BI DÎMEN

Rapora nijadperestiyê ya li dijî Kurdan a 2024'an hate eşkerekirin

Navenda Agahiyê ya Nijadperestiyê ya li dijî Kurdan (IAKR) li paytexta Elmanya Berlînê rapora 2024'an li Parlamenta Federal bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

RAPORA NIJADPERESTIYÊ YA LI DIJÎ KURDAN

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ku nûnerên gelek saziyên Kurdan, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedar lê amade bûn, bi beşdariya Prof. Kenan Engîn, Perwerdekar Selda Akbayir û Peshraw Mohammed panelek hate lidarxistin.

Serokê IAKR'ê Civan Akbûlût anî ziman ku di sala 2024'an de 217 bûyerên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan hatin tespîtkirin û got, "Ev rapor pîrozkirinek nîne, hişyarî ye. Hişyariya wê yekê ye ku Kurdên li Elmanyayê gelek caran bi tenê têne hiştin. Hişyariyeke ku gelek caran li heqaret, nêzîkatiyên biçûkxistinê an jî êrîşê rast tên."

KURDBÛN TÊRÊ DIKE KU LI ÊRÎŞÊ RAST BÊ

Navenda Agahiyê ya Nijadperestiyê ya li dijî Kurdan (IAKR) ku sala 2023'an li Elmanyayê ava bû, rapora xwe ya destpêkê ya têkildarî sala 2024'an li Parlamenta Federal a Elmanyayê eşkere kir. Civan Akbûlût di civîna çapemeniyê de qala jiyana xwe kir û got, "Ji bîra min naçe ku li dibistanê di dema bêhndanê de li nava wan zarokan rawestiya bûm ku digotin 'Nêçira Kurdan' û diqîriyan. Nijadperestiya dijberiya li Kurdan ji bo Kurdên li Elmanyayê rastiyeke rojane ye. Nijadperestiya dijberiya li Kurdan ne tiştekî dûr e. Tê wê wateyê ku ji ber bi zimanê Kurdî diaxive li heqaretê rast tê, ji ber xwedî rabirdûyeke Kurd e rastî lêdanê tê û tenê ji ber Kurdbûna xwe tê kuştin."

217 BÛYER, PIRANIYA WAN JI BER NETEWEPERESTIYA TIRK BÛN

Li gorî rapora IAKR'ê, di sala 2024'an de bi giştî 217 bûyerên nijadperestiyê ya dijberiya li Kurdan hate tespîtkirin. Ji sedî 37.8 (82 bûyer) ê bûyeran ji ber neteweperestiya Tirk bûn. Di van bûyeran de bi giranî sembol û gotinên komên rastgiriya tund a Tirk ên weke 'Bozkûrt' hebûn. Di nava kategoriyeke din a girîng de 36 bûyerên ji ber gotinên Îslamî, 22 bûyer ji ber neteweperestiya Ereb rû dan.

QADA DÎJÎTAL DI ASTEKE METIRSÎDAR DE YE

Ji sedî 73 ê bûyeran li platformên dîjîtal rû dan. Li platformên dîjîtal ên weke Instagram, TikTok, Threads û X'ê naverokên dijberiya li Kurdan zêde bûn, bi algorîtmayan ev naverok digihêjin girseyên berfireh.

JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NIJADPERESTIYA LI HEMBERÎ KURDAN DIVÊ GAVÊN LEZGÎN BÊNE AVÊTIN

Di raporê de li gel bûyerên hatin belgekirin, her wiha ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiya li hemberî Kurdan pêşniyarên çareseriyê yên şênber hatin kirin. Pêşniyarên hatin kirin bi vî rengî ne:

Têkoşîna li dijî Antî-Kurd divê ji dema zarokatiyê ve bikeve nava mufredata perwedeyê û li dibistanê hişmendiya li dijî cihêkariyê bê afirandin.

Nijadperestiya li hemberî Kurdan divê li qedyên polîsan weke kategoriyeke cuda bê pênasekirin û kiryar bê lêpirsîn, mexdûr jî bê parastin.

Ji bo Kurd karibin bi çanda xwe bijîn, qadên bi ewle yên nava civakê bêne parastin, karibin bi hêsanî piştgiriya derûnî û hiqûqî bi dest bixin.

Penaberên Kurd divê ji welatên weke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê re neyên dersînorkirin; divê bê qebûlkirin ku ev welat ewle nînin.

Zimanê medyayê yê ku Kurdan krîmînalîze dike û cihêkariyê belav dike bê terikandin, vegotineke xwedî hêza temsîliyetê bê pejirandin.

Saziyên civakî yên sivîl û nûnerên Kurdan karibin bi rengekî çalak tevlî mekanîzmayên biryardanê yên siyasî bibin, di polîtîkayên koçberiyê de xwedî gotin bin.

Karên akademîk ên li ser Antî-Kurd bêne zêdekirin, fonên lêkolînê yên taybet bêne veqetandin û li zanîngehan kursiyên Kurdolojiyê bêne avakirin.