Girseyê li Meydana Waisenhausê civiya û piştî axaftinên li wir hatin kirin, li navenda bajêr meşek girseyî li dar xist. Ciwan, xwendekar û rêxistinên koçberan bi coşeke mezin tevlî çalakiyê bûn. Daxwaza “Dadmendiya avhewayê” bi dirûşm û pankartan li qadan deng veda.
GREVA AVHEWAYÊ: PERGALA KAPÎTALÎST XWEZA Û JIYANÊ TUNE DIKE
Di axaftinên bi navê Greva Avhewayê de wêrankirina xwezayê ya ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hate teşhîrkirin. Hate diyarkirin ku di Hezîrana 2025’an de rekorên germahiyê li cîhanê hatin şikandin, hezazên mezin a li herêma Blatten a Swîsreyê û şewatên daristanan ên li Kalîforniyayê mezinahiya krîza avhewayê nîşan dide. Di havîna borî de li Swîsreyê ji ber germahiya zêde zêdetirî 600 kesan jiyana xwe ji dest da û hate gotin ku berdêla herî giran a vê krîzê gelên xizan, koçber û karkerên di karên giran de dixebitin didin. Ev rastî bi gotina “Yên herî kêm qirêj dikin, berdêla herî zêde didin” hate destnîşankirin.
Plana hikûmeta Swîsreyê ya avakirina turbînên gazê yên nû yên bi 275 mîlyon frankî li nêzî Bernê û kêmkirina budçeya avhewayê bi mîlyaran frankî, ji aliyê girseyê ve bi hêrs hate şermezarkirin.
JI TEVGERA JINÊN KURD BANGA JI BO BERXWEDANA EKOLOJÎK
Di çalakiyê de, Meclîsa Jinan a Berjîn Zenda û Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistanê ya Ewropayê (TEV-EKO) bi standên xwe wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê teşhîr kirin. Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) di belavokên xwe de diyar kir ku wêrankirina ekolojîk ne tenê xwezayê, lê têkoşîna azadiya gelan jî dike armanc: Pergala patrîarkal û kapîtalîst xwezayê talan dike û jiyana azad a jin û gelan asteng dike. Li Kurdistanê bi bendav, kan û baregehên leşkerî şerekî ekolojîk tê meşandin ku armanca wê tunekirina jiyana civakî ye. YJK-S’ê got ku têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna ekolojiyê ji hev nayên veqetandin: Parastina xwezayê, parastina azadiya jinê ye. Avakirina civaka ekolojîk, bingeha jiyana azad e.
TEV-EKO: EM Ê BI XWEZAYÊ RE JIYANEKE LIHEVHATÎ SAZ BIKIN
Berdevka TEV-EKO ya Swîsreyê Seher Kadiroglu ji ANF’ê re axivî û got: Em di xeta demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk de têdikoşin. Em li dijî wêrankirina xwezayê ya bi şerên sermayeya global in. Bêyî guhertina sîstema kapîtalîst, jiyana ekolojîk nayê avakirin. Em ê vê têkoşînê li Kurdistanê û li her qada cîhanê geş bikin.
RÊXISTINÊN KOÇBERAN: EM BI CIWANAN RE DENGÊ XWE BILIND DIKIN
Rêxistinên koçberan jî bi tevlîbûneke girseyî destek dane çalakiyê. Nûnerê Partiya Sosyalîst a Yeniden Kuruluşê (SYKP) Tuncay Yılmaz, rola ciwanan di têkoşîna avhewayê de destnîşan kir û got: Îro bi hezaran ciwan li qadan in û dibînin ku şirketên kapîtalîst xwezayê ji bo qezenca xwe wêran dikin. Em wekî rêxistinên koçberan bi ciwanan re li dijî îstîsmara sîstema kapîtalîst dengê xwe bilind dikin.
Piştî meşa nêzî du demjimêran girse vegeriya Meydana Waisenhausê û bi daxuyaniyê dawî li çalakiya xwe anîn.