Li bajarê Grenchen ê kantona Solothurn a Swîsreyê, ji bo Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar, Azad Ararat û Kanîwar Mêrdîn ên ku şehadetên wan ji aliyê HPG û QSD’ê ve hatibûn ragihandin, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Merasîm li salona Oskar Palace pêk hat û ji bilî malbatên şehîdan, bi sedan Kurdistanî jî beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan axivî û beşdaran silav kir. Karahan got: “Şehîdên ku em îro li vir bi bîr tînin, xwedî kedeke mezin in. Divê em layiqî wan bin.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIGIHÎNIN SERKETINÊ’
Siyasetvan Mehmet Arslan ku pismamê fermandar Koçero Urfa ye, di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di bin rêberiya Rêber Apo de tê meşandin. Arslan wiha got: “Ger îro dewlet neçar ma ku biçe ba Rêber Apo û pê re hevdîtinê bike, ev encama berxwedana hevrêyên me yên qehreman û zarokên wêrek ên gelê Kurd e. Ji vê saetê û pê ve ji bilî berxwedanê ti rêyeke din li pêşiya gelê me û dostên me nemaye. Ger van rêhevalên şehîd bi berxwedana xwe dewlet anîne ber lingên Rêber Apo, gihandina vê têkoşînê bo serketinê jî erka rêhevalên şehîdan e. Dema ku Kurd azadiya Rêber Apo bibînin û li Kurdistana azad bijîn, wê demê em ê karibin rûyê xwe li van rêhevalên şehîd bikin. Berxwedan û fedakarî di vê têkoşînê de esas in. Em ê têkoşînê bigihînin serkeftinê.”
Birayê şehîdKanîwar Mêrdîn ê ku li Rojava şehîd bû, Şahîn Dib wiha axivî: “Birayê min şehîdê gelê Kurd e. Di sala 1993’an de mamê min şehîd bû. Em ê berxwedana wî ya fedakar bi şeref û rûmet hilgirin, têkoşînê bidin jiyîn û bi serketinê tacîdar bikin. Heta Rêber Apo azad nebe, em jî ne azad in.”
‘HER ŞEHÎDEK DÎROKEK E, BERXWEDANEK E’
Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Dêrik jî di axaftina xwe de têkoşîna şehîdan wiha vegot: “Her şehîdek dîrokek e, berxwedanek e. Jiyana Nûreddîn Sofî mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. 24 salan li çiyan têkoşiya, li Rojava sîstema berxwedanê ava kir. Hem wezîfeyên siyasî hem jî yên leşkerî girt ser milê xwe. Ji dilsoziya xwe tawîz neda; bi zarokan re zarok, bi kal û pîran re kal û pîr, bi jinan re jin bû. Tevahiya jiyana xwe bê navber têkoşiya. Şehîdên me ji gelê me re bûn hêvî, riya azadiyê nîşan dan. Heta Rêber Apo azad nebe, em jî ne azad in. Li pêşberî bîranîna wan em soz didin: Em ê pêvajoya aştî û azadiyê ya ku Rêber Apo dest pê kiriye heta dawiyê bidomînin.”
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
Siyasetvanê Kurd Mustafa Sarikaya jî bal kişand ser girîngiya berxwedanê û wiha got: “Bi taybetî hevrê Nûreddîn Sofî, hevrê Koçero, hevrê Gabar û hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînim. Ev zarokên herî bi qîmet ên vî gelî canê xwe dan ber xwe ji bo azadiya gelê Kurd parastin. Berxwedan dewlet anî ber lingên Rêber Apo. Berxwedana di tunelên şer de dîrokî ye. Bi hezaran şehîdên me hene; her yek ji wan gelekî bi qîmet e.”
Sarikaya bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a li hember destketiyên Kurdan û wiha berdewam kir: “Her ku Kurd destketiyan bidest dixin, dewleta Tirk dest bi liv û tevgerê dike. Ev tenê ne li Tirkiyeyê, li Başûrê Kurdistanê û Rojava jî wisa ye. Xeterî gelekî mezin e. Rêbertî ji bo astengkirina van êrîşan hewl dide. Hêzên navneteweyî lîstikên xwe dileyîzin; dixwazin gelan bidin ber hev. Rêber Apo bi hesabkirina van hemûyan hewl dide ku atmosfereke aştiyê biafirîne.”
Sarikaya destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna hevdîtinên Rêber Apo girîng e û got: “Ji bo paqijkirina rê divê gavên qanûnî bêne avêtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê riya xebatên siyasî bê vekirin. Ger ev bên kirin, yên li derveyî welat, li Rojava û li çiyan dikarin vegerin Tirkiyeyê û siyaseta xwe bikin.”
Merasîm bi strana Kawa Urmiyê ya li ser şehîdan berdewam kir, bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan dewam kir û bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.