BI DÎMEN

Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li Strasbourg û Parîsê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ji bo pîrozbahiyên 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Strasbourg û Parîs ên Fransayê li hev civiyan û ruhê berxwedanê silav kirin.

STRASBOURG

41’emîn salvegera Pêngava 15!ê Tebaxê li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên Mulhouse, Saint-Avold û Strasbourgê hate pîrozkirin.

Çalakiya ku saet 13:00an de dest pê kir, bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir. Salvegera serkeftinê, ku di 15ê Tebaxa 1984an de pêk hat û ji bo gelê Kurd wekî nîşana hêviyê tê hesibandin, bi coşeke mezin hate bîranîn.

Bernameya bi pêşandana sînevîzyona li ser bîranîna şehîdên dawî Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa dest pê kir. 

Seydi Firat, Fesih Varto û nûnerên saziyan di pîrozbahiyê de di axivîn û diyar kirin ku 15’ê Tebaxê di dîroka berxwedana gelê Kurd de qonaxek nû nîşan dide. Axaftvanan anşn ziman ku ruhê berxwedanê îro jî dijî û ev roj di têkoşîna azadiya Kurd de xalek werçerxê ye.

Farqîn Azad, Sîdar Amedî û Grûpa Cano Ewropa derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

PARÎS / VILLIERS-LE-BEL

Li banliyo Villiers-le-Bel a Parîsê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî ya Navenda Civaka Kurd ve pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Leyla Azad, Îsmaîl Kanîreş û Mervan Botan axivîn û şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn.

Piltre Hozan Marûf, Tuncay Dilemin, Devrîm Azad, Deza Amed, Roj Arî, Penaber Murat û hunermendên din li ber def û zurneyê bi gerandina govendê beşdaran coşandin. Di pîrozbahiyê de dirûşm hatin berzkirin û ruhê 15’ê Tebaxê hate silavkirin.