EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kallas: Ji bo çareseriya bi Îranê re 30 rojên me hene
Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas anî ziman ku ji bo çareserî di mijara bernameya nukleerê ya Îranê de bê peydakirin tenê 30 rojên welatên Rojavayî hene. -
Hevdîtina li Parlamenta Kanadayê: Xweseriya Rojava ji bo aramiya herêmê mecbûrî ye
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs bi Alîkarê Serokê Parlamentê Tom Kmiec re hevdîtin kir û pêvajoya destûra bingehîn a li Rojava nirxand. Kmiec got, dewleteke Sûriyeyê ya ku xweseriya Rojava nas dike ji bo aramiya herêmî mecbûrî ye. -
Danîmarkayê yekemcar ji Gronlandê lêborîn xwest
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen cara ewil ji ber kiryara girêdana spiralê ya bi darê zorê ya bi hezaran jin û zarokên keçik ên li Gronlandê ku koloniya wê ya berê ye, bi awayekî fermî lêborîn xwest. -
KOMAW amadekariyê 8’emîn kongreya xwe ya awarte dike
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) amadekariyên 8’emîn kongreya xwe ya awarte dike. KOMAW’ê ji bo kongreya ku wê di 31’ê Tebaxê de li bajarê Herne yê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
56 meh in li ber NY’ê daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin
Çalakiya rûniştiyê ya ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her Çarşem tê lidarxistin, gihişt meha 56’an. -
Metirsiya dersînorkirina Çakas a 28'ê Tebaxê ji holê rabû
Di doza aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas de ku gefa dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê li ser heye, bûyereke nû qewimî. Dadgeha Îdareyê ya Lunebûrgê dersînorkirina Çakas ji bo Tirkiyeyê bi demkî rawestand. -
Hevserokê KCDK-E’yê: Divê Rêber Apo bi awayekî fermî beşdarî hevdîtinan bibe
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê Rêber Apo bi awayekî fermî beşdarî hevdîtinên aşitiyê bibe. -
Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku pêwîst e dewlet dev jî siyaseta înkar û tinekirinê berde û got: “Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e. Azadiya Rêber Apo, qebûlkirina pirsgirêka gelê Kurd û avakirina civaka siyasî û demokratîk e.” -
FEDA: Divê ji bo aştiyê tu kes bêdeng nemîne
FEDA’yê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî peyamek weşand û got: ‘’Ji bo aştiyeke adil, birûmet û demokratîk divê tu kes bêdeng nemîne û berovajî wê divê hemû kes di nava têkoşînê de cihê xwe bigire.’’ -
Jinên Êzidî di Nobeta Azadiyê de ne: Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye
Di hefteya 689’an a Nobeta Azadiyê de jinên Êzidî nobetê girtin. Yek ji wan jinan Xezna Xalid got, “Azadiya Rêber Apo erka me ya sereke ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, em jî nikarin azad bin. Divê bi taybetî civaka Êzidî vê yekê ji bîr neke.” -
Li Cenevreyê ji bo hikûmeta kantonê 2 dostên Kurdan di pêşbirkê de ne
Li Cenevre ya Swîsreyê ji bo 2 kursiyên Konseya Eyaleta kantonê (Hikumeta kantonê) yên valabûne wê di 28’ê Îlonê de hilbijartin were lidarxistin. -
Kenan Ayaz ji Qibrisê re nayê sewqkirin: Wê têkoşîna hiqûqî berdewam bike
Aktîvîstê Kurd Kenan Ayaz, îtîrazên xwe yên têkildarî biryara mehkûmiyeta li Elmanyayê didomîne û ne diyar e ku wê kengî ji Qibrêsê re were sewqkirin. -
Ji sedî 71’ê Fransiyan daxwaza avaniyeke federal dikin
Li gorî anketeke ku ji aliyê Ifopê ve hatiye kirin, puraniya Fransiyan li dijî navneparêziyê derdikevin û dixwazin rayeyên rêveberiyên xwecihî zêdetir bin. -
Îtalya divê ji bo Çakas bikeve nava liv û tevgerê
Parlamenterên Îtalî yên PE’yê Ilaria Salis û Domenico Lucano bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo Elmanya Mehmet Çakas radestî Tirkiyeyê neke, zexta dîplomatîk lê bike. -
Li Stuttgartê bîranîn û şahiya gel
Li Feuerbach a girêdayî Stuttgart a Elmanyayê merasîma bîranînê û şahî hate lidarxistin. -
Li Mainzê Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. -
Sê şehîdên pêşeng li Ewropayê hatin bibîranîn: Têkoşîna wan hêzê dide me
Fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û milîtan Bahtiyar Gabar, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di çalakiyan de peyama, “Têkoşîna wan hêzê dide me” derket pêş. -
Di şahiya gel a Mannheimê de îşaret bi Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin
Di şahiya gel de ku li Mannheimê hate lidarxistin, Dr. Îdrîs Baluken bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk û destnîşan kir ku divê bi lez şertên muzakereyê bên peydakirin û gavên têkildarî girtiyên siyasî yên di hundir de bêne avêtin. -
‘Veguhestina mîrateya şehîdan ji bo pêşerojê berpirsyariya me ya herî mezin e’
Di bîranîna ku ji bo Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar li Kolnê hate lidarxistin de, dirûşmeya “Şehîd Namirin” deng veda. Biraziyê Şehîd Sofî, Fermandarê QSD’ê Loqman Sofî got, “Helwesta wan a şoreşgerî, fedakarî û baweriya wan rênîşanderê me ne -
Penaberên Mexmûrê bang li Swîsreyê kirin: Jiyana me di bin xeteriyê de ye
Penaberên Mexmûrê destnîşankirin ku biryarên şûnde zivirandinê ku Swîsreyê bi zexta Enqereyê girtiye, rasterast jiyana penaberan dixe xeteriyê. Penaberan diyar kirin ku Swîsreyê hiqûqa navneteweyî binpê dike û banga piştevaniyê kirin. -
Li Berlînê fermandarên pêşeng hatine bibîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar hatin bîranîn. Di bîranînê de wiha hat gotin: “Divê em mîrateya şehîdan bidin jiyîn, banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cîh bînin." -
Li Stockholmê Nûreddîn Sofî û hevrêyên wî hatin bibîranîn
Li paytexta Swêd Stockholmê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û dostên gelê Kurd beşdarî bîranînê bûn. -
Fermandarên pêşeng wê li Kolnê werin bibîranîn
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar wê sibê li Kolnê werin bibîranîn. -
Di nobeta li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê de dosya radestî OHRC’ê hate kirin
Di çalakiya nobetê de ku li pêşiya avahiya NY’ê ya li Swîsreyê 3 roj in dewam dike de dosyaya ku binpêkirinên mafan ên giran ên li girtîgehên Tirkiyeyê bi belge dike radestî OHCR’ê hate kirin. -
Êzidiyên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî wezareta Iraqê dan: Em ê kiryarên kirêt têk bibin
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) rojeva Wezareta Koç û Koçeran a Iraqê ya ji bo 'entegrekirina' koçberan weke xalîkirina Şengalê ji Êzidiyan pênase kir û diyar kir ku wê qanûn û kiryarên kirêt têk bibin.