Dîroknasê Fransî: Nêrîna aştiyane ya li meseleya Kurd ji her demê bêhtir girîng e

Dîroknasê Fransî Jean-Numa Ducange bi peyamekê piştgirî da banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê û got, "Piştgiriya ji bo meseleya Kurd a bi nêrîna aştiyane û demokratîk ji her demê bêhtir girîng e."

Jean-Numa Ducange têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê peyameke piştgiriyê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.

Peyam bi vî rengî ye: "Ez piştgiriyê didim hewldana we. Têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd di asta navneteweyî de gelekî ji nedîtî ve hat, lewma îro hîn rewa û pêwîst e. Gelek kes ji bo mafên gelê Fîlîstînê xwepêşandanan lidar dixin, lê belê têkoşîna Kurdan hatiye jibîrkirin. Lewma piştgiriya ji bo meseleya Kurd a bi nêrîna aştiyane û demokratîk ji her demê bêhtir girîng e. Dengekî Kurdan jî heye û ev deng bi perspektîfa komareke demokratîk û civakî bilind dibe. Eger enternasyonalîzm hîn jî xwedî wateyekê be, hingî ev wate divê di vir de b şênberî bikeve meriyetê; divê paşeroja hevpar a gelên Kurd û Tirk bê misogerkirin."

JEAN-NUMA DUCANGE KÎ YE?

Ducange ku li Zanîngeha Rouen Normandie profesorê dîroka hemdem e û endamê l'Institut universitaire de France e, li welatên ku bi zimanên Fransî û Elmanî dixaxivin bi pisporiya xwe ya li ser 'mîrateyên' li cîhana hemdem a Şoreşa Fransayê û pêlên çep tê naskirin. Li ser van mijaran bi zimanên cuda gelek gotar û berhem nivîsî, di heman demê de hevrêveberê kovara 'Actuel Marx' û berpirsyarê weşana giştî ya kovara Mouvement ouvrier e.