FEDA û DAKB’ê ji bo aştî û demokrasiyê banga têkoşînê li hemû gelan kirin

Federasyona Demokratîka Elewî (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyekî hevpar ji bo aştî û demokrasiyê banga têkoşînê û berxwedana li dijî asîmîlasyonê li hemû gelan kirin.

FEDA û DAKB’ê destnîşankirin ku Elewî bi sedan sal in rastî qirkirin, sirgûn û zextan hatine, lê tevî vê yekê jî bawerî, çand û zimanê xwe heta îro anîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meseleya esas, “xurtkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e” û hate diyarkirin ku Elewî neçar in hem li dijî êrîş û zextên li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê têbikoşin.

Di berdewamiyê de bi piştgiriya dewleta Tirk muhatapgirtina lîderê HTŞ’ê ya di qada navneteweyî de hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava û dîwarên beton ên li sînorê Iraqê jî ji astengiyên li pêşiya aştiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Elewîtî nirxekî taybet dide jinan û hate gotin ku jinên Elewî pêşengên têkoşîna aştî û civaka demokratîk in û wiha hate gotin: “Ked û hewldana her kesên ku ji dil xizmetê ji aştî û demokrasiyê re dikin, hêja ye. Em nêzîkatiyên ku îro li ser ziman tê meşandin û xizmetê ji polîtîkayên asîmîlasyonê dikin, rast nabînin. Wekî baweriyê, zimanê Elewîtî heqîqeta hevpar a gelan e. Elewîtî di Tirkî, Kurdî, Zazakî û Erebiyê de jî beralî heqîqetê dibe û di her zimanê de tê jiyîn. Her ziman di navbera Heq û mirovan de pîra razîbûnê ava dike, her kes bi zimanê xwe yê dayikê îbadetê dike. Elewîtî ne di yekdestiya tu gel û zimanan de ye. Ev helwest rê li ber vedike ku zimanê me yê dayikê were wêderkirin, encamên wê jî giran dibe. Bêguman nehiştina axaftina dayikan bi zimanê xwe yê dayikê di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin de mînaka şênber a vê zîhniyetê ye.”

FEDA û DAKB’ê banga rêxistinbûn û têkoşînê li hemû bindestan kir û wiha got: “Divê her kes pê bawer be ku eger em birêxistin bibin û têbikoşin em ê teqez bi ser bikevin. Ji ber vê carekî din diqîrin; Bi hemû gelan re aştî û ji asîmîlasyonê re na. Ji bo pêşeroja xwe bi hev re têbikoşin.”