Şehîdên azadiyê li Den Haagê hatin bibîranîn
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo bîranîna şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Urfa û şehîd Bahtiyar Gabar merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo bîranîna şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Urfa û şehîd Bahtiyar Gabar merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Yek ji pêşengên şoreşa Rojava fermandar Nûreddîn Sofî, gerîla Bahtiyar Gabar di 6’ê Nîsana 2021’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa jî di 4’ê Mijdara 2019’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Ji bo bîranîna şehîdan li Komaleya Civaka Kurd a Den Haagê merasîm hate lidarxistin, Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Di bîranînê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Hevserokê Meclîsa Den Haagê axaftina vekirinê kir û di şexsa Fermandar Egîd de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Hevserok anî ziman ku bi qehremantiya şehîdên şoreşê ku ev şoreş anîne vê astê û hemû hevalên gazî û berxweder îro bi nav û deng bûne û li dinyayê olan didin û got, “Rihê Tevgera Azadiyê di 15’ê Tebaxê de wek çîruskekê şevka xwe da mîrovahiyê û heya îro ku yên rih û can û xwîna xwe dan di asta herî bilind de ne.”
Axaftvana li ser navê Tevgera Jinan diyar kir ku ev şoreş û berxwedana şehîd Zîlanan, Berîtanan û Azîmeyan îro hebûna xwe bi vî rihî aniye asta nayê şikestin û gotina Rêber Apo “ev tevger tevgera şehîdan e, bi rûmet e û her tim xurt e” bi bîr xist.
‘15’ Ê TEBAXÊ CAN DA GEL Û GERÎLAYÊN KURDISTANÊ’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî di axaftina xwe bi xêrhatina gel vekir û got: “Bîranîn û pîrozbahî, ev herdu dîroka têkoşîna me ye. Tekoşîn bi bilindkirina armanca şehîdên Kurdistanê pêkan e. Dibe ku em wateya 15’ê Tebaxê di ser vê qonaxê de fêhmkirin. Serok Apo bi çi awayî ev rê bi cîdiyet destpêkir îro jî bi vê cîddiyetê berdewam dike. Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana li zindanan di dilê dijmin de bû agirek û can da gel û gerîlayên Kurdistanê. Hemû planên emperyalîst û dagirkeran têkçûn û yên ku rih û canê xwe dan vê têkoşînê bi ser ketin.”
Kartal li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo hatiye destpêkirin û wiha domand: “Daxwaza Serok Apo ew bû ku ev mesele bi axaftin û bi amûrên siyasî re çareser bibe û êdî şer bisekine. Lê yên ku ew gava Rêber Apo qebûl nekirin û yên ku digotin ‘em serokê tevgerê mixatab nagirin’ îro hatine astekê ku ji bo çareseriyê ew bi xwe hatine ba Rêber Apo û bi bangavaziya Serok Apo hate qonaxekî nû. Beriya 27’ê Sîbatê daxwaza dewleta Tirk ew bû ku tenê serketiyên tevgerê têkbibe û Rojava bide destê DAÎŞ’ê. Lê Serok Apo ev konsepta dewletê ku dimeşand vala derxist. Ev berxwedana bi nav û deng, înkara Kurd zivirand qebûlkirinê û girav û zinadana Îmralî vegerand maseya Aştî û Demokrasiyê.”
Axaftvanê li ser navê PYD’ê axivî, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya yekrêziya gelê Kurd û got, “Çawa ku rihê 15’ê Tebaxê hê jî di dilê me de olan dide, şehîdên me jî wê cesaret û şopandina ev rêya pîroz dide pêşa me.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.