Bîra qedîm a Girê Miraza li Baselê hate nîqaşkirin

Li Baselê panela "Destpêka Dîrokê: Çanda Girê Miraza” hate lidarxistin. Di panelê de li ser rehên dîrokî yên civaka Kurd, çanda berxwedanê û girîngiya Girê Miraza ya di dîroka mirovahiyê de nîqaş hatin kirin.

 

Li Basel a Swîsreyê panela bi sernavê "Destpêka Dîrokê: Çanda Girê Miraza” hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi berfirehî li ser kokên dîrokî yên civaka Kurd, berxwedana wê ya hebûnî û tevkariya wê ya dîroka mirovahiyê hatin nîqaşkirin.

Panel li hola konferansê ya Zanîngeha Baselê bi hevkariya Weqfa Région Alxas, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê, Komeleya Xwendekarên Kurd a Zanîngeha Baselê, Konseya Jinan a Ronahî, Mardef û FEDA hate lidarxistin.

Arkeolog û nivîskar Mesût Alp, Girê Miraza ne tenê wekî navendeke arkeolojîk, di heman demê de wekî cihekî şaristaniyê ku tê de formên yekem ên hişmendî, bawerî û rêxistina civakî derketine holê nirxand. Alp di pêşkêşiya xwe ya bi navê "Hebûn, Nasname û Dîroknasiyeke Nû" de li ser çanda berxwedanê ya hevpar ên gelên Kurdistan, Ewropa û Emerîkaya Latîn rawestiya û diyar kir ku li hemberî dîroka ku mêtingeran nivîsandiye hewceyî bi perspektîfeke nû heye.

Panel di du rûniştinan de pêk hat. Di rûniştina yekem de, Alp di ronahiya daneyên arkeolojîk û antropolojîk de li ser xwendinên navendî pêşkêşî kir.

Di beşa duyemîn de, bersiva pirsên beşdaran hat dayîn û li ser hişmendiya dîrokî ya nû û paradîgmaya azadiyê nîqaşên kûr hatin kirin.

Di nav axaftvanên çalakiyê de akademîsyen û psîkoanalîst Dr. Ruth Waldvogel û Dr. Şemsettin Koç hebûn. Di dawiya panelê de, hate diyarkirin ku Girê Miraza hem ji bo mirovahiyê û hem jî ji bo herêma Kurdan bîreke qedîm temsîl dike.