Li Lefkoşayê çalakiya ji Kenan Ayaz re azadî hat lidarxistin
Li hemberî girtina siyasetmedar Kenan Ayaz ê ji Elmanyayê radestî Qibrisê hat kirin û girtin, li ber Girtîgeha Lefkoşa ya Girtî çalakî hat lidarxistin.
Li hemberî girtina siyasetmedar Kenan Ayaz ê ji Elmanyayê radestî Qibrisê hat kirin û girtin, li ber Girtîgeha Lefkoşa ya Girtî çalakî hat lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz piştî çar salên cezayê hepsê li Elmanyayê, di 8’ê Îlondê de bi awayek girtî hate vegerandin. Ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li ber Girtîgeha Lefkoşa ya Girtî çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Mala Çavdêriyê ya li Qibrisê ji bo şopandina doza Ayaz hatiye avakirin, hat lidarxsitin. Partiya muxalefetê AKEL, Partiya Keskan a Qibrisê, Yekîtiya Hiqûqansê Demokratîk a Qibrisê, rêxistinên saziyên civakî, rêxistinên ciwanan, rojnamevan û gelek Kurdên li Qibrisê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Kenan Ayaz û siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê li Elmanyayê girtiye û metirsiya dersînorkirinê ji bo Tirkiyeyê li ser hatin hildan.
Çalakî bi peyama Kanan Ayaz ê ji Elmanayê ji bo Qibrisê hate radestkirin dest pê kir. Kanan Ayaz di peyama xwe de wiha got: “Doza min ne tenê li ser şexsê mine, lê li hemberî mîrateya dîrokî ya gelê Qibrisê ye. We bi ked û piştgiriya xwe nîşan da ku ev doz ne dozekî ji rêzê ye. Ev doza min ne tenê li ser şexsê min e; ew di heman demê de beşek ji bîra dîrokî, wijdan, deng û lêgerîna rastiyê ya Qibrisê ye. Gelê Qibrisê bi xwedîderketina li vê dozê, xwedî li mîrateya dîrokî, kevneşopiya azadî û berxwedanê ya xwe derketiye. Vê xwişk-biratiya gelê Kurd û Qibrisê ya di mîrateya Theofilos de bûye sembol mezin kiriye. Ji ber vê yekê, ev doza min, li derveyî hiqûqê, wekî dozeke rastiyê ya ku nirxên têkoşîna hevpar û daxwazên azadiyê yên gelan diparêze di dîrokê de cih digire.”
Ayaz polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanya û Ewropayê Rexene kirû got: “Dadgeha Elmanyayê, ji bo razîkirina Erdogan, bêyî ku xwe bispêre ti bingeheke hiqûqî, mirovî û wijdanî bi nêzîkatiyeke siyasî û polîtîk biryar da. Biryara dadgehê ne ecêb bû; ji ber ku ev doz ji destpêkê ve ne hiqûqî, bi temamî siyasî bû. Elmanyayê, ji bo razîkirina Erdogan, dadgeheke wiha meşand. Li gel ku ti sûcdariyek derqanûnî tine bû jî, wan rastî berevajî kirin û cezayekî giran li min birîn. Elmanya nikarîbû ku bi ti sûcêkî min tewanbar bike. Hemû sûcdarî; li ser mafê azadiya ramanê, fikir û mafên min ên demokratîk bûn. Lê ev maf jî bi Peymana Ewropa ya Mafên Mirovî hatine parastin. Ev doza li ser şexsê min, bi rastî xiyaneta Ewropayê li hember nirxên xwe yên demokratîk û rêgezên hiqûqê ye”
Ayaz bang li hikûmeta Qibrisê jî kir û got: “Hikûmeta Qibrisê bêyî ku ti delîlan bixwaze, rasterast sûcdariyên Elmanyayê esas girt û ez iade kirim, bi vî awayî binpêkirineke mezin a hiqûqê pêk anî. Hiqûqa xwe û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îxlal kir û ez radest kirim. Dadgeh bi dawî bû û ev hemû rastî eşkere bûn. Dîrokê careke din ji hikûmeta Qibrisê re şansek da ku li gorî hiqûqa xwe, DMME û nirxên xwe yên dîrokî xwe sererast bike. Ez bawer im ku hikûmeta Qibrisê wê vê şansî bi kar bîne û wê lîstika Elmanyayê nedomîne. Her wiha, hem îdianameya dozgeriya Elmanyayê hem jî biryara bi hincet di destê min de ne; ez amade me ku van ji dadgehên Qibrisê re pêşkêş bikim. Banga min zelal e: Dadgeriya Qibrisê û hikûmet divê nebin amûra doza Elmanyayê ya razîkirina Erdogan; divê xwedî li hiqûqa xwe, nirxên xwe û mîrateya xwe ya dîrokî derkevin.”
Peyama Ayaz bi dirûşmeyên “Ji Kurdistanê re azadî, ji Qibrisê re azadî” bi dawî bû.
Endamê Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk a Qibrisê û parêzerê Kenan Ayaz, Efstathios Efstatiou jî axivî û bal kişand bi ser bêyî hiqûqiya daraza Elmanyayê.
Rojnamevan Alekos Michaelides jî diyar kir ku vegera Kenan Ayaz a Qibrisê ne di wateya dawî anîna têkoşînê ye û got: “Têkoşîna Mala Çêvdêriyê, siyasetmedar, Kurd û Qibrisiyan didome. Vegera Kenan ji bo azadiyê têkoşînek nû ye. Ev ji bo her kesê ku wateya Kurdistanê, dagirkerî ye, emperyalîz me, faşîz me, azadî û edaletê têdigihîje, wê bibe serkeftineke sembolîk.”
Berdevkê AKEL’ê George Koukoumas jî got, “Hikûmeta Qibrisê bû hevparê Erdogan.
Serokê Giştî yê Partiya Keskan Giorgos Perdikis jî wiha got: “Tiştên ku berî du salan qewimîn ji bo gelê Qibrisê şermek mezin bû. Bi azadiya Kenan Ayaz, em ê rûmeta xwe jî bi dest bixin. Ji bo Kenan Ayaz berxwedaneke baş û azadî!”
Piştî çalakiyê, parêzerê Kenan Ayaz, Efstathios Efstatiou diyar kir ku siyasetmedar ji Girtîgeha Lefkoşa ya Girtî ber bi girtîgeha vekirî ve hate sewqkirin.