Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), têkildarê ‘mafê hêviyê’ daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên rûniştinê ya aştiyê ku wê di 15-19’ê Îlonê de li Strasburgê bê lidar xistin banga tevlîbûnê kir.
Daxuyaniya KCDK-E bi vî rengî ye:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Rêber Apo hatibû birîn weke binpêkirina ‘mafê hêviyê’ pênase kiribû. Ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku Komara Tirkiyeyê bi awayekî dijî qanûn û destûra bingehîn a mafên mirovan tevdigere. Li gorî mafê bingehîn ê hêviyê, divê Rêber Apo tavilê azad bibe û dawî li vê neheqiyê were anîn.
Rêber Apo ne tenê kesek e; ew vînek e ku vîna bi mîlyonan mirovan temsîl dike. Divê ev vîn weke temsîla têkoşîna gelan a ji bo aştî, demokrasî û siberojeke azad bê dîtin. Divê bi awayekî azad xwe îfade bike û mafê tevgerê hebe.
Di vê çarçoveyê de em, weke saziyên ku wijdan û vîna aştiyê ya gelan temsîl dikin, radigînin ku em ê di navbera 15-19’ê Îlona 2025’an de li Strasburgê çalakiyeke rûniştinê ya aştiyane ya çar rojan lidar bixin.
BANGA ME JI BO KONSEYA EWROPAYÊ
Em careke din tînin bîra herkesî ku cîbicîkirina biryarên DMM’ê ne tenê bijardeyeke siyasî, di heman demê de mecbûriyeteke hiqûqî ye.
EM BANG LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ DIKIN
Em saziyên demokratîk, sendîka, rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan, însiyatîfên ekolojî û aştiyê û hemû parêzvanên mafên mirovan vedixwînin ku beşdarî vê çalakiya aştiyane ya li Strasburgê bibin.
Ev çalakiya rûniştinê ya çar rojan ne tenê bûyerekî hevgirtinê ye; di heman demê de îfadeya berpirsyariyeke dîrokî ye ji bo qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan û têkoşîna demokratîk a aştiyê.”