Sendîkavanên Brîtanî: Piştevaniya bi Kurdan re ne xêrxwazî ye, peywir e

Mezintirîn tevgera karkeran a Brîtanyayê TUC’ê di konferansa xwe ya salane de li ser azadî û ramanên Rêber Apo nîqaş kirin û destnîşan kirin ku piştevaniya bi Kurdan re ne xêrxwazî ye, peywir û çalakî ye.

Kongreya Yekîtiya Sendîkavanan (TUC) konferansa xwe ya salan e di navbera 7 û 10’ê Îlonê de lidar xist.

Di roja dawî ya konferansa ku li Brighton Centre’yê hat lidar xistin de, civînek bi sernavê “Di aştî û demokrasiyê de rûpelek nû: Di navbera Ocalan û Tirkiyeyê de li Sûriyeyê rêya ku ber bi çareseriya siyasî ve diçe” pêk hat. Di civînê de yek ji xalên herî girîng ên rojeva tevgera karker û piştevaniya navneteweyî hate nirxandin.

Di civînê de behsa azadiya Rêber Apo û girîngiya vîzyona çareseriya demokratîk ku di çerçoveya perespektîfa aştiyê ya li Rojhilata Navîn de pêş xistiye, hate kirin.

Sekretera Giştî ya Sendîkaya BFAWU’yê Sarah Wooley, Rêvebera TUC’ê Mariela Kohon, Nûnerê Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ya Brîtanyayê Dr. Mohamed Moustafa, Rêveberê Sendîkaya Unîte û Berdevkê Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan Simon Dubins û Parlamenterê DEM Partiyê Bedran Ozturk tevlî civînê bûn.

JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊDIVÎ BI HEVGIRTINÊ HEYE

Berdevkê "Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan" Simon Dubins, di civînê de bal kişand ser rola girîng a Kurdan di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de û da zanîn ku ew di sala 2016’an de dema serdana herêmê kiriye ji bûyerên ku şahidiya wê kiriye gelek bandor bûye.

Dubins got, “Di mehên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê pêşketinên pir girîng rû didin. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan ji bo şerê li Tirkiyeyê û Sûriyeyê diqewime soza çareseriyeke demokratîk dide. Ev pêvajo wê pêvajoyek hêsan nebe; xwedî zemînek şemitok e. Dewleta Tirk der barê Rojava de helwesteke nesamîmî nîşan dide. Niha ji her demê bêtir pêdivî bi hevgirtinê heye. Ocalan hê jî azad nîne û bêyî azadiya wî em nikarin behsa pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn bikin. Divê em gelek tişt bikin û bingehek me ya bihêz heye.”

HEVGIRTIN NE KAREKE XÊRXWAZIYÊ YE, PEYWIR Û ÇALAKÎ YE

Sarah Wooley jî, bal kişand ser têkiliya rasterast a di navbera têkoşîna kedkar û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û da xuyakirin ku hevgirtin ne karekî xêrxwazî, berovajî peywir û çalakiye.

Sarah Wooley got, “Li Brîtanya, Tirkiye an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna kedkaran mîna hev in. Cih ferq nake. Vîzyona Ocalan a bingeha demokrasiyê, azadiya jinan û mafê kêmneteweyan, ji bo bidawî anîna li şer û aloziyan rêyek a çareseriyê pêşkêş dike. Hevgirtin ne karekî xêrxwaziyê ye, berovajî peywir, çalakî û têkoşîn bi xwe ye.”

Sarah Wooley, destnîşan kir ku peywira sendîkavanan bilindkirina tengên tên kesên tên bêdengkirine û wiha got, “Em nikarin bêalî bin. Bêdengî zextê rewa dike. Peywira me rastî û hevgirtina bi gelê Kurd re mezin kirine.”

PEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ

Dr. Mohamed Moustafa, diyar kir ku têgeha neteweya demokratîk a Rêber Apo dikare di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de diyarker be. Moustafa, da xuyakirin ku ev vîzyon ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê peymanek civakî ya berfireh û wekhev pêşkêş dike.

Moustafa got, “Ev vîzyon pergaleke berfireh pêşbînî dike ku hemû gel bi mafên wekhev bi hev re bijîn û temsîliyeta wekhev a jinan di siyasetê de di navendê de be.

‘ABDULLAH OCALAN PERGALEK PÊŞNIYAR DIKE’

Parlamenterê DEM Partiyê Bedran Ozturk, jî anî ziman ku Rêber Apo di parastina nasnameya gelê Kurd û pêşniyarkirina pergalek nû de xwedî rolek dîrokî ye. Ozturk, bibîr xist ku nasnameya gelê Kurd ji sala 1924’an û vir ve tê înkarkirin û got ku polîtîkaya zextê wê sûdê nede Tirkiye û hêzên din. Ozturk, diyar kir ku ezmûna rêveberiya wekhev li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi demokrasiya rasterast a bi pêşengiya jinan û temsîliyeta wekhev a hemû gelan, modelek ku hêvî dide herêmê ye.

Civîn bi peyama ku ramanên Rêber Apo ji bo aştî, demokrasî û edaleta civakî li seranserê Rojhilata Navîn diyarker in, bi dawî bû. Kesên beşdar bûne, destnîşan kirin ku pêwîste tevgera sendîkayên navneteweyî roleke çalak bilîzin û banga "ji bo aştiyê azadî ji Abdullah Ocalan" re dubare kirin.

TUC’ê, bi 5.5 mîlyon endamên xwe ku 48 sendîka girêdayî wê ne, ji sala 1868’an vir ve di warên civakî, siyasî û karsaziyê de xebat dimeşîne û li Brîtanyayê rêxistinek bi bandor e.