Li Osloyê ji bo 3’yemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî çalakî: Serhildan jiyan e!
Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 3'yemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyek hevpar li dar xistin.
Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 3'yemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyek hevpar li dar xistin.
Li paytexta Norwêc Osloyê roja Şemiyê bi boneya 3’yemîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, çalakî hate lidarxistin. Çalakî seat di 16:00’an de li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê pêk hat.
Çalakî ji aliyê nûneriyên partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Norwêcê ve bi hevkarî hate organîzekirin. Di nav beşdaran de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komîteya Şoreşa Karkerên Kurdistana Îranê, Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê – Norwêc, Partiya Azadiya Kurdistanê, Rêxistina Demokratîk a Yarsanan, Komeleya Karkerên Kurdistanê, Nûnertiya Komala ya Derveyî Welat û Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (HDKA) hebûn.
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Norwêcê, di çarçoveya çalakiyê de peyamek weşandin û girîngiya şoreşê destnîşan kirin. Di peyamê de hate gotin ku kuştina Jîna Emînî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hêrsa gelê Kurd û civakên din ên Îranê geş kiriye û ev yek bûye sedema şoreşa Jin Jiyan Azadî.
Her wisa hate diyarkirin ku şoreşê li civaka Îranê guhertinên siyasî, çandî û civakî yên kûr afirandiye û tevî hemû zextan jî didome. Di peyamê de hate ragihandin ku ji ber êrîşên rejîmê zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest daye, bi sedan kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin. Êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov ên rejîmê yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê û cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî hatin dayîn jî hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de peyamên Belûcan û endamên Eniya Çepê jî hatin parvekirin. Piştre sê pêşkêşkeran peyam bi sê zimanan bi Kurdî, Farisî û Norwêcî xwendin.
Çalakî bi tevlîbûna bi sedan endamên partiyan, welatparêz û gel, bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Berxwedan jiyan e” û “Serhildan jiyan e” bi dawî bû.