EWROPA
Hemû Nûçe
-
Festîvala Karkerên Madenê ya Durhamê: Ji bo Rêber Apo azadî
Festîvala Karkerên Madenê ya Durhamê, yek ji çalakiyên yên herî kevnar a karkerên Îngilîstanê ye û îsal 139’emîn car hate lidarxistin. Festîval bi beşdariya sedan Kurdan di nav atmosfereke bi coş de hat pîrozkirin. -
Li Hannoverê ji bo azadiya Mehmet Çakas çalakî hate lidarxistin
Li Hannoverê bi sedan kes li dijî biryara dersînorkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê meşiyan û xwestin ev biryar tavilê were rawestandin. -
Li Essenê Aştî û Civaka Demokatîk hate nîqaşkirin
Di civîna gel a li Essenê de paradîgmaya Rêber Apo, merasîma şewitandina çekan a sembolîk û perspektîfa çareseriya demokratîk hate nîqaşkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bal kişand ser daxwaza guhertinê ya gelê Kurd û stratejiya aştiyê. -
Spanya dixwaze welatparezê Kurd Dîkmen radestî Tirkiyeyê bike
Spanya dixwaze welatparezê Kurd Ahmet Dîkmen ku nêzî 30 sal li Mêrdîn, Konya û Stenbolê xebatên siyaseta demokratîk meşand, radestî Tirkiyeyê bike. -
Gerîlayê HPG’ê Harun Sune hate bibîranîn
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo gerîlayê HPG’ê Harun Sune ê ku li Dersimê şehîd bû, çalakiya bîranînê û şîn hate lidarxistin. -
CDK-S’ê gava dîrokî silav kir
CDK-S’ê got, “Em vê gava bi rûmet û bi wêrek, weke demeke dîrokî ya ku hesreta gelê me ya ji bo aştî û azadiyê mezin dike, silav dikin.” -
Li Mantes-la-Jolie gava dîrokî hate silavkirin
Li bajarê Mantes-la-Jolie ya herêma Normandiya, merasîma çekberdanê ya 30 gerîlayên azadiyê, hate silavkirin. -
Divê Mehmet Çakas demildest serbest bê berdan
Li Hamburgê ji bo berdana Mehmet Çakas ê ku bi dersînorkirinê ve rûbirû ye, çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ev biryarek siyasî ye û xwestin Çakas demildest bê berdan. -
FEDA û DAKB: Merasîm xalekî werçerxê ye ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) piştî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê wiha gotin, “Xalekî werçerxê ye ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin.” -
KON-MED: Em piştgirî didin vê gava dîrokî
KON-MED têkildarî banga bi dîmen a Rêber Apo daxuyanî da û got, “Em vê gava dîrokî, weke wezîfeyeke esas dibînin. Divê were zanîn ku em ê her cure ked û fedakariyê raber bikin.” -
Li Londonê di civîna gel de behsa seferberiya civakî hat kirin
Li Londonê banga Rêber Apo ya bi dîmen hate temaşekirin û piştre li ser xeta têkoşîna nû ya Tevgera Azadiya Kurd, rola rêxistinkirî ya gel û seferberiya civakî nîqaş hatin meşandin. -
Li dijî dersînorkirina Çakas banga çalakiyê hate kirin
Gelek sazî û rêxistinên li Elmanyayê ku KON-MED jî di nav de ye, li dijî biryara dersînorkirina çalakvanê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas banga çalakiya roja Şemiyê li Hannoverê bê lidarxistin, kirin. -
KCDK-E: Em piştgirî didin bangê û wê erka xwe bi cih bînin
KCDK-E, destnîşan kir ku ew piştgirî didin banga Rêber Apo û amade ne ku erka dikeve ser milê wan bi cih bînin. -
Banga Rêber Apo hat nirxandin û pîrozkirin
Li Amsterdam û Parîsê li ser banga bi dîmen a Rêber Apo pîrozbahî hatin lidarxistin. -
Çakir: Em wek CÎK’ê piştgiriya pêvajoya dîrokî dikin
Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Şevket Çakir got ku em xwe wek parçeyek banga aşitiyê ya Rêber Apo dibînin û em dê heya dawî piştgiriya vê pêvajoyê bikin. -
FEDA û DAKB: Tevlîbûna pêvajoyê peywîra civaka Elewî ye
FEDA û DAKB’ê bi daxuyaniyeke hevpar destnîşan kirin ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriya banga dîrokî ya Rêber Apo dikin û gotin: “Werin em hemû bi hev re bi aştiyê bersiva vê banga dîrokî bidin. Aştî pêwîstiya herî rasteqîn a vî welatî ye.” -
Jinên enternasyonalîst banga berxwedanê kirin
Jinên enternasyonalîst Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girtin, Jinan diyar kirin ku ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo pêdivî bi her kesî heye û banga beşdarbûna berxwedanê li her kesî kirin. -
FED-MED: Em ê bi çalakiyên girseyî xwedî li banga Rêber Apo derkevin
Hevserokê FED-MED'ê Ahmed Kobanê diyar kir ku ew ê bi saziyên girêdayî xwe û meclîsên gel ên li eyaleta NRW'yê ya Elmanyayê bi çalakiyên girseyî xwedî li banga nû ya Rêber Apo derkevin. -
FEDA û DAKB'ê Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe bi bîranîn
Federasyona Demokratîk a Aleviyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Alevî ya Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyek nivîskî, salvegera 88'an a şehîdkirina Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe xanim bi bîr anîn. -
Li Elmanyayê çalakiyên li dijî biryara dersînorkirina Çakas didomin
Çalakiyên li dijî biryara Dadgeha Bilind a Celle ya Elmanyayê ya ku bi tawanbariya "endamtiya PKKê" 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li çalakvanê Kurd Mehmet Çakas birî û hewldana dersînorkirina Çakas bê nav ber didomin. -
Civaka Azad a Brîtanyayê banga tevlîbûna Mihrîcana Madenvanên Durhamê kir
Civaka Azad a Brîtanyayê banga tevlîbûna 139’emîn Mihrîcana Madenvanên Durhamê ya ku ji hêla Sendîkaya Madenvanên Durhamê ya ku piştgiriyê dide “Kampanyaya Sendîkayê ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ve tê lidarxistin, kir. -
Sonia Mejri ya Fransî wê ji ber Qirkirina Êzîdiyan bê darizandin
Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku Sonia Mejri wê ji ber sûcê qirkirinê ya li dijî Êzidiyan were darizandin. -
Ji FEDA’yê ji bo Huseyîn Akmaz peyama sersaxiyê
FEDA’yê ji bo Huseyîn Akmaz got, “Em ê di têkoşîn, bawerî û dilê xwe de her tim wî bi bîr bînin.” -
Welatparêz Huseyîn Akmaz jiyana xwe ji dest da
Welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê dijiya, ji ber xwînrijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. FEY-KOM’ê diyar kir ku ew ê nirxên ku Akmaz temsîl dike, bigihînin pêşerojê. -
Şahidên Komkujiya Madimakê li Berlînê bi meşekê hatin bibîranîn
Li Berlînê bi boneya 32'emîn salvegera Komujiya Madimakê meşek hat lidarxistin.