BI DÎMEN

Du şehîdên QSD’ê li Draguignanê hatin bibîranîn

Li Draguignanê di şexsê şehîdên QSD`ê Diyar Xemgîn û Brûsk Firat de şehîdên meha îlonê hatin bibîranîn.

Li bajarê Draguignan ê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo şehîdên meha lonê li Komeleya Çanda Kurd a Draguignanê  merasîma bîranînê li dar xist. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Diyar Xemgîn (Muhammed Toprak) û Brûsk Firat (Bîlal Total) ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Gel a Draguignanê Zemyan Agirî axivî û bal kişand ser fedakariya şehîdan û got, "Şehîdên me meşaleyek li dijî tariyê, serhildanek li dijî zincîran û berxwedanek li dijî zilmê ne." Li ser navê malbatên şehîdan Saîm Toprak axivî û got, "Şehîdên me rûmeta me ne, ronahiya rêya me ne. Xeyalên wan wê bi têkoşîna me pêk bên."

Di bîranînê de têkoşîna Diyar Xemgîn û Brûsk Firat ên ku di Kanûna 2024’an de li ser Pira Qereqozax a nêzîkî bajarê Kobanê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin, hat vegotin. 

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û berxwedana şehîdan bi dawî bû.