EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Torînoyê ji bo Şengalê kampanyaya bexşê hat destpêkirin
Defend Kurdistan Torîno belgefîlma “Evîn di rûyê qirkirinê de” nîşan da. Di çalakiyê de axatin hatin kirin û ji bo avakirina navendeke werzîşê ya ciwanan li Şengalê were avakirin kampanyaya bexşê hat destpêkirin. -
Li Abya Yala ji bo piştgiriya yekîtiya gelan du çalakî hatin lidarxistin
Bi pêşengiya jinan li Abya Yala bi dirûşmeya, “Gel Tenê Dikarin Rizgar Bikin” panela Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Her wiha di Fuara aboriya xweser de jî li ser aboriya komunal nîqaşên berfireh hatin kirin. -
Demîr: Elmanya hiqûqa dijminahiyê li Kurdan disepîne
Mehmet Demîr dewleta Elmanyayê şermezar kir ku bêyî hincetekê nîşan bide Rojnamevan Serkan Demîrel binçav kiribû û ew dersînor kiribû û got: ‘’Ev perçeyeke dijminahiya sîstematîk ya li hemberî gelê Kurd e. Em ê tu caran vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.’’ -
Li Val de reuilê civîna gel
Li Val de Reuil a girêdayî bajarê Eureyê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civîna gel hat lidarxistin. -
Li Ewropayê bîranînên Şengalê: Daxwaza statuyê ya Êzidiyan rewa ye
Di çalakiyên bîranînê yên li gelek navendên Ewropayê de Qirkirina Êzidiyan careke din hate şermezarkirin. Di çalakiyên bi pêşengiya jinan de ev peyam hatin dayîn, “Qirkirina Êzidiyan wê bê hesab nemîne” û “Bila statuya xweseriya Şengalê were naskirin.” -
Li Saratovê civîna li ser salvgera Qirkirina Êzidiyan
Li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi wesîleya Qirkirina Êzidiyan civîn hate lidarxistin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şervan Tirbespiyê şîn hate danîn
Şîna ku ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê hate danîn, bi tevlîbûna xurt a gel û saziyan pêk hat. Di axaftina li ser navê malbatê de wiha hate gotin, “Me heta niha 4 şehîdan dan; pêwîst bike em ê di oxira azadiya Kurdistanê de bi dehan şehîdên din jî bidin.” -
Li Marignanê ji bo gerîlayê HPG’ê Pîro şîn û çalakiya bîranînê
Ji bo Zagros Pîro û 4 hevrêyên wî yên di 2017’an de şehîd bûn, li bajarê Marignane ya Fransayê şîn û merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de banga xwedîderketina li berxwedana gelê Kurd û mîrateya şehîdan hate kirin. -
Li Marsîlya û Frankfurtê bîranîna Fermana 74’an
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û Frankfurt ê Elmanyayê di salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
Şehîdên Şengalê li Hildesheimê hatin bibîranîn
Li bajarê Hildesheimê ji bo kesên ku di qirkirina 2014'an a çeteyên DAÎŞ'ê de li Şengalê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku statuya xweser a Şengal û qirkirinê nas bikin û ji berpirsiyarên qirkir -
Rojnamevan Serkan Demîrel li Elmanyayê hat binçavkirin: Gef û heqaret li min hat kirin
Rojnamevan Serkan Demîrel ku li Swîsreyê dijî, diyar kir ku êvara 1’ê Tebaxê li sînorê Elmanyayê hatiye binçavkirin û rastî muameleên keyfî û neqanûnî hatiye. -
Elewiyan li ber NY’ê bang kirin: Em kirdeya veguherîna aştî û demokratîk in!
Rêxistinên Elewiyan li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreya Swîsreyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî dan û gotin, “Em kirdeya veguherîna aştî û demokratîk in. Em ê bi vê biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin.” -
‘Divê statuya gelê Êzidî were naskirin’
Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê got, “Gelê me yê Êzidî di dîroka xwe de rastî zêdeyî 73 fermanên qirkirinê hat. Lê piştî vê fermana 73’yemîn rêveberiya xwe û parastina xwe ava kir.” -
Yuksel Koç bi şert hate tehliyekirin
Hevserokê berê KCDK-E’yê Yuksel Koç, di rûniştina li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê hate dîtin de bi şert hate tehliyekirin. -
Li Swîsreyê ji bo salvegera fermanê wê rêzeçalakî bên lidarxistin
YJK-S'ê bi wesîleya salvegera qirkirina 3'yê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û Êzidiyên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û banga beşdarbûneke xurt li çalakiyên bîranînê kir. -
KCÊ-E: Divê banga Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan were esasgirtin
KCÊ-E’yê bi wesîleya salvegera 11’an a Fermana Şengalê daxuyanî da û got, hemû Êzidî divê li her derê banga Rêber Apo ya ji bo Ronesansa Civaka Êzidî esas bigirin û ji bo guhertinên bingehîn bikevin nav seferberiyê. -
KCDK-E: Divê statuya Şengalê were naskirin
KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê peyamek weşand û bang kir ku statuya Şengalê were naskirin. -
Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 236'an de ye: Gava yekem ji bo aştiyê azadiya Rêber Apo ye
Li Cenevreyê zêdetirî 4 sal in ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di çalakiyê de ne û banga gavavêtinê li dewleta Tirk hat kirin. -
Cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk hate veşartin
Li Fînlandiyayê cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk (Sînan Dersim) ku di 24’ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin. -
Li Yewnanîstanê şehîdên 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Derwêş Kop hate bibîranîn
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG'ê Derwêş Kop ê ku di sala 2017’an de şehîd bû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Stavropolê civîna li ser Şoreşa Rojava
Li Mala çandê ya Fêldmarşala navça Novoalêksandrovskê li ser Şoreşa Rojava civînek hate lidarxistin. -
Malpera Ocalanvigil nû bû
Malpera ocalanvigil.net web ku di çarçoveya pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de hate avakirin û bi Îngilîzî û Fransî weşanê dike, nû bû. -
'Ji bo vegera sirgûnan a li welêt divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê xwest, ji bo mirovên ji ber zextên siyasî neçar man welêt biterikînin bi rengekî azad û ewle vegerin û ji bo dawî li zextên siyasî yên bi riya Înterpolê tên kirin bê anîn, sererastkirinên qanûnî werin kirin. -
Şehîdên 14'ê Tîrmehê û şehîd Şevger li Ravensburgê hatin bibîranîn
Ji bo şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê û gerîlayê HPG'ê Şevger Rojger ê ku di sala 2019'an de şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbata şehîd Şevger û Hevserokê FED-GEL peyamên watedar dan. -
Li Liverpoolê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya konvedanê
Meclîsa Gelê Kurd di navenda bajarê Lîverpoolê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê pêk anî. Di çalakiyê de broşur û pirtûk hatin belavkirin û agahî hatin dayîn.