Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya xwe ya nobetê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin, bi biryardarî didomînin. Çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê bêyî navber li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dewam dike, kete hefteya 239’an.
Çalakî bi wesîleya salvegera şehadeta Erdal (Engîn Sîncer), Ekîn Wan (Kevser Erturk) û Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di şexsê wan de bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo careke din bang li saziyên navneteweyî hate kirin.
POLAT: PARADÎGMAYA OCALAN HÊZA JIYANA HEVPAR A GELAN E
Hevserokê Federasyona Yekîneyên Elewî yên Ewropayê (FEDA) Şahîn Polat di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku “Modela Aştî û Jiyana Demokratîk” ku Rêber Apo pêş xist, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyeke dîrokî ye.”
Polat bi berdewamî wiha got: “Modela ku Birêz Abdullah Ocalan danî holê, wekhevî, azadî, naskirina baweriyan û projeya jiyana hevpar a ku li ser bingeha azadiya jinê bilind dibe ye. Serketiya herî mezin a vê modelê wê bibe civaka Elewî. Ji ber ku înkar, asîmîlasyon û komkujiyên ku Elewî di tevahiya dîrokê de rû bi rû mane, encama zîhniyeta netew-dewletê ye. Paradîgmaya Ocalan vê zîhniyetê red dike û nasname, çand û baweriya Elewiyan mîsoger dike.”
‘ELEWÎ KIRDEYA AVAKER A VÊ TÊKOŞÎNÊ NE’
Polat bi bîr xist ku civaka Elewî jî wekî gelê Kurd mexdûrê feraseta yekparêz a netew- dewletê ye û wiha got, “Em wekî civaka Elewî kirdeya avaker a modela Aştî û Civaka Demokratîk in ku mîmarê vê Rêber Apo ye. Em yek ji mexdûrên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in ku niha rû dide. Êrîşên nemirovî yên li ser xelkê Mexmûrê ku tevî di bin parastina NY’ê de ne, gefên qirkirinê yên li dijî Durzî û gelên Sûriyeyê, nîşan dide ku bawerî û gelên li herêmê di bin gefekî çawa de ne. Ji ber vê yekê yekane rê pêkanîna paradîgmaya civaka demokratîk û mezinkirina zexta civakî ye.”
‘DIVÊ JI BO MAFÊ HÊVIYÊ ZEXTA CIVAKÎ BIRÊXISTIN BIKIN’
Polat di heman demê de bal kişand ser biryara “Mafê Hêviyê ya ji bo Rêber Apo” ku Konseya Ewropayê da Tirkiyeyê û bi bîr xist ku dema vî wê di meha Îlonê de tijî bibe û wiha got: “Pêkanîna vê biryarê ji bo avakirina modela ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ şertê bingehîn e. Divê saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û gel jî bi mezinkirina têkoşînê zexta civakî birêxistin bikin.”
LI ZURIHÊ 1’EMÎN MÎHRÎCANA ÇANDA KURD WÊ DI 23’Ê TEBAXÊ DE WERE LIDARXISTIN
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo 1’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a ku bi wesîleya salvegra Pêngava 15’ê Tebaxê were lidarxistin, hate kirin. Li ser navê FEDA’yê Şahîn Polat û Songul Arslan têkildarî mîhrîcana ku wê 23’ê Tebaxê li bajarê Zurih ê Swîsreyê were lidarxistin, ev bang kirin, “Gelê Kurd û dostên wan divê bi çand, huner û berxwedana xwe li Zurihê werin ba hev.”
Mîhrîcan wê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) were organîzekirin.
Çalakî piştî banga mîhrîcanê heta saet 17:00’an dewam kir.