Hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) bi armanca azadiya Rêber Apo ya di çarçoveya “mafê hêviyê” de, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê mitîng lidarxistin.
Di mitîngê de hunermend Hekîm Sefkan mafê axaftinê girt. Sefkan bi bîr xist ku bi salan in li her cihê ku Kurd lê dijîn ji bo azadiya Ocalan çalakî tên lidarxistin û wiha got: “Em jî wekî endamên TEV-ÇAND’ê bi heman armancê li hev civiyan. Li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li Rojhilata Navîn û seranserê Ewropayê gavên dîrokî hatin avêtin. Em azadiya Rêber Apo wekî wezîfeya xwe dibînin û çalakiyên xwe didomînin. Bi daxwaza mafê hêviyê li pêşiya saziyên navneteweyî ne.”
Hunermend Sefkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em her çiqas rastî zehmetiyan werin jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên jiyanê ya girtiyên siyasî bidomînin. Rêber Apo di nava çar dîwaran de jî bi hizrên xwe deriyê hêviyê ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê vedike. Em bi taybet wekî hunermend, pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin wekî erkê xwe dibînin. Saziyên Ewropayê, parlamentoyên wan û mekanîzmayên navneteweyî divê bizanibin ku ji bo ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe, pêwîstî bi ‘mafê hêviyê’ heye. Naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, vekirina deriyê aştiyê ji bo Ewropa û mirovahiyê ye.”
Hekîm Sefkan di dawiya axaftina xwe de dubare kir ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim di nav çalakiyê de bin.
Piştî Hekîm Sefkan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Parlementerê DEM Partiyê Berdan Ozturk biryarên Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de bi bîr xist. Ozturk wiha got: “Ji bo astengiyên li pêşiya aştiyê bên rakirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd bikaribe rola xwe bilîze û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn, berpirsyarî dikeve ser milê saziyên navneteweyî.”
Piştî axaftinan, mitîng bi stranên hunermendan bi dawî bû.