Li Parîsê şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn

Di bîranîna li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê de hate destnîşankirin ku têkoşîna şehînda rênîşander e.

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê ji aliyê Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî ve li Navenda Civaka Kurd çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Di bîranînê de, di şexsê gerîlayên HPG’ê Haydar Munzur (Mehmet Zilkiflî), Rohat Rover (Azad Akinci) û Dengtav Amed (Ferhat Demîr) de ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Li ser navê malbatên şehîdan Ahmet Kaçan axivî. Kaçan îşaret bi dilsoziya bi şehîdan re kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna wan a nîvço dewr bigrin.

Piştre, Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E’yê Fatoş Goksungur mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku têkoşîna şehîdan rênîşander e.

Malbatên şehîdan ên beşdarî bîranînê bûn, hest û hizrên xwe yên derbarê şehîdan de parve kirin.

Bername bi pêşandana sînevîzyonê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.