Di hilbijartinên Moldovayê de partiya alîgirê Ewropayê bi ser ket

Di hilbijartinên Parlamenta Moldovayê de Partiya Çalakî û Piştevaniyê (PAS) a bi serokatiya Serokkomar Maia Sandu, ku alîgirê Ewropayê ye, bi ser ket.

Li gorî encamên fermî ji sedî 99.52 ê dengan hatin jimartin. Di encamê de jî PAS'ê ji sedî 50.03 ê dengan, Bloka Welatparêzan a alîgirê Rûsyayê jî ji sedî 24.26 ê dengan wergirtin.

Li vî welatê Sowyeta berê ku nifûsa xwe nêzî 2.4 milyon mirov e, hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûna li hibijartinê ji sedî 52 bû.

Ev hilbijartin ji bo biryardana li ser Yekîtiya Ewropa yan jî Rûsyayê ji bo Moldovayê girîng dihate dîtin.

Di pêvajoya hilbijartinê de aliyan hevdu sûcdar kirin. Yekîtiya Ewropayê Moskowa bi meşandina 'kampanya dezenformasyonê' sûcdar kir.

Serokdewleta Moldovayê Sandu jî piştî ku dengê xwe li paytext Kîşînevê bi kar anî, di mijara 'destwerdana girseyî' ya Rûsyayê li hilbijartinan hişyarî da. Kremlînê jî îdîa red kir.

Herêmên hilbijêrên dîasporayê û herêma Transdinyester a alîgirê Rûsyayê dengdan bi baldarî htae şopandin. Rêveberiya Transdinyesterê hikumet bi hewldanên astengiyê sûcdar kir.

Ji bo 101 kursiyan bi giştî 20 partî û namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bûn. PAS di hilbijartinên 2021'ê de jî bi wergirtina ji sedî 52.8 ê dengan bûbû yekemîn. Lê belê ji ber zehmetiyên aboriyê di dema dawî de dihate gotin ku dengê wê kêm bûye.