Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar li Parîsê hatin bîranîn

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê fermandarên gerîla Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar hatin bîranîn.

Pêngava 15'ê Tebaxê ku ji çalakiya destpêkê ya gerîla ya PKK'ê û vir ve weke 'Cejna Vejînê' tê pîrozkirin, îsal li Kurdistanê û dîasporayê bi coş hate pêşwazîkirin. Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancy bi wesîleya salvegera 41'emîn a Cejna Vejînê çalakiyek lidar xist û di çalakiyê de fermandarên gerîla yên şehîd bûn Nûreddîn Sofî, Koçero Riha û Bahtiyar Gabar bi bîr anî.

Di çalakiyê de qala kesayetiya têkoşer a fermandar Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hate kirin û ji bo mezinkirina têkoşînê bang hate kirin.

Li dû axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan û çalakî bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.