Di civînê de gelek Kurdistaniyên li herêmê amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Şêx Murşîd Xeznewî li civînê axivî û got, "Meseleya Kurd ne axwazên eşîrî yan jî baweriyê ye; meseleyeke neteweyî ye ku divê li ser bingeha mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan bê çareserkirin."
Xeznewî diyar kir ku piştî 20 salên penaberiyê yên li Ewropayê karîbû vegere Rojavayê Kurdistnê û got, "Rojava bi xwîna bi hezaran ciwanên Kurd ava bû; îro jî bi saya fedakariya wan azadî pêkan e."
Xeznewî anî ziman ku yekîtiya Kurdan xewn û xeyala Ehmedî Xanî ya beriya bi sedan salî bû, îro li Rojava pêk hatiye û got, "Hevkariya niha li Rojava pêk hatiye ne tenê ji bo yên li wê derê, ji bo hemû Kurdên li çar parçeyan bûye hêvî. Ev atmosfera piştevaniyê êdî li her erdnîgariyê tê hîskirin."
Şêx Xeznewî destnîşan kir ku Kurdên li dîasporayê divê çand, ziman û têkiliyên xwe yên malbatî biparêzin û got, "Divê Kurd bi ziman û çanda xwe nifşên nû mezin bikin."
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şevket jî li civînê axivî û anî ziman ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve li ser Kurdan polîtîkayên koçberî û asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk têne meşandin.
Mele Şevket got, "Gelê Kurd ku nêzî sed sal in vê têkoşînê dimeşîne, dixwaze êdî azad bibe û xwedî statu be. Statuya gelê Kurd û Kurdistanê êdî bivê nevê wê pêk were."