dîrokî de meseleyeke rûmet û berpirsiyariyê ye."

‘EM Ê LI KOLNÊ VÎNA GELÊ XWE NÎŞANÎ CÎHANÊ BIDIN’

Navenda Civaka Demokratîk a Hamburgê, biryar girt ku di pêvajoya beriya meşê de xebata rêxistinî mezin bike, qad bi qad xwe birêxistin bike û di nava seferberiyeke domdar de be.

Di axaftinên ku di civînê de hatin kirin de ev peyam derket pêş: “Rêya me rêya azadiyê ya Rêber Apo ye. Ev rê, rêya rûmeta mirovahiyê ye. Em ê li Kolnê ne tenê meşekê li dar bixin; em ê vîna gelê xwe, baweriya xwe û biryardariya xwe ya azadiyê nîşanî cîhanê bidin.”

‘8Ê MIJDARÊ DÊ BIBE ÎFADEYA YEKGIRTÎ YA BERXWEDANÊ’

Di civînê de ku hate destnîşankirin ku gelê Kurd 25 sal in li dijî îzolasyona Îmraliyê bi rûmet li ber xwe dide, hate gotin ku meşa 8'ê Mijdarê dê bibe îfadeya yekgirtî ya vê berxwedanê.

Beşdaran diyar kirin ku gel dê ji çar aliyên Ewropayê biherike Kolnê û daxwaza azadiya Rêber Apo bilind bike.